Rojnameya Ronahî

`Ji hêza xwe bawer be, nebêje nikarim`

Ronahî-Eyn Îsa

Ji bo debara pêdiviyên jiyanê û xwedîkirina 5 zarokan ku yek ji wan nexweşê giran e, Yadê Helîma Mihemed, li kampê xwe fêrî dirûna cilan dike. Di demeke kurt de, fêrî dirûna her cureyên cilan dibe û ev kar jê re dibe deriyê debara jiyanê.

Li Kampa Girê Spî ji bo debara jiyanê, jinên xwedîpîşe karê xwe didomînin. Cîhan Elî dirûnvana cilan Cîhan Elî berî ku dewleta tirkî ya dagîrker bajarê Girê Spî dagîr bike, ji bo debara malbata xwe, karê dirûnê dike. Piştî dagîrkirina bajêr, derbasî kampê dibe. Li wir jî kar, xwe didomîne.

Herwiha tevî şert û mercên zehmet ku Cîhan û tevayiya koçberan tê de derbas dibin, bi armanca alîkariya jinên ku dixwazin fêrî karp dirûnê bibin, Cîhan dest bi fêrkirina bêpere dike.

Cîhan ji bo jinên kampê dibe mînak. Yadê Helîma ya 50 salî, jî dibe şagirta wê û xwe fêrî dirûna cilan dike.

`Li berpirsiyariya xwe xwedî derkeve`

Yadê Helîma wiha dibêje: “Rewşa ku em di van salên dawî de tê re derbas dibin pir zehmet e û biêş e. Bi taybetî piştî wefata hevjînê min ku berî 5 salan wefat bû. Lewra berpirsyariya malbatê tev ket ser milê min. Kurê min (Yezen) nexweşê giran e û pêwîstiya wî bi lênerîna taybet heye. Tevî van zehmetiyan ez bêhêvî nebûm, bi keda xwe li wan xwedî derdikevim. Lewra divê em ji hêza xwe bawer bin, bi taybetî jin. Lewra dikare di malbatê de rola dêûbav bilîze.

Helîma diyar kir ku, moralê xwe yê xwedîkirina malbatê ji îradeya Cîhan girtiye. Helîma axaftina xwe wiha domand: Piştî ku dewleta tirkî ya dagîrker bajarê me dagîr kir û em koçber bûn, di hişê min de lêgerîna li derfetên taybet ji bo debara malbatê dest pê kir. Piştî ku em derbasî kampa koçberan ya Girê Spî bûn. Bi vekirina kampê re min Cîhan nas kir û min ji israr û vîna wê ya xwedîderketina li mallbatê, moral girt. Ne di dirûtinê tenê de, êdî di her qada jiyanê de, bûme xwedîhêz.

`Bi keda xwe hêviyên xwe pêk bînin`

Yadê Halîma piştî 6 mehan zêdetir fêrî dirûna cilan dibe. Ji bo pêdiviyên malbata xwe pêk bîne dest bi kar dike. Helîma axaftina xwe wiha domand: Ez bawer dikim ku her kes xwediya enerjiya mezin e ku her zehmetiyê derbas bike. Ji ber wê divê ti carî mirov bêhêvî nebe. Gelek jin hene ku di hundirê xwe de dihizirin ku nikarin tiştekî bikin. Ev bandoreke neyinî li kesayeta wan û yên li derdora wan dike. Ji ber wê divê mirov bi taybetî jin ji hêza xwe bawer be û ti carî bêhêvî nebe. Herwiha divê nebin sedema şkandina hêviyên kesên derdora xwe jî.

Yadê Helîma Mihemed di dawiyê de hêvî kir ku jinên herêmê, bi taybetî jinên koçber, bibin xwediyên hêzeke xurttir da jiyaneke nû ava bikin. Lewra di vê demê de cihê lawaziyê nîne. Heriwha hêjayî bîrxistinê ye ku koçberên Kampa Girê Spî, ji bo vegera bajarê xwe, li ber xwe didin û derfetê nadin ti hêzan ku vîna wan bi siyaseta xwe ya qirêj bişkînin.