Rojnameya Ronahî

Rengên Mexmûrê li Schwerinê ne

30 wêneyên hunermendên ji wargeha Mexmûrê li Schwerinê tên nîşandan. Hatina ji pêşangehê wê ji Mexmûrê re bê şandin. Organîzatorên pêşangehê bang li xelkê kir ku piştgiriya wargeha Mexmûrê zêde bikin. 

Li bajarê Elmanyayê Schwerinê, wêneyên şêwekarên ciwan ên ji wargeha Mexmûrê di pêşangehekê de hatin nîşandan. Di wêneyan de êş, kerb, hêvî û jiyan xwe bi hunerê van penaberên li ser erda welatê xwe nîşanî me dide.

Ji wexta ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê xwe avêtine bextê Başûrê Kurdistanê û ji wir ji ber zilma PDK´ê heta bi çolistana Mexmûrê çûn û li wir wargeh avakirin, ew di warê huner de jî her çalak in. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji sala 2003´yan ve yanî ji destpêkê ve atolyeyên wênesaziyê çalak in. Berhemên li wan atolyeyan hatine hilberandin, li bajarê Elmanyayê Schwerinê bi pêşangehekê tên nîşandan. Wêne li avahiya dibistana perwerdekirina mezinan Volkshochschule (VHS) a Schwerinê tên nîşandan. Pêşangehê 6´ê Tîrmehê deriyê xwe li xelkê vekir. Roja vekirina pêşangehê rêvebera VHS a Schwerinê Susanne Kapellusch, pisporê anesteziyê Dr. Ernst Krefft û parlamentera berê ya HDP´ê Selma Irmak jî amade bûn.

Hatin ji bo wargeha Mexmûrê ye

Di pêşangehê de 30 wêne tên nîşandan û ew ê heta sibe heta saet 17´an jî li xelkê vekirî be. Dahata ku wê ji pêşangehê yanî ji firotina berheman bi dest bikeve wê ji wargeha penaberan a Mexmûrê re bê şandin. Hevparên organîzekirina pêşangehê gelek in: Koma Rojava ya Schwerinê, Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji Kurdistanê re ya Bielefeldê, Weqfa Rosa Luxemburg a Macklenburg-Vorpommernê û VHS a Schwerinê.

Van saziyan bang li xelkê kir û got, “Em piştgiriya bi gelê Mexmûrê re mezin bikin. Em bibin hêviya bang û hewarên wan”. Di dema vekirina pêşangehê de hunermend Jiyan Arjîn, muzîkjen Reinhard Lippert bi deng û piyanoya xwe bi xêrhatina xelkê kirin.

Êş û hêvî di nava hev de

Rêvebera VHS a Schwerinê Susanne Kapellusch di vekirina pêşangehê de got, “Aliyên gelekî giran ên van wêneyan hene, tesîra şer li ser wan e. Lê di wan de her wiha hêvî jî heye.”

Parlamentera berê ya HDP´ê Selma Irmak jî got, “Ji gundên sala 1994´an hatin vakirin, Botaniyan xwe avêt bextê Başûrê Kurdistanê, lê 7 caran cihên wargehên xwe guherandin û paşê di şertên pirr dijwar de wargeha penaberan a Mexmûrê ava kirin. Bingehê sîstema Rojava ya îro, li vê wargehê hate danîn. Meclîs, rêveberiyên cihî, saziyên jin û ciwanan hemûyan feyza xwe ji fikrên Ocalan girt û hatin damezandin.

Dewleta Tirk ew şandibûn nava çolistanê da ku bimirin. bi dehan zarok, kal û pîr ji ber mar û dûpişkan bi wan ve da mirin. Gelek jî ji ber germa çolistanê mirin. Dewleta Tirk îro jî êrişî wargehê dike.”

Selma Irmak çêl li wêneyên di pêşangehê de kir û got, “Îro li Mexmûrê bêhtirî 4 hezaran kes hene ku ji dibistanên xwe mezûn bûne. Ev berhemên hanê jî yên wan ciwanan in ku li atolyeyên li wargehê hînî wênesaziyê bûne. Şer, êş û xemgînê bi serê wan de hatiye, û ew tevî vê jî resmê hêviyê xêz dikin. Ti zerara wargehê li ti kesî nîne. Ew dixwazin statuya wan bê qebûlkirin û bi aştî û aramiyê bijîn. Divê em piştgiriya wan bikin.”

Dr. Krefft: Ne insanî ye

Pisporê anesteziyê Dr. Ernst Krefft beriya demeke kurt çûbû wargehê. Wî jî wiha behsa wargehê kir: “Ambulans nikarin nexweşan bibin nexweşxaneyên li derveyî kampê, ji ber ku ketin û derketina kampê qedexekirî ye. Xizmeta sihetê di şertên zehmet de tê dayîn. Ev ne rewşeke insanî ye.” Pêşangeha li VHS a li Puschkinstrasse 13´ê, heta sibe (14´ê Tîrmehê) saet 17´an wê li xelkê vekirîbe.

Ozgûr Polîtîka