Rojnameya Ronahî

Penaberên Iraqî derbarê xetera Kampa Holê de çi dibêjin gelo?

Hêzên Ewlekariya Hundir bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk Qonaxa duduyan ya Operasyona Mirovî û Ewlekariyê dan destpêkirin. Penaberên Iraqî derbarê vê Operasyonê de û xetera şaneyên razayî yên DAIŞê de bi rengekî ne eşkere axivîn.

 

Kampa Holê a ku ji penaberên Îraqî û koçberiyê Sûriyê her wiha ji malbat û hevjînên DAIŞ’ê pêk tên, 45km rojhilatî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve. Piştî ku Baxoz a Dêrazorê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 23’ê Adara 2019’an ve hat rizgarkirin, malbatên ku xwe radestî hêzên HSD’ê kirin ji Kampa Holê re hatin veguhestin. Li ser bingehê ku aramî û ewlehiya kampê avabikin û rê li ber qetilkirina jinan û mêran a zêde bigrin di 28’ê Adara 2021’an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” dan dest pê kirin. Ji ber qetilkirina jinan a zêde Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) her wiha bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û QSD’ê Qonaxa Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 25’ê Tebaxê de dan destpêkirin.

Derbarê xeteriya Kampa Holê de jî penaberên Îraqî ji ajansa me re axivîn.

“Em nikarin bi ti kesekî re bikevin diyalogê, sînorê me heta bazarê ye û hew”

Aya ji Mûsila Îraqê ye, 5 sal in li Kampa Holê di fêza yekemîn a Kampê de ango beşa Penaberên Îraqê jiyan dike. Derbarê rewşa Kampa Holê û bûyerên ku di nava wê de rû didin wiha dibêje: “Em di hundirê kampê de bi bûyerên qetikirinê dibhîsin. Ma ji derveyî DAIŞ’ê û şaneyên wan wê kî bûyerên wiha bikin?. Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dan dest pê kirin, pir baş e ji ber ku êdî kamp ji kesên xirabiyan dikin paqij dibe. Em jî dixwazin ku malbatên DAIŞ’ê ji vir derkevin, ji xwe em ê jî derkevin di rojên pêş de vegerin welatê xwe. Em tenê heya bazarê diçin pêdiviyên xwe tînin û tên konê xwe. Em ji jinên DAIŞ û malbatên wan pir ditirsin ji ber wê em nikarin bi rihetî tevbigerin. Em nikarin bi kesekê/î re bikevin diyalogê, sînorê me heya bazarê ye û hew. Ji derveyî wê em newêrin gava xwe jî biavêjin.”

Bûyerên kuştin, destdirêjî û revandina zarokan

Cewahir Midî penabereke ji Îraqê ye, 4 sal in ez li vir tevî malbata xwe jiyan dikim. Derbarê rewşa ewlehiya kampê û bêaramiya ku jiyan dikin wiha got: “Dema ku em hêzên ewlekariya hundirîn dibînin em aramiyê hîs dikin, lê di nava kampê de aramî tune ye berovajî wê heye. Taybet di aliyê bûyerên kuştin, tecawîzkirin û revandina zarokan de. Demê pêş de em ê derkevin û herin Îraqê, em sebir nakin ku kengî vegerin. Em li ser zarokên xwe pir ditisin. Operasyona ku hêzên ewlekariya hundirîn da ye dest pê kirin, em pir jê kêfxweşin û xwezî ku her tim operasyonên wiha hebin. Ji ber ku em aramî û ewlehiyê dixwazin. Em ji ber şer reviyan û hatin vir, em jî dixwazin hêzên li vir aramiyê ji mere peyda bikin.”

“Em bi ti kesî re nakevin diyalogê”

Ibtîsam Mihemed jî ji bajarê Selah El-Dînê Îraqê ye, sedema hatina wê li vir wiha got: “Di navbera Heşîd El-Şebî û çeteyan de şer derket, ji ber wê em neçar man ku wekî sivîlên ji wir tevî zarokên xwe koç bibin. Em ji mirinê reviyan. Ji buyî wê li vir li kampê jî em têkiliyên xwe bi kesî re çênakin û karê xwe ji kesî nayînin û em bêdeng jiyan dikin. Me deriyê xwe girtiye û diyalogê bi kesî re çênakin. Em li ser zarokên xwe ditirsin ku gotinekê an jî tiştekî fêr bibin, ev jî dibe sedema ku em bi kesî re nekevin diyalogê.”

“Ka kî di binê wan cilûbergên reş de çi dike nake ti kes nizane”

Hemdiya Mihemed jî ji tirsa ku hevjînên DAIŞ û gefên ku wan xwarine, neçar dimîne ku li ser rûyê xwe bigre û wiha dibêje: “5 sal in ez li kampê dijîm. Roj û salên berê pir baş û aram derbas dibûn lê van salên dawiyê pir nebaş bûn ji bo me. Em hemû cil û bergên reş li xwe dikin. Lê kî di bin wî kirasî de çi dike nake kes nizane. Di vê salê de em ê ji kampê derkevin, vegerin welatê xwe. Ez pir bi hêvî me ku vegerim Îraqê û jiyana xwe ya normal êdî jiyan bikim. Zeviyan biçînim û erdê xwe cot bikim. Dixwazim her tiştê li vir qawimî ye ji bîr bikim. Naxwazin tiştekî ji bîranîn û bûyerên ku me li vir jiyan kir bi xwere bibim welatê xwe. Dixwazim zarokên xwe jî bidim xwendin, raste li vir dixwînin lê ne wekî ku mirov li dibistanê bixwîne û bawernameyan bigre. Ez bi hêvî me ku zarokên me her tiştî li vir jiyan kirine ji bîr bikin û di hişê wan de nemîne.”

“Jin û mêr tên kuştin, lê ka sedem çi ye, ti kes nizane”

Penabereke din ji Îraqê ye ew jî wiha dibêje: “Hêviya min ew e ku ez ji Sûriyê derkevim û herim Îraqê. Dixwazim hemû sal, meh û rojên ku min li Sûriyê derbas kiriye ji bîr bikim. Em dibihîzin ku jinek ango mêrek hatiye qetilkirin, lê sedema qetilkirina wan çi ye jî nayê zanîn. Li vir kuştin û birçîbûnê heye. Ez dixwazim herim û zarokên xwe xwendin bidim.”

 

JINHA