Rojnameya Ronahî

Ji sedî 95’ê gola Urmiyê ziwa bûye

Gola Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê ber bi ziwabûnê ve diçe. Berpirsek berê yê hikumeta Îranê dibêje, hişkbûna gola Urmiyê wê bandorê ne li jîngehê tenê bike, dibe ku metirsiyeke ewleyiyê jî bi xwe re bîne, ji ber wê ti hikumet nikarin li Îranê dewam bikin.”

Serokê berê yê Saziya Parastina Jîngehê ya Îranê Îsa Kalanterî di daxuyaniyekê de ragihand ku ger gola Urmiye zuha bibe, wê di aliyê ewlehiyê de bandoriyê li ser hikumeta Îranê bike û ti hikumetek li Îranê nikare berdewam bike.

Kalanterî destnîşankir ku di golê de 30 milyar ton xwê heye û ger ku gol zuha bibe bi bahozê barîna xwê wê bandorî li ser herêmê bike û got: “Di encama egeran de dibe bajarên nêzîkî golê wek Tewêz dibe were vale kirin. Projeya valekirina vî bajarî jî yek trîlyon dolare.”

Îsa Kalanterî rexne li hikumeta Îranê kir ku di aliyê çarenusa golê de bê xemiyê dikin û dibêje: “Di sala 1990 de pispor û şarezayan di derbarê jîngehê de li ser hişkbûna gola Urmiyê hişyarî dabûn. Lê hikumetê van hişyariyan cidî negirt. Divê hikûmet bi her awayî ji bo vejandina gola Urmiyê bixebite. Eger zeviyên çandiniyên yên derdorê hişk bibin jî, berdêla vegerandina golê bidin.”

Li gor rapora Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a parêzgeha Urmiyê,  ji sedan 95’ê gola Urmiyê zuwa bûye.

Pisporên keşnasiyê dibêjin, zuwabûna tam a gola Urmiyê dê bibe sedema bahozên xwê yan jî barana xwê. Bi vê yekê çandinî û jiyana herêmên derdor wê têk bibe û gelek deverên Îranê û welatên cîran ên weke Iraq, Tirkiye û Azerbaycanê wê ber bi çolbûnê ve biçin.

Xirab bikaranîna çavkaniyên avê, kolandina hejmareke zêde ya bîrên li derdora gola Urmiyê, bê plansazî û siyaseta şaş a hikumeta Îranê di warê rubirubûna çavkaniyên avê de, guhertina rêya hinek rubaran wek sedemên sereke yên zuhabûnê têne dîtin.

ROJNEWS