Rojnameya Ronahî

Evîn Cûma: Divê civaka navnetewî li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng nemîme  

Darîn Silê/Qamişlo

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan ya herêma Cizîrê, bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û hêzên çalak kir ku rola xwe baş bilîzin û zextê li hêzên navdewletî bikin da ku zagonên ji bo parastina mafên welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê derxînin.

Êrîşên dagirkeriya Tirkî yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha kiryarên wê yên hovane yên li dijî welatiyên herêmê didomin. Hê jî planên ku Tirkiyê li dijî welatiyan herêmê daye destpêkirin bi dawî nebûye, ji qutkirina ava Firatê dest pê kir, heta ku xak dagîr kir û niha jî bi çekên giran û balafirên bê mirov welatiyên herêmê dike armanc. Li dijî van kiryarên dijmirovî, civaka navdewletî û rêxistinên ku îdîaya parastina mafên mirovan û zarokan dikin jî, hê bêdengin.

`Hêzên navdewletê mafê binpêkirina zagonên navnetewî, dayîne tirkî`

Derbarê êrişên dagîrkeriya Tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û pêkanîna kiryaran li dijî welatiyan rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan ya herêma Cezîrê Evîn Cuma, ji me re axivî û got, Dewleta Tirk ya deriker di demên dawî de êrişên xwe yên li dijî welatiyan zêde kiriye, bi taybetî li herêma Cizîrê rojek derbas nabe ku bajar û gundewarên herêmê neyên bombebarankirin. Di encamê de jî welatî şehîd dibin, ku piraniya wan kesên ciwan û zarokin.

Evîn di berdewamiya axaftina xwe da xuyakirin ku Erdogan bi palanên xwe yên li dijî gelê herêmê biryara qirkirina gelê herêmê daye û axaftina wiha domand: “Tirkiyê dema ku êriş dike qanûn û pîvanên navneteweyî yên parastina mafê mirovan binpê dike û dagirkeriya Tirk li ber çavê tevayiya cîhanê sûcên xwe dike. Cîhan jî li hember vê yekê bêdeng e, herwiha tê xuyakirin ku hêzên, qaşo ji bo ewlekariya herêmê li herêmê bi cih bûne, destûra binpêkirina mafê mirovan dane dewleta Tirkiyê ya dagîrker û qirker.”

‘Êrişên balafirên tirkan pîvanên navneteweyî binpê dike’

Evîn Cuma bal kişand ser îsrara dewleta Tirkî ya dagîrkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û zêdekirina pêkanîna balafiran di dema dawî de û wiha got: “Belavbûna balafirên tirkan li ser esîmanê herêmê dide xuyakirin ku êdî Tirkiye ji qanûnên navneteweyî natirse. Herwiha dagirkeriya tirk rojane welatiyan û malên wan bi topên hawinan û balafirên bêmirov  hedef digire; jimara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane jî gihîşt 122 û ya birîndaran jî 173’an.”

Rêvebira Rêxistina Mafên Mirov ya herêma Cizîrê Evîn Guma di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û hêzên çalak kir ku rola xwe baş bilîzin û zextê li civaka navdewletî bikin, da ku zagonên ji bo parastina mafên welatiyanên bakur û rojhilatê Sûriyê derxîne.

Serjimariya kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker yên vê salê

Rêxistina Mafên Mirovan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serjimariya binpêkirinên dewleta Tirkî ya dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, mîna (bombebaran , balafirên bê mirov, teqîn, qezayên kuştinê û binpêkirina sînor) ku ji 1`ê çileyê heta 20`ê Tebaxê pêk hatine, bi belge kir:

1-Qurbaniyê di bombebaranên Tirkiyê yên ku bi çekên giran, top û hawinan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hatine wihane:

-Li herêma Cezîrê 16 kes jiyana xwe ji dest dane ji wan 4 jin, zarokek, 9 mêr û 4 leşker, 53 kes jî birîndar ji wan 9 jin, 16 zarok û 10 leşker bûn.

-Li herêma Firatê 33 kes jiyana xwe ji dest dan ji wan 4 zarok bûn û 73 kes birîndar ji wan 8 zarok û 27 mêr û jinek jî birîndar bûn.

-Li bajarê Minbicê jî jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 8’in, ji wan 4 zarokin û 5 jî birîndar bûne ku di nav wan de zarokek, zilamek û 3 jin in.

2- Serjimara qurbaniyên di bombebaranên Tirkiyê yên bi balafirên bê mirov yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê:

-Li herêma Cezîrê 48 şehîd, ji wan 7 zarok, 26 mêr, jinek û 14 leşker bûn, heriwha 50 kesên birîndar, ji wan 12 zarok, 4 jin, 30 mêr û 4 leşker bûn.

-Li herêma Firatê jî jimara şehîdan 11 bûn û yê birîndaran jî 14 e, ji wan 4 jê jinin..

3- Serjimariya binpêkirinên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê:

-Li herêma Cezîrê çar bûyerên kuştin û îşkencekirinê, pênc lêdan û destdirêjî çêbûne.

-Li herêma Firatê jî sê bûyerên lêdan û destdirêjiyê çêbûne.

4- Serjimariya binpêkirinên Tirkiyê li yên bi rêya teqîn û qezayên Cînayî li herêmên dagîrkirî:

-Li Serêkaniyê û Girê Spî 2 bûyerên kuştinê û birîndarkirina zarokekî, herwiha 6 birîndarên teqînan ku di yek ji wan jî zarok bû.

5- Serjimariya binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî sivîlan weke kuştin, revandin, şewitandin û birîna daran li Efrînê:

-24 bûyerên kuştinê, 380 revandin, birîna 100 dar û şewitandin 300 darî li Efrîn. Herwiha guhertina demografiya Efrînê û avakirina zêdetirî 8 avahiyên mêtîngeriyê.