Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ma êdî ne bes e, heqaret û xiyanet!

04/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Ukrayna mijara şervanên bi pere
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Li alîyekî heqareta dewleta tirk û li aliyê din xiyaneta PDKê! Yek, êdî cenazeyên şehîdên me jî nade, hestiyên wan dixe kîsên naylon û pakêt dikin radestî malbatan dike. Yê din jî bi her awayî alîkariyê dike; her cûre agahiyê dide dagirkeran, sîxuran amade dike û wan pêşkêşî dewleta tirk a dagirker dike, ji dagirkeran re rêyan vedike û hwd. ketiye xizmeta dewleta tirk.

Mînaka herî dawî, hestiyên Şehîd Hakan ASLAN, piştî 7 salan bi şêwazeke li derveyî mirovahiyê, xistine kîsekî plastîk û dane destê bavê wî Ali Riza ASLAN. Gotinên bavê şehîd Hakan, li ser vê helwesta dewleta tirk, dil û cergên mirovan disot û parçe dikir!

Jixwe mînakên bi vî awayî, berî niha jî çêbûbûn û hestiyên hinek şehîdên din jî, kiribûn pakêt û bi rêya kargoya PTT ya Tirkiyê, şandibûn ji malbatên şehîdan re. Her wiha deng û gotinên dayik û bavên wan şehîdan jî, hîn di guhên me de zindî dijîn û olan didin.

Wahşet û kirêtiyên dewleta tirk, ewqas zêde ne, êdî gotin û nivîsandin têrê nakin. Bê guman divê li gel gotin û nivîsandinan, bersîvên pratik û kiryarî werin dayin, da ku pêşî li van kiryarên li derveyî mirovahiyê bê girtin.

Li gel vê wahşet û qirêja dewleta tirk a li ser gelê Kurdistanê, kiryarên xiyaneta PDK’ê ji yên wan ne kêmtir e. Ev jî zêdetir cerg û hinavên mirovan disojîne û birîn li birînan zêdetir dike. Ma yên didin pêş hêzên hov û xwînrij ên dewleta tirk, dibin ser baregeh an dixin rêyên Gerillayên Azadiya Kurdistanê, kemînan li ber wan vedidin kî ne?

Yên agahiya rêgeh û guzergehên gerîlla didin navenda hêzên agahiya leşkerî ya dewleta tirk û ew jî bi SIHA û IHA bi ser gerîlayan de bombeyan dibarînin û bi dehan fermandar û şervanên gelê Kurdistanê şehît dixin, ma her dîsa ne ew rêveberiya PDK’ê ye?

Her wiha dewama heman xiyanetê, li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava, di vê serdema dawîn de, çendîn giranî dane ser xebata sîxuriya xiyanetê, ma ne li ber çavan e?

Ew sîxûrên, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine desteserkirin, dema ku di çapemeniyê derdikevin û mirov li wan guhdarî dike û bala xwe didê, ew asta ketina kesayetiya nava civaka Kurdan tê ber çavan.

Weke mînak Yusif Ednan Sîdo, Mesûd Hesen Bekir – hevjîna wî û hwd. gelek sîxurên ku li gel MİT’a tirk xebitîne, li xwe mikur hatine. Piraniya wan, bi şêweyekê bi ENKS’ê ve girêdayî tevgeriyan e. Li herêma Efrînê, Kobanê û bi giştî Rojava, çawa xiyanet kirine, çend kes dane şehîd kirin, yek bi yek dibêjin.

Dema mirov li van kesên qirêtkirî û lewitî guhdar dike an jî li dîmenên wan temaşe dike, dixwaze ku demildest serkêşên van karan dewleta tirk û PDK’ê bi navê mirovahiyê mehkûm bike.

Mirov, dema li van kesan guhdar dike an temaşe dike, ji aliyekî ve yekser dixwaze vê kesayetiya lewitî ya ku serkêşên wan dewleta tirk û PDK ne, bi navê mirovahiyê, yekser dozê li wan veke û wan bixe dadgehê, bidarizîne û bi sedema sûcê li hemberî rawişt û sincê mirovahiyê lêpirsîne destpê bike!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.