Rojnameya Ronahî

Ti kes naçe pirtûkxaneyan!

Li Başûrê Kurdistanê nexasim li deverên di binê rêveberiya Herêma Kurdistanê de bi giştî xwendina pirtûkan kêm dibe. 

Li Başûrê Kurdistanê nexasim li deverên di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de bi giştî xwendina pirtûkan kêm dibe. Her çiqas hatina înternetê û torên medya dijîtal bandoreke rasterast li ser kêmbûna wê hebe jî, xwendina pirtûkan mijareke wisa ye ku nabe mirov berguh û piştguh bike.

Ji ber nebûna xwîneran, li pirtûkxaneyan pirtûk di nava tozê de mane. Kesên diçin serdana pirtûkxaneyan jî pirraniya xwe xwendekarên zanîngehê yên qonaxa dawî ne. Ji bo teza xwe hazir bikin, neçar dimînin pirtûkan bixwînin, nexwe ew ji pirtûkan hez nakin! Tenê ji bo çend çavkaniyan li teza xwe zêde bikin, diçin pirtûkxaneyan. Li gorî gotina xwînerekî, kêmasiya xwendina pirtûkan metirsî ye û divê rêxistin kar li ser teşwîqkirina welatiyan a ji bo xwendina pirtûkan bikin.

‘Divê em bizanin em çi dixwînin’

Derbarê giringiya xwendina pirtûkan de xwînerê pirtûkan Aras Refîq got, “Bi saya xwendinê mirov hişyar dibe û xwe nas dike. Her wiha bi rêya xwendinê agahiya me ji derûdora me jî çêdibe. Tenê xwendin ne bes e, divê em bizanin ka em çi dixwînin û di derbarê çi de dixwînin.”

Aras Refîk îşaret bi giringiya wergera pirtûkan jî kir û got, “Kesên pirtûkan werdigerînin jî divê baş wergerê bikin. Dema wergerek ne baş be, meriv nikare zû bi zû jê fêhm bike û ev yek jî dike ku kela canê meriv ya li hember xwendinê bitefe.”

‘Divê xwendin bibe çandek’

Nivîskar Mihemed Sabîr jî got, “Rêjeya xwendina pirtûkan kêm bûye, yên dixwînin jî asta wan a xwendinê lewaz e. Dikarim bêjim, bandoreke mezin a amêrên elektronîk li ser xwendina pirtûk, kovar û rojnameyan bûye.” Mihemed Sabîr xwest rêxistinên civaka sivîl rola xwe bilîzin û welatiyan teşwîqê xwendina pirtûkan bikin: “Divê xwendina pirtûkan bibe çandek. Niha jî tenê yên ku pirtûkan dixwînin yên xwedî vê çandê ne. Heger wisa dewam bike, rewş pirr xeter e. Nifşê niha zêde giringiyê bi xwendina pirtûkan nade. Bi qasî giringiyê bi reklam û tiştên din dide, ewqas giringiyê bi xwendina pirtûkan nade.”

Kejal Fetah ku li pirtûkxaneya giştî ya Xurmalê kar dike û wî jî got, “Niha li Herêma Kurdistanê rêjeya kesên pirtûkan dixwînin gelekî kêm e.

Niha li vê pirtûkxaneyê 6 hezar û 500 pirtûk hene. Lê di nav mehekê de tenê 40 an jî 50 kes tên da ku pirtûkan bixwînin. Kesên tên jî ji neçarî tên, ji ber teza xwe binivisînin û çend çavkaniyan nîşan bidin, pirtûkan dixwînin.”

ROJNEWS