Rojnameya Ronahî

Nêrîna şêniyên Qamişlo derbarê xebata Şaredariya Gel de

Şaredariya Gel ya Qamişlo kar û xebata xwe li gorî plansaziya havînê didomîne, mîna ‎ziftkirina riyan, dirêjkirina torên kanalîzasyonê û hemleyên paqijiyê. Li aliyekî din welatiyan ‎spasiya şaredariyê kir û bang kirin ku pê re hevkar bin bi taybetî di mijara paqijiyê de.‎

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Rêyên gelek kolanên Qamişlo ji ber kortik û çalan xirabe bûne. Ji bo wê Şaredariya Gel a ‎Qamişlo dest bi ziftkirina gelek kolanên bajêr kir. Şaredariyê ji kolanên taxa Hîlaliyê destpê ‎kir. Vê xebatê ji 1’ê Heziranê ve dimeşîne û heta niha li gelek taxên bajêr berdewam in. Li ‎rex wê xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyonê û hemleyên paqijiyê didomîne.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Qamişlo Besam Qaso ji ajansa me re axivî û got: ‎‎”Li gorî sala borî me gelek rê zift kir û projeyên ji bo xizmeta gel pêk anîn. Me sûd ji ‎tecrubeyên berê girt ku kêmasî di hin projeyan de derketin û me hewl da wan kêmasiyan derbas ‎bikin.”‎

Qaso wiha domand: “Li gel gefên dewleta Tirk a dagirker, lê hina xebatên me berdewam in. ‎Bi vê yekê em ji cîhanê û dagirkeriyê re isbat bikin ku em dikarin xebatên xwe ‎berdewam bikin û xizmeta gel bikin. Siyaset û sûc pêşiya me nagire ku em xizmeta gelê  xwe ‎bikin.”‎‏.‏

Planên nû yên havînê yên îsal xwedî bandoreke erênî li ser gel e

Qaso wiha berdewam kir: “Ev proje sûdê li gel dikin. Ji ber li gelek herêman pêk tên. Çi di ‎aliyê paqijiyê yan jî ziftkirirnê de. Teqez dê bi awayekî erênî bandor bike. Divê gel bi ‎Şaredariyê re hevkar be, xebat û projeyên ku em pêk tînin biparêzin.”‎

Qaso destnîşan kir ku hemleyên pqijiyê di demsalên havîn û zivistanê de ji bo paqijkirina ‎bajêr berdewam in.‎

Têkildarî projeyên ku Şaredariya Gel heta niha pêk anîne Qaso got:” Şaredariyê projeya ‎ziftkirina rêyan di taxa Hîlaliyê de bi dawî kir û ji sedî 60 ji projeya ziftkirina rêyan li taxa xerbî temam kir. Bi rêjeya ji sedî 15 ji projeya dirêjkirina ‎torên kanalîzasyonê û ji sedî 15 ji projeya ziftkirina rêyan temam kir. Bi rêya ji sedî 40 jî me kolanên hin taxan bi kevirê şikestî sererast kir. Projeyên dirêjkirina rêya bi bermahiyan me bi temamî xilas kirin.”

Projeyên ku şaredariyê pêk anîne û wê pêk bînin ‎

Qaso behsa projeyên vê havînê û planên ku dê pêk bînin kir û got: “Du projeyên me yên îsal ‎hene; projeyên dirêjkirina torên kanalîzasyonê û projeyê taxa Helko ye ku bi rêjeya ji sedî 80 jê temam kiriye. ‎tenê maye em xetên şaxî bi yê sereke ve girê bidin. Her wiha projeya taxa Enteriyê jî me bi rêjeya ji sedî 80 ‎temam kiriye.”‎

Qaso îşaret bi budceya projeyên li gundên Kerbawiyê û Tenûriyê yên ‎Şaredariya Qamişlo têne pêkanîn kir û diyar kir ku budce gihaşt 900 hezar dollar.‎

Nêrînên şêniyên qamişlo derbarê projeyên şaredariyê çi ne?

Têkildarî projeyên ku şaredariyê di bajêr de pêk anîne; welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ‎Şaredariya Gel li ser hewldan, proje û xizmetên wê spas kir û hêvî kir ku ev proje di herêm ‎û taxên din de dewam bikin.‎

Îbrahîm piştrast kir ku parastina xweşikbûna bajêr ne tenê erkê Şaredariyê ye, lê belê li ‎ser welatiyan e jî. Îbrahîm diyar kir ku paqijî ne tenê ji karker û kedkarên di şaredariyê de tê ‎xwestin, lê belê divê gel jî bi şaredariyê re hevkar be û bajarê xwe paqij bihêle.

Welatiya bi navê Enûd Elî ji taxa Hîlaliyê balkişand ser azarên xwe û diyar kir ku beriya ‎şaredarî dest bi rastkirina rêyên taxê bike, wan gelek azar di havîn û zivistanê de dikişandin ji ber toz û ‎avê dikşandin, lê piştî ku kolanên wan hatin sererastkirin û ziftkirin ew prisgirêk hat derbaskirin.‎

ANHA