Rojnameya Ronahî

’Dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya gelên herêmê xeter e’

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Welîd Çolî diyar kir ku armanca dagîrkeriya tirkî  parçekirina xaka sûriyê ye û got, pêwîst e hikumeta şamê erkê xwe pêk bîne û li dijî dagîrkirina xaka Sûriyê helwesteke cidî nîşan bide

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Biratiya Gelan, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, dagîrkerî û çeteyên wê, gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ne. Di rojên dawî de, dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê, êriş û gefên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Li ser gefên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û civînin Tirkan bi hêzên navneteweyî re, lêkolînerê siyasî Welîd Çolî ji me re axivî.

’NATO ji bo berjewndiyên xwe yên li Rojhilata Navî Tirkiyê bi kar tîne’

Welîd Çolî diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo berjewndiyên xwe destekê didin dewleta tirkî û wiha got: “Têkiliya NATO bi Tirkiyê re li ser du qonaxan hat avakirin. Ya yekê di çarçoveya  şerê sar yê di navbera hêzên Rojavayî û Yêkîtiya Sovyetan de, ku ji sa 1947’an heta 1991’ê, dewam kir. Qonaxa duduyan jî piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetan, derketina rola Rûsya, Çîn û tevgerên Islamî li Rojhilata Navî. NATO li ser vî binghî destek da Tirkiyê. Piştî krîzên derketina krîzan li Rojhilata Navî , Asiya Navî û Rojhilatê Ewropa, Tirkiyê ji bo pêkanîna projeyên xwe yên  weke Osmaniya nû û Mîsaqa Milî hin tişt bi dest xistin. Tirkiyê baweriya xwe bi erdîngariya xwe neanî. Rayedarên Tirkiyê eşkere dibêjin emê erdîngariya dewleta xwe bi aliyê Sûriye, Iraq  û Yûnanistanê ve fereh bikin.  Dagîrkeriya tirkî  dixwaze ji nakokiyên di navbera  hêzên navnetewyî de sûdê bigire. Di dema niha de jî ku şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de xurt bûye, Tirkiyê derfet dîtiye ku siyaseta xwe bimeşîne û êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê bike”

Çolî bal kişand ser civînên dewleta tirkî yên bi hêzên navnetewyî re yên ji bo bidesxistina erêkirina êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Dewlta tirkî di civîna NATO ya li Medrîdê de,  gefên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê dubare kirin û ji endamê NATO  bêdengî dît. Em nikarin teqez bikin ka Tirkiyê  ji bo êrişên ser herêmê ji NATO destûr girtiye yan na, lê li hemberî gefên wê bêdengî hebû. Rayedarên Tirkiyê eşkere gotin NATO  gefên Tirkiyê yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê gotûpêj nekirine.”

’Dewleta tirkî ji nakokiya di nabera Amrîka û Rûsya de sûdê digire’

Çolî da xuyakirin ku dagîrkeriya tirkî li ser nakokiya di navbera Rûsya û NATO de dilîze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliya Tirkiyê bi Rûsya û NATO re ne li gorî asta ku her du alî dixwazin e. Tirkiye di navbera wan de li ser du benan dilîze. Ji ber wê helwesta xwe di şerê di nabera Rûsya û Ukrayna de bi rengekî zelal eşkere nekiriye. Ne piştgiriya NATO bi temamî kiriye, ne jî ya Rûsya. Derbarê Deryaya Reş de jî hin kartên zextê di dest Tirkiyê de hene û wan bi kar tîne. Di dema dagîrkirina Efrînê de, Rûsya ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya dagîrkeriya tirkî kir. Lê Rûsya niha  dixwaze tevayiya xaka Sûriyê vegerîne binê kontrola rêjima Esed û pêwêst e derftê nede Tirkiyê ku êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bike. Di demên pêş de, dibe ku Rûsya bi riya bazarên siyasî derfetê bide dagîrkeriya tirkî ku êriş bike û her tişt pêkan e.”

’Hêzên netewperest projeya Rêveberiya Xweser li ser desthilatdariya xwe xeter dibînin’

Lîkolênerê siyasî Welîd Çolî diyar kir ku ji bo têkbirina êrişên dagîrkeriyê yekîtiya gelên herêmê pêwîst e û axaftina xwe wiha qedand: “Projeyeke wekî projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevayiya gelên Sûriyê pir girîng e. Projeyeke wisa ye ku bi rengê nenavendiya dewletê sîstema dewleta Sûriyê nîşan dike. Ew çareseriya krîza Sûriyê ye û wê bandorê li tevayiya sîstemên Rojhilata Navî bike. Ji ber wê hêzên netewperest vê projeya demokratîk li ser sîstemên xwe xeter dibînin û dixwazin têk bibin. Xetera gefên êrişa dagîrkeriya tirkî ser hermên bakur û rojhilatê Sûriyê pir mezin e. Xetera dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya gelên herêmê ye.  Pêwîst e gelên herêmê yekîtiyê xwe xurt bikin û êrişên dagîrkeriyê têk bibin.”