Rojnameya Ronahî

’Wêjeya Kurdî ji man û nemanê ber bi hilberînê ve’

Mihemed  Xanim / Qamişlo

Aras Hiso diyar kir ku tevî zehmetiyan, rewşa wêjeya Kurdî bi demê re baştir bû û got: wêjeya Kurdî di nav qedexe û zehmeteiyan de xwe gihandiye rewşa îro, rewşa îro gelekî ji duh baştir e û gumana me tune ye ku sibe jî wê ji îro baştir,  serketîtir û berhemdartir be”   

Wêjeya Kurdî, wekî tevayiya wêjeyên Cîhanê bi derketin û pêşketina mirovayiyê re derketiye holê. Wêjeya Kurdî ya ku li ser çanda Neolotîk hatî avakirin, xwediyê gelek dewlemendiyan e. Ev wêjeya dewlemend beriya derketina Avestayê bi hezarên salan hebûna xwe bi awayekî devokî daye domandin. Her çi qas wêjeya Kurdî nebûye wêjeyeke azad jî, lê ji ber dewlemendiya xwe bandorek mezin ya erênî di Rojhilata Navî û Cîhanê de pêk aniye. Li ser pêşketin û girîngiya wêjeya kurdî, nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeyê li Zanîngeha Kobanî Aras Hiso ji me re axivî.

’Gelê Kurd bi qirkirina çandê re rûbirû maye’

Aras Hiso diyar kir ku wêjeya Kurdî mîna wêjeyên din yên cîhanê bi derketina mirovayiyê re çi bi devokî çi jî bi nivîskî rola xwe di nava qada rewşenbîriya cîhanî de lîstiye û wiha axivî: “Wêjeya Kurdî di nav bêhna agir û barûdê, işkence, zordarî û qedexeyan de xwe gihandiye îro, rewşa îro gelekî ji duh baştir e û gumana me tune ye ku sibe jî wê ji îro baştir, serketîtir û berhemdartir be. Li vir em qala wêjeyeke bindest dikin, di nirxandinên xwe de jî gava em qala wêjeyeke bindest bikin, helbet ew nirxandin wê ne ya mîna wêjeyeke azad be. Gelê kurd jî mîna gelên bindest her demê rastî êş, azar, komkujî, talan û wêranan hatiye, her demê rastî rimên wêranker hatiye û hiştiye ku her demê gelê kurd bilikume. Hingê pirs ev e divê mirov bi çavekî çawa li wêjeyê binêre?, gelo wê çiqas rast be mirov li wêjeya kurdî bi pencereya wêjeyeke gelekî azad ve binêre?.”

’Li Rojava di qada ziman û wêjeyê de gavin dîrokî  hatin avêtin’

Hiso da xuyakirin ku pêşketina wêjeya kurdî li gorî serdemê ye û wiha got: “Wêjeya Kurdî jî mîna pêlên deryayeyê geh di serdemekê de bilind bûye û geh jî nizim bûye. Mirov ji vê yekê fehm dike ku kurdan kengî derfet dîtiye şûrê qelema xwe li ba kiriye û di deşta rewşenbîtiyê de hespê zanîna xwe ya edebî bezandiye. Îro jî nimûneya wê yekê berbiçav e, ew jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Vaye di heyama 11 salan bi erînî û neyîniyên xwe ve projeye wêjeyî, çandî û rewşenbîrî li dar e. Hema mirov dikare bêje bi hezaran berhemên wêjeyî, çandî, civakî û siyasî hatine weşandin û li xwendevanan wêjeya Kurdî belav bûne.”

Hiso bal kişand ser mijûlbûna nifşên nû yên ciwanan bi wêjeya Kurdî re û wiha got: “Wêje û çanda Kurdan ne tenê bi zimanê Kurdî, bi zimanê Erebî û heta bi zimanên din yên cîhanî jî hewl dide xwe rakişîne, qehr û zora xwe ya bi salan derxîne bi awayekî edebî li ser rûpelan bide meydandin. Li kêlek vê  yekê sazî û dezgehên çandî tevî pirtûkxane û weşanxaneyên kurdî hatine avakirin ku her demê bi xebatên hilberînê ve radibin. Nemaze bi avabûna zanîngeh, bername û akademiyên ku bi xebatên wêjeyî ve mijûl in, nifşên nû ya ciwanan ji xwîner, helbestvan, çîroknivîs û nivîskaran gihandine radeyeke ku wêjeya kurdî di vê sedsala nû de riya xwe ber bi riyeke hîn nûjentir bajo.”

’Ji bilî pirtûka Avestayê çavkaniya herî bi hêz çand û wêjeya devokî ya kurdan e’

Hiso da zanîn ku wêjeya kurdî bandor li wêjeya cîhanî kiriyîe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çendî wêjeya kurdî nebûye ya desthiladariyê jî, lê bi dewlemendî û potansiyela xwe ya veşartî geşedanek ava kiriye û bi qasî lerizandinekê be jî bandor ne tenê li wêjeya cîranan hema mirov dikare bêje li ya cîhanê jî kiriye. Nivîskarên wêjeya kurdî çavkanî û îlhama xwe ji efsane, destan, çîrok, bûyer û serpêhatiyên gelêrî girtine. Ev wêjeya gelêrî bûye çavkaniyeke sereke ji nivîskaran re. Her neteweyek ji ava kaniyên xwe yên dîrokî û gelêrî vedixwe, çêjê jê digire û bi kirasekî nûjen ji nû ve difesilîne. Lewma her gelek xwe dispêre çavkaniyên xwe yên efsanewî û dîrokî. Çawa şano û tekstên yonanî mijar û hizra xwe ji destanên mîna ”Ilyada û Odêsa” ya Homîros girtine, bêguman nivîskarên mîna Ehmedê Xanî jî berhma ”Mem û Zîna” xwe li ser bingeha Memê Alan ava kirine û bi formeke nûjen çêkirine.”

Hewldanên gihandina wêjeya Kurdî lûtkeyê dewam dikin

Hiso bi bibîrxist ku Ji nifşên serdema Wêjeya Klasîk ya Kurdî kesayetên mîna Herîrî, Uryan, Xanî, Feqî, Cizîrî û Bateyî bi helbestên xwe yên li gorî wê dewrê ji me re rafarasek ava kirine ku îro xwîner û lêkolînerên Kurd bi çavekî cuda li wê ekolê dinêrin û wiha got: “Dema ku em dagerin li ser dewra nûjeniyê û piştî Hawarê em ê bibînin kesayetên mîna Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Erebê Şemo, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û hwd, van kesan tovê wêjeya kurdî bi hîmeke nû xurtir kirin. Û ji wir jî ger em dagerin salên 90’î û şûn ve em ê rastî kesayetên mîna Mehmet Uzun, Mehmûd Baksî, Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî, Arjen Arî, Fatme Savci û hwd werin, em ê bibînin ku van kesan bi teknîk û şêwazeke nû ya edebî pêla wêjea kurd geş kirine. Ev kesayetên navborî wek nimûne me dan ku di qada wêjeya kurdî de ji kesên navdar in, lê bi sedan ji xeyînî wan hene”

’Heta ku wêjeya di rûyê cîhanê de bibe xwedî nasnameyekê, pêwîstî bi  xwendin, lêkolîn û rexnegirî heye’

Nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kobanê Aras Hiso bal kişand ser sedemên kêmbûna rexenegeriya wêjeya kurdî û axaftina xwe wiha qedand: “Di wêjeya kurdî de Warê rexnegiriyê kêm e, lê ev ye jî bêguman sedemên wê hene. Gava em wêjeya cîhanê dixwînin, em dibînin ku bi wêjeya xwe ya têr û tijî bi serdemê re meşiyan e heta roja me yaîro, lewma berhemên baş di asta modern û postmodernîzmê de têne pêşkêş kirin. Hingê em bala xwe bidnêkê wêjeyeke serdest di sera rijiyayî û gihiştiye lûtkeyê, em ê çi ji wêjeya kurdî ya bindest re bêjin? Ma ne divê wêje bi qalikê xwe yê giştî li rex wêjeya kurdî bi dibistan, teorî û serdemên xwe ve were xwendin û nirxandin, hingê asta rexnegiriyê derkeve pêş!. Dîsa li kêleka vê em li wêjeya kurdî binêrin em ê bibînin wêjeya kurdî her demê di nava hewldan û pêşeketinan de ye û her tişt mîna parleriyekê bi hev re dimeşe. Ji ber ku em xwîner û xemxurên wêjeya kurdî birçiyên zanînê ne, em ji her nanekî gezekê dixwin, heta radeyekê jî ev yek ne şaş e.”