Rojnameya Ronahî

A Deraa jî çû!

Li başûrê Sûriyê li bajarê Deraa di sala 2011an de çirûska şoreşeke gelêrî vêket. Di pêvajoya heşt salan de bi sedhezaran mirovên Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan, bi duqatî wan jî astengdar bûn û bi milyonan jî koçber û penaber bûn. Gelê Sûriyeyê wê çaxê hêvî nedikir ku şoreş ewqas sal bajo. Digot qey mîna gelên Tunis, Misir û Lîbyayê wê di çend roj û mehan de dîktatoriya heyî biherife. Lê bayê berjewendiyan ê li Sûriyê ketiye ne nola yê van welatên navborî bû. Mewziya Sûriyê ya ceosiyasî jî ne dişibî wan welatan. Ji ber vê hîna şoreş di hilînê de bû dewletên herêmî û yên navneteweyî dest avêtinê û têk birin. Lê hêviyên gelê Sûriyê mezintir bûn. Her li riyên çareseriyê digeriya û pêvajoya xwe ya serîhildana li hemberî zilmê bi bedelên giranbuha dewam kir.
Çima asta mudexeleya nava Sûriyê ne weke welatên dîtir bû? pirsek ku bersiva wê rastiya şerê li Sûriyê û herêmê diqewime rave dike.
Sûriyê li navenda bazirganiya hersê parzemînên Asya, Ewrûpa û Afrîqyayê bi cih dibe. Amerîka û hinek dewltên rojavayî ji bo ku pêdiviya wan bi gaza Rûsyayê nemîne, bi serweriya xwe li ser Sûriyê dixwazin xeta gazê ji welatên kendavê heya Ewrûpa di Sûriyê re bikişînin. Ev yek wê him hewceya wan ji gaza Rûsî re bê tesîr bike, him jî wê bandora Rûsyayê ya siyasî lawaz bike. Her wiha cihê Sûriyê ku li bakurê Filistînê ye, çilekiya hegemoniya navdewletî ji bo pêkanîna planên xwe di herêmê de zêde dike. Ev xalekî wê ya bi hêze ku girîngiyeke ceosiyasî dide Sûriyê. Ev ji bilî dewlemendiya wê ya bin erd û ser erdê ye. Dîsa ji bo gelên herêmê Sûriyê navendeka şaristaniyan e ku bi muzayîka gelên xwe hêza herî bi bandor di Rojhilata Navîn de ye.
Sûriyê ji ber vê girîngiya xwe ya ceosiyasî bû armanca çavkuriya hemû aliyan. Bi riya mudexeleya van aliyan jî naveroka vê şoreşê têk çû û veguherî bobelatek ku li ser serê gelê Sûriyeyê bariya. Ango Sûriyê serdema şerê qiral, kilîse û zanistê ya sedsalên navîn a Ewrûpayê dijî.
Li Sûriyê isbat bû ku her bizav û tevgera pala xwe nedabe paşxaneyek ideolojîk ku têde azadî, demokrasî, edalet û wekhevî pîvan bin, şoreş nayê hesibandin. Endamên wê ji ber bêçareya xwe ya fikrî û siyasî heman ji hêzên derve re dibin desteka herî wefedar. Dagirkirina axa Sûriyê bi destê van kesên Sûryeyî jî vê yekê isbat dike. Dagirkirina Efrînê jî mînaka herî rezîlane ya serpêhateyên van hêzan e. Van hêzên ku ev heşt salin cilê şoreşgertiyê li xwe kirine, dawiya dawî de paytexta xwe Deraa jî radestî rejîmê kirin. Li vir ferq û cudahiya fikra ku Berxwedana Serdemê li Efrînê û qaşo paytexta “şoreşa Sûriyê” Deraa bi rê ve dibir, derdikeve. Îsbat bû ku berxwedana pala xwe daye paradîgmaya Şoreşa 19 Tîrmehê li Rojava û Bakurê Sûriyê tekane şoreşa rasteqîn a gelên Sûriyeyê ye. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyê bi ideolojiya pêşeng a Netewa Demokratîk xwedî hêza çareseriyê û berxwedanê ne. Di her dem û mekanî dikare dagirkeriyê têk bibe, lê Deraa “tevî hejmara mezin a çek û cebilxanê, cureyên pêşketî yên çekan û piştgiriya bê sînor a hêzên navneteweyî” “mixabin” ji ber nebûna pêşengtiyeke ideolojîk çû û hate radestkirin.

Idrîs HENAN