Rojnameya Ronahî

 ’Gelên herêmê ji bo têkbirina êrişên dagîrkeriyê amade ne’

Mihemed Xanim/Qamişlo

Mihemed Îbrahîm diyar kir ku baweriya gelên herêmê bi ti hêzên navneteweyî nayê û got, wê keç û xortên me êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bişkînin.

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê, bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ne. Bi zêdebûna gefên dewleta tirkî ya dagîrker, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand. Li ser vê mijarê Reveberiya Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya Kantona Hesekê Mihemed  Cemîl Îbrahîm ji me re axivî.

’Em amade ne herêmên xwe ji her êrişê biparêzin’

Mihemed Îbrahîm diyar kir ku bi ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, erk û berpirsyariyên pir mezin dikievin ser milê Hêzên Parastina Civakê (HPC) û wiha got: “Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ne tiştekî nû ye. Ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî destê xwe xist kirîzê û şoreş veguherandin şerê navxweyî. Ji destpêka şoreşa Rojava ve jî, dagîrkeriyê  dest bi êrişan kir û êriş heta îro dewam dikin. Di dema dawî de dewleta tirkî gefên xwe li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirine û Rêveberiya xweser jî rewşa awarta ragihand. Erk û berpirsyariyên di vê qonaxê de dikevin ser Milê Hêzên Parastina Cewherî pir mezin in. Em amade ne herêmên xwe ji her êrîşê biparêzên.”

’Dagîrkeriya tirkî qirkera gelan e’

Îbrahîm da zanîn ku sedema êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmê, tirsa dagîrkeriyê ji rêxistibûna gelên herêmê li ser fikrê Rêber Apo ye û wiha got: “Dewleta tirkî ji rêxistinbûna civakê li ser pergala Netweya Demokratîk ditrse. Dagîrkerî naxwaze gelên herêmê bigihîjin azadiyê. Lewra azadiya gelên herêm wê dawiya sîstema wan ya faşîst bîne. Di dîrokê de, dewleta tirkî pir caran bi qedera gelan lîstiye, gelek komkujî derheqê gelên herêmê yên resen de pêk anîn e. Komkujiya li dijî gelê Ermen mînaka berbiçav e. Herwiha zêdeyî 29 serhildanên Kurdan ji aliyê Tirkan ve hatine şkandin û di encamê de bi dehan komkujî pêk hatine. Tirk li dijî azadiya gelan her dem êrişan pêk tînin.”

’Bi saya fikrê Rêber Apo gelên herêmê xwe bi rêxistin kirin’

Îbrahîm da zanîn ku gelên bakur û rojhilayê Sûriyê projeya Biratiya Gelan pêş xistin, Rêveberiya Xweser ava kirin û xwe ji xetera çeteyan parastin û wiha dirêjî da xaftina xwe: “Di demeke kurt de, gelên herêmê Rêvberiya Xweser damezirandin, bi dehan sazî û dezgeh jî ava kirin. Piraniya gelên herêmê hatin birêxistinkirin û di nava rêveberiyê de cihê xwe girtin. Wekî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, me rojekê êrişî dewleta tirkî nekiriye, lê dagîrkerî li dijî rêxistibûna gelên herêmê rojbiroj êrişên xwe zêde dike. Li hemberî êrişan gelên herêmê berxwedaneke dîrokî dimeşînin û destkeftiyên xwe diiparêzin.”

’Her kes ji sekna li dijî êrişan hatiye erkdarkirin’

Îbrahîm da xuyakirin ku Hêzên Parastina Civakê ku sala 2014’an hatiye avakirin, li gorî êrişên ser herêmê gel bi rêxistin kiriye û wiha got: “Ji bo parastina civakê (HPC) hat avakirin û gel birêxstin kir. Di qonaxa dawî de dema dewleta tirkî ya dagîrker gef û êrişên xwe zêde kirin, me gelê xwe bi perwerdeyên siyasî, leşkerî û îdeolojî birêxistin kir. Perwedeyên me bi  giştî li ser Şerê Gelê Şoreşgerî û parastina rewa ne. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji sedî 80 di perwerdeyan re derbas bûne û hatine birêxistinkirin. Herwiha tevayiya saziyên Rêveberiya Xweser di van perwerdeyan re derbas bûne. Li gorê gef û êrişan me xwe hazir kiriye, me tîmên xwe ava kirine. Di dema êrişan de erkê her kesî heye. Kesên ku dikarin di beşên leşkerî de kar bikin me li gorî wê amade kirine. Herwisa kesên dikarin di beşên lojistîk û tenduristiyê de kar bikin hatine amadekirin. Em ji her êrişê re amade ne, wê gel dagîrkeriyê têk bibe.

’Baweriya me bi keç û xortên me heye’

Ji Rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî ya Kantona Hesekê Mihemed Cemîl Îbrahîm diyar ku gelên herêmê wê xwe nespêrin ti hêzên navneteweyî û axaftina xwe wiha qedand: “Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser felsefeya Rêber Apo xwe pêş xistine, xwediyên bi hezaran şehîdan in. Wê ti kes nikaribe gelên herêmê bi bazarên qirêj bifroşe. Ji destpêkê ve baweriya me bi ti hêzên navneteweyî nehatiye, lewra ew her dem bazarê li ser xwîna gelan dikin. Rojekê me negotiyê Amrîka yan Rûsya wê me azad bikin. Yên ku me azad bikin keç û xortên me ne. Wekî ev deh sal in me li ber xwe daye , her dem emê li ber xwe bidin û gelên herêmê biparêzin . Dewleta tirkî tekez wê bin bikeve.”