Rojnameya Ronahî

Ya esas berjewendiyên stratejîk in!

Memed Serdar

Hişmendiya dewlet û desthilatdariyê  li gorî berjewendiyên xwe her merheleyê de taktîk, stratejî, uslûb û rê û rêbazên cuda esas digire. Gelek caran di navbera siyasetê de ku ji xwe re esas digire nakokiyên pir mezin derdikevin. Wek mînak, derbare mijarekê de îro pîvanekê diyar dikin û wek xeta sor bi nav dikin, lê piştî demekê ew xeta sor tê guhertin û siyaseteke berûvajî wê tê esasgirtin. Vê rewşê sekneke bêpîvan nabînin, berûvajî wê bi aqil tevgerandin dibînin.

Civakên weke civaka me, ya ku manewîyatê esas digire tevgerandina siyaseta rast, bi pîvan û bi sinc weke tişteke nebe, nabe ye. Ji ber wê îro tiştek gotin û sibe berûvajî vê tiştek dingotin, di civaka me de bêpîvanî û bêsincî ye. Siyasetmedarên bi hişmendiya dewletê tev digerin ji ber vê taybetmendiyên wan pir zû eşkere dibin û nikarin xwe bi civakê bidin pejirandin.

Siyasetmedarên ku niha bi hev re tev digerin, axaftinên wan derbarê hev de kiribûn lê binerin, bi çi rûyî dikarin werin cem hev tiştekî pir balkêş e. Di navbera hinek ji wan siyasetmedaran de jî, ne tenê axaftinên xirab hatine kirin. Derbarê welatê hev de kar û xebatên xerakirinê ya herî giran hatine meşandin, dijminayiyeke fermî pêş ketiye. Lê di gel vê jî, dema mijar dibe berjewendî, hemû xetên sor dikarin daynin aliyekî û carekedin weke ku tiştek nebûbe hevdîtin û îttîfaqan bikin.

Mînaka yekê ya şirîka Erdogan ya hikûmetê, partiya faşîst MHP û serokê wê Bahçelî`ne. Tê zanîn gotinên ku Erdogan û Bahçelî ji hev re gotîn mirovên herî ketî jî wan gotinan bi hêsanî bi kar naynin. Lê niha ji bo berjewendiyên siyasî, bûne şîrîkên hev û dostaniyê dikin. Herwiha mînaka herî balkêş, Erdogan û Esed berî niha dostayiya wan gihîştibû asteke wisa ku civîna wezîran ya hevbeş çêkin. Ev dostayiya wan destpêkirina `projeya Rojhilata Navî ya mezin` bi mûdaxaleya Surî re hat guhertin û li şûna dostayiyê dijminayiyeke mezin girt.

Tişta ku wê demê Erdogan û Esed gihandin hev dijminayiya Kurdan bû. Piştî ku li hemberî Kurdan komploya navneteweyî pêş ket û li gorî wan Kurd lawaz bûn, projeya `Bihara Ereban` dest pê kir. Li gorî pêwîstiyên siyaseta `Bihara Ereban` diviya weke gelek dewletên Rojhilata Navî li Sûrî jî tevlîhevî û parçebûn pêş bikeve. Berpirsiyarî û pêşengiya mûdaxaleya Sûrî Erdoxan girt ser xwe. Bi navê artêşa azad û pişt re bû artêşa Surî ya neteweyî bi hezaran çeteyên bermayiyên DAIŞ û El Qaîdê birêxistin kirin û li hemberî dewleta Sûrî dan şerkirin.

Lî gorî plansaziya projeya `Rojhilata Navî ya Mezin` li ser Sûrî herî zêde çend mehekê de diviya bi ser bikeve. Erdogan berî sê rojan li mizgefta Emewî de gef dixwar. Plansaziya çend mehan gîhîşt 10 salan, lê her roj ji serkeftinê dûrtir dikevin.

Wek encam rewşa ku îro gîhîştinê, fêm kirin ku domandina vê rewşê ji gelek aliyan ve ne pêkan e. Bi taybetî dewleta Tirkiyê ji aliyê leşkerî, aborî, dîplomasî û civakî ve tengaviyeke pir mezin  heye. Ji hemûyan girîngtir jî, ji encama şer û bê istîqrariya demdirêj ku Kurdan xwe nîzîkî azadiyê kiriye û statûya Rêveberiya Xweser ji aliyê gelek welatan ve fermî tê naskirin û ev rewş wê mayînde bibe. Di civîna Tehran û Soçî de eşkere bû ku dewleta dagîrker ya Tirkiyê di stratejiyên xwe de guhertineke bingehî çêkiriye. Fêm kiriye ku ji bo pêşigirtina naskirina statûyê Rojava tenê yek rê heye, ew jî bi Esed re careke din lihevkirina li dijî Kurdan e. Siyaseta Erdogan ya dijmanayiya Sûrî, li Sûrî serkeftinek bi dest nexist. Berûvajî wê Kurd bi hêz kirin û statûyeke navdewletî bi dest xistin, herwiha li gorî şîroveyê wan Kurd hatin ber bi dewletbûnê.

Wezîra AKPê ya karubarê civakî Derya Yanik, berî çend rojan li xwe mikur hatibû li ser TV gotibû: `hemû kar û barê hikûmeta AKP’ê yê sereke ew e ku, Kurd nebin xwedîstatû`.

Li gorî vê stratejiyê bi hemû derfet û alîkariya xwe NATO nikarî pêşiyê Kurdan bigire. Digel endamtiya NATO îttîfaqê Rusya jî nikarî pêşiya Kurdan bigire. Niha tengayiya ku Tirkiye tê de ye dibîne ku yek rê tenê heye ji bo pêşigirtina Kurdan. Li gorî wê jî amade ye digel hemû gotinên xirab û gefên tinêkirinê û dagîrkirinê careke din bi Esed`re li hev bike.

Dewleta dagîrker ya Tirkiyê ji bo Kurd nebin xwedîstatû, amade ye bi her kesî re îttîfaqê bike û amade ye hemû tawîzan bide. Pîvana esasî ya ku dewleta dagîrker ya Tirkiyê ji xwe re esas digire ev e. Ev heqîqet di dîrokê de jî wisa bû, niha jî wisa ye.