Rojnameya Ronahî

Yek ji çandên kevnar: Gewlaz 

Civaka Êzidî bi amûr û rêbazên bav û kalan hem debara jiyana xwe dikin û hem jî nahêlin çanda kevnar winda bibe. Şêniyên gundê Warê Xidirê Xwedêda Xelef ji xwedî çanda xwe derketiye û dibêje: “Me biryara xwe da, emê warê xwe terd nekin.”

Li ser rûyê erdê kêm civak wek civaka Êzidî hene ku xwedî çand û baweriya kevnar in. Êzidî girêdanbûyîna xwe ya bi ax û çanda xwe ve tên nasîn. Ev rihê parastinê hiştiye ku civak heta roja me ya îro çand û baweriya xwe bide jiyankirin. Gelek amûrên kevnar di nav modernîteya kapîtalîst de winda dibin. Lê tevî hewildanên tinekirina çanda kevnar hîn jî gelek deverên Şengalê xwedî çand û baweriya xwe derdikevin. Yek jî malbata ku ji gundê Warê Xidirê  malbata Xwedêda Xelef e.

Gundê Warê Xidirê yek ji gundên Geliyê Kersê ye. Geliyê Kersê ku dikeve başûrê Çiyayê Şengalê, ji bo çandiniyê cihê ku herî guncave. Ev gund bi fêkiyên xwe yên weke hêjîr, hinar, tirî û bi tutinê tê nasîn.

Xwedêda Xelef jî yek ji wan kesên ku tevî hemû zehmetiyan çanda xwe parastiye û bi vî kevneşopiya bav û kalên xwe re debara xwe dike. Xelef wiha behsa karên xwe dike: “Em ji mêjde karê hêjîran dikin. Berê bav û bapîren me jî ev kar dikir. Wextê çêbûna hêjîra heye. Di mema Tebaxê de hêjîr çêdibe, heta meha Cotmehê hêjîr dimînin. Dema hêjîr zer dibim em ji darê kom dikin û ber tavê radixin. Demek şunda ew hêjîr hişk dibe. Piştî ku hêjîr hişk bû, hêjîrên biçûk û mezin ji hev cuda dikin. Niha em wan hêjirên mezin re dibêjin hêjîrên gewlaza. Em hinek hêjîrên biçûk dikin serok (hêjîra hûr dikin û dixin qalibekî hişk dikin. Ji ber ev hêjîrên herî xweşin Êzidî vî navê lê kirine), hineka jî didin kargehan. Ji wan biçûktir jî em dibêjin hebhebê hêjîra, wan jî an em didin dostên xwe an jî li bajarê difroşin.”

 

Bi riya heskirinê çanda xwe parastin

Xwedêda Xelef behsa çêkirina gewlaza kir û wiha domad: “Bi alîkariya şûjina gewlazê em hêjîran bi tave dikin. Dema mirov hêjîra lib lib bi şûjinê dike, ji bo hêjîr pêve nezeliqe, em şûjinê carna dixin di nav avê de. Pêwîste qiyasa hêjîr û ta weke yek be. Ger hêjîr girbin pêwîste ta jî stur be. Li gor qiyasê digihure. Piştî me hêjîra li ser ta rêz kir, em dibin di bazaran de difroşin.”

Xelef diyar ku ew ji bavê xwe ferî vî karî bûye û wiha dewam kir: “Çiyayê Şengalê berê hemû darên hêjîr, hinar û tirî têde hebûn. Di Şengalê de gelek kes xwedî rez bûn. Ji zarokatiya xwe heta niha ez vî karî dikim. Bav û bapîrên me jî vî karî dikirin. Em li ber destê wan ferî vî karî bûn û heta niha jî berdewam dikin. Em karê hêjîra hez dikin, kêfa me ji karê me tê.”

Xelef û malbata wî debara xwe bi vî karî dikin. Lê, ev kar ji bo debara malekî ne têrkere. Di gundê Warê Xidirê de gelek malbat hene ku bi vî karî re debara xwe dikin. Lê ji ber ku rezên wan malbatan kêmin qezanca wan terê malbata nake.

 

‘Em ji halên xwe razîne’

Xwedêda Xelef behsa kêmahiyên gund kir û destnîşan kir ku ew kêmahiyên hene ji bo karê wan astengî çêdike û wiha pêde çû: “Gelek pêwîstiyên gund hene. Ceyran, rê û ava gund pirsgirekin. Heta niha çi hikûmeta Iraqê û çi jî hikûmeta Kurdistan alîkariya me nekirine. Gelek berpirs hatin gel me û rewşa me mêzekirin. Gotin emê alîkariya we bikin, lê heta roja me îro jî ji bo me tiştek nekirine. Şeniyên gund bi xwe ji kîsê xwe rêya gund çêkirin.”

 

‘Em ê dest ji warê xwe bernedin’

Xelef di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew çi zehmetî hebe jî dest ji axa xwe bernadin û got: “Tevî ewqas zor û zehmetî jî em ji halê xwe razîne. Em di axa xwe de ne û ev kar ji me re şerefeke. Ji fermanê heta niha me terka vî axê nedaye û em nadin jî. Ev der erdê me, milkê me ye, me xwe pêve girtiye. Me biryara xwe da, em cihê xwe terk nakîn.”

ROJNEWS/ ŞENGAL