Rojnameya Ronahî

Heval Kwêstan: Di nava PKK’ê de û li rojavayê Kurdistanê jin xwediya rolek mezin e 

 

Çapa Sisiyan ya pirtûka ‘Afret û janî li dayîbûnek nû’ ku ji aliyê Heval Kwêstan ve hatiye nivîsandin, piştî 44 salan hat belavkirin. 

Di dema xwe de ev pirtûk ji bo teşwîqkirina jinan û zanîna erk û mafên wan hatibû nivîsandin. Lê wekî ku nivîskar dibêje, “Şoreş û saziyên hikûmetê piştî şoreşê giringî nedan cih û fikrên jinan. Nekarîn sud ji kêrhatinên jinan wergirin ku niha li Rojavayê Kurdistan û di nava PKK’ê de jin xwedî rolek sereke ne.”

Derbarê çapa sêyem a pirtûka ‘Afret û janî li dayîbûnek nû’ nivîskar Heval Kuwêstan ji Rojnews re axivî.

Nivîskar Heval Kuwêstan da zanîn wî di  sala 1978’an de vê pirtûkê nivîsandiye, di sala 1979’an de hatiye çapkirin û heman salê li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê dubare hatiye çapkirin. Heval got, îsal jî li ser xwesteka gelek dost û hevalan me cara sêyem çapkir.

Derbarê armanca nivîsandina pirtûkê de Heval Kuwêstan got: “Armanca sereke ya nivîsîna vê pirtûkê ew bû ku jin ji wê rewşa ku têde ne werin hişyarkirin, her wiha ji bo jin erk û mafên xwe yên civakî bizanibin ku çawan mafên zilam di yasa, civak û çandê de tên li berçavgirtin, bi heman awayî divê mafên jinan jî werin liberçavgirtin.”

Heval Kuwêstan da zanîn ji beriya 44 salan dema ku wî ev pirtûk nivîsand zext û zilmek mezin ya rejima Baas a wê demê hebû. Kuwêstan wiha domand: “Wê demê xebata nîştimanîjî pêwîstî bi beşdarîkirin û çalakiya hemû çîn û beşên civakê hebû. Armanca nivîsîna vê pirtûkê ew bû ku jin teşwîqî xebatkirinê bibin. Ji berku tevlîbûna wan hem xebata nîştimanî bihêz dikir hem jî cihê jinê di wê demê de  bihêztir dikir. Diviyabû piştî serkeftina şoreşê cih, rola jinê û kêrhatinên wê li berçav bihatana girtin. Jinan bikarîbûna di nava saziyan de cihek diyar girtiban û mil bi milê zilam xebat bikirana.”

Di dewamê de Nivîskar Kuwêstan got ku dema wê ew pirtûk nivîsandî bi hêvî bû ku şoreş di warê fîzîkî, hizrî û kêrhatinê de sud ji jinê wergire û wiha domkir: “Ez bi hêvîbûm ku jin wê di şoreşê de rola xwe hebin mîna niha ku jin di nava PKK’ê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî rolek berbiçavin. Lê mixabin saziyên şoreş û hikûmetê piştî şoreşa Başûrê Kurdistanê nekarîn sud ji jêhatinên jinan wergire û jin ji mafên xwe hatin bê parhiştin. Cardin hêvîdarim çapa vê carê ya pirtûkê bibe sedema beşdarîkirinek cidî ya di rastkirina vê rewşa giran ku jin têde ne. Bi taybet niha ku şideta li beramberî jinan gelek zêde bûye.”

Pirtûka ‘Afret û janî li dayîbûnek nû’ li tu pirtûkxaneyan nayê firotin. Ji berku ji aliyê nivîskar ve wek diyarî tê dayîna xwêneran. Piştî çapa sêyem jî li heşt bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê daxwaz ji nivîskarê pirtûkê hatiye kirin bi merasîman pirtûka xwe bide nasandin.

ROJNEWS