Rojnameya Ronahî

’Rêber Apo gelê kurd ji koletî kire pêşengê gelên azadixwaz’

Leyla Miwo da zanin ku bi felsefeya Rêber Apo gelê Kurd xwe ji koletiya desthilatdaran rizgarkir û bû pêşengê gelên azadîxwaz.  

Navenda nûçeyan / Qamişlo

Bi armanca têkbirina vîna gelên rojhilata navî, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û ji aliyê hêzên komploger ve radestî dewleta tirkî ya faşîst hat kirin. Rêber APO ev 23 sal in di Girava Îmraliyê de tê tecrîdkirin. Ev çend sal in dgîrkeriya tirkî nahêle parêzer û malbata Rêber APO wî bibînin. Dewleta dagîrker di kesayeta Rêber APO de, êrişê hemû gelên azadîxwaz dike amanc.

Derheqê  tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Ebdulh Ocelan û kiryarên dagîrkeriya tirkî yên li dijî mafên mirovan, hevseroka Yekîtiya Kedkaran ya kantona Qamişlo Leyla Nahid Miwo ji me re axivî

Leyla Miwo diyar kir ku tecrîda ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovayiyê ye û wiha got: ”  Tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, mirov dikare bêje tecrîda li ser mirovayiyê ye. Lewra di sedsala 21’ê de fikrê ku li dijî sîstema desthilatdar ya kapîtalîst, pergala Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk e. Ji bo wê hêzên hegemon, Rêber Apo dîl girtin û radestî dewleta tirkî ya faşîst kirin. Lê ji ber ku nikarîbûn pêşî li belavbûna pergala Rêber Apo bigirin, dest bi tecrîda girankirî li ser  rêbertiyê kirin.”

’Gelên azadîxwaz li derdora felsefeya Rêber Apo kom dibin’

Leyla balkişand ser pergala Rêber Apo ya ku bi parêznameyên xwe li seranserê cîhanê belav kir in û wiha got: “Rêber Apo pergala xwe ya Neteweya Demokratîk bi riya pirtûkên xwe bi gel da nasîn û bi van pirtûkan çavê gelên cîhanê gişan vekir. Rojbiroj felsefeya Rêber Ocalan di cihanê de dibe modela jiyaneke azad. Rêber Apo bû hêviya hemû gelên azadîxwaz.”

’Rêber APO Kurdên azad afirand in’

Leyla da zanîn ku armanca dagîrkeriya tirkî têkbirina fikrên azade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirkî ji hevdîtina bi Rêbertiyê re ditirse. Lewra eger hevdîtin were kirin wê perspaktîfên Rêbertiyê hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo tevayiya gelên azadîxwaz derkevin pêş. Civaka azadîxwaz û demokratîk tev serkeftina xwe di fikrê Rêber APO de dibînin û ev jî ji bo faşîzma desthilatdaran metirsiyan ava dike. Ne dewleta tirkî tenê, tevayiya dewletên hegemon ji vê fikrê ditirsin. Ji ber wê jî destekê didin dewleta tirkî. Armanca wan ji vê yekê fikrên azad ji holê rakin. Lê Rêber Apo bi gelên azadîxwaz re ev plan bêbandor kir. Berxwedana ku rêber APO li Îmralî li hemberî vê sîstemê dimeşîne, ji bo gel bûye hêviya herî mezin ya serkeftinê.”

Hevseroka Yekîtiya Kedkarên Kantona Qamişlo Leyla Nahid Miwo ji gelên azadîxwaz xwest  ku li Rêber Apo xwedî derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê, divê em bikarin fikir û felsefeya Rêber Apo di tevayiya jiyana xwe û di sîstema xwe de pêk bînin. Ji bo ku em Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxin, divê em di nava kar û xebatê de bin. Azadiya Rêber Apo, azadiya 50 milyon Kurdî ye.”