Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derketinê de alavên elektronîk çêkirin

06/08/2022
in NÛÇE
A A
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derketinê de alavên elektronîk çêkirin

????????????????????????????????????

Share on FacebookShare on Twitter
Xwendekarên Mekatronîk ya Peymangeha Bilind ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava projeyên xwe yên derketinê pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de robot û alavên elektronîk çêkirine da di paşrojê de sûd ji wan were girtin.

 

Vekirina Zanîngeha Rojava Tebaxa 2016’an, yek ji serkeftinên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Li gel destkeftiyên tenduristî û xizmetgûzarî yên bi armanca avakirina nifşekî pêşketî û zana, zanîngeh xwe dispêre derfetên xweser û pisporiyên xwecihî û sûdê ji tecrûbe û têkiliyên navneteweyî digire û pêş dixe.
Beşa Mekatronîk ya Peymangeha Bilind ya Zanistên Teknîkî ya li zanîngehê ku 2019`an hat vekirin, yek ji beşên nû yên zanîngehê ye ku xwe dispêre pêşxistin û avakirina pisporiyên teknîkî yên xwendekaran da ku di qadên elektronîk de sûdê jê bigirin.
Mekatronîkqadeke endezyarî ya berfireh e ku endzyariya mekanîk û ya kehrebeyê, endezyariya kompûterê, herwiha endezyariya elektronîk pêk tê û xwe dispêre teoriya tehekumê. Ev beş ji civakê re girîng e ji ber ku cîhana elektronîk pêş ketiye.
Piştî 3 salan ji vekirina vê peymangehê, di van rojan de 44 xwendekarên beşa mekatronîk projeyên xwe yên derketinê yên çêkirina alavên elektronîk pêşkêş dikin ku dibe di siberojê de sûdê jê bigirin.
Sîstema xwendinê ya li vê peymangehê wek pergehên werzên xwendinê ye ku ji 6 werzan pêk tê û li ser 3 salan hatiye dabeşkirin. Derketiyên vê peymangehê karin di gelek waran de bixebitin, ji wan taqîgehên nû, kargehên nû, werşeyên teknîkî, sazkirin û sererastkirina alavên elektronîk ên pêşketî.
Endama rêveber ya Beşa Peymangeha Bilind ya Zanistên Teknîkî û endezyar Sîham Mihemed diyar kir ku di salên xwendinê de di vê peymangehê de, digel beş nû bû û derfet jî kêm bûn, karîn zemîneke baş ava bikin ku di warê xwendinê û teknîkê de xwe bispêrinê. Li aliyekî din jî pisporan di salên xwendinê de wane dan xwendekaran ku behreyên wan xurt bibin.
Lewend Yusif ku yek ji derketiyên vê peymangehê ye axivî û got wan li vê peymangehê xwendina xwe ya teorî û pratîkî bi dawî kirine û alavê ku piştî pêşxistinê di paşrojê de karin xwe bispêrinê, herwiha projeyên din jî ku di dema pêş de bixwînin, pêşkêş kirine.
‘Ambargoyê bandor li me kir’

Lewend Yusif diyar kir ku ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li Zanîngeha Rojava kir, lewma di peydakirina madeyên çêkirina parçeyên elektronîk de zehmetiyan dikişîne û got: “Di heman demê de nikare xwe bigihîne zanîngehên navneteweyî, lê tevî vê serkeftina projeya xwe îsbat kir ku li ser asta Rojhilata Navîn yekane model e.”
Lewend Yusif destnîşan kir ku armanca wan ji çêkirina alavên elektronîk û pêşxistina wê di pêşerojê de ew e ku xizmeta mirovahiyê bikin û di kargehan de werin bikaranîn.
‘di roja me ya îro de mirov xwe dispêre teknîk û teknolojiyê’
Ji xwendekarê ji Efrînê yê bi navê Omer Şahîn anî ziman ku piştî 3 salan ji xwendinê, projeya xwe ya derçûnê amade kir û wiha dewam kir: “Armanca sereke ji vê projeyê ew e ku civak sûdê jê werbigirin û xizmeta wan bike, nexasim di halê hazir de ku xwe dispêre teknîk û teknolojiya.”
Omer Şahîn destnîşan kir ku hewcedariya welat bi vê teknolojiya mezin heye û got: “Mînaka wê jî dema artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kir, çekên pêşketî yên ku NATO`yê dane wan bi kar anîn. Lewma divê ev qad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşxistin û xurttkirin nemaze ku ev beş alavan pêşkêş kirin ku hêjaye di pêşerojê de were pêşxistin û alavan çêdike ku di kargehan de bi karkeran re bibe alîkar.”
ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.