Rojnameya Ronahî

`Xwekuştin xurtkirina zihniyeta zilam ya desthilatdar e`

Darîn Silê/Qamişlo
Berdefka Rêxistina Sara ya ‘têkoşîna li dijî şideta li ser jinan’ da zanîn ku xwekuştina jine xurtkirina zihniyeta desthilatdar e. Herwiha got, li şûna ku jin dawî li jiyana xwe bîne, pêwîste mafê xwe nas bike û bi afirandina jiyaneke nû li hember zihniyeta zilam tekoşin bike.    
Li bakur û rojhilatê Sûriyê tevî ku jin ewqas xwedî destkeftî ne, beşdarî qadên jiyanê dibin û maf û azadiya xwe bi dest dixin, hê jî ji hêla malbatê û civakê ve rastî zordestî û zihniyeta mêr tên. Gelek jin ji ber zora civakî, zêdebûna pirsgirêkan, rewşa xizanî, berdan, zewicndina di temenê piçûk de û bêserûberiya malbatê xwe dikujin. Herwiha ji ber van pirsgirêkan nexweşî û aloziyên derûnî derdikevin. Ji ber wê hem ji aliyê civakê, hem ji aliyê derûnî ve bertekên neyînî derdikevin, di encamê de jin berê xwe didin kuştinê û dawî li jiyana xwe tînin. Bi taybet li herêmên pêkhateyên Ereb xwekuştina jinan zêde ye. Çimkî li van herêman zihniyeta mêr, herwiha urf û adetên kevin li dijî vîna jinê hê di astekê jor de dewam dikin.
Têkîldarî rewşên xwekuştina jinan yên li herêma Cizîrê, herwiha sedem û pêşîgirtina li xwekuştinê berdefka Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şideta li ser jinan Arzo Temo ji me re nirxand.
‘ Li hember hişmendiya zilam divê jin serî hilde û tekoşina azadiya xwe bike `
Arzo di derheqê sedemên xwekuştina jinê de da xuyakirin ku jin rastî her cûre zext û tûndiyê tên, herwiha da diyarkirin ji ber zor û zehmetiyên ku rûbrû dimine derûniya wê lewaz di be û xwasteka wê ya jiyanê namine.
Arzo Temo da zanîn ku tekoşina azadiya vînê dem û ked dixwaze û diyar kir ku divê jin li dijî zordariya zilam tekoşina azadiyê hilbijêre, ne xwekuştinê.
Arzo Toma gotina xwe wiha domand: “Em bangî hemû jina dikin ku ti caran li hember ti zehmetiyan berê xwe nedin mirinê. Lewma zihniyeta desthilatdar ya zilam mirina jinê dixweze. Ji bo wê divê jin ti caran vê rêyê nehilbijêre. Dibe berê, rêxistinên jinan nînbûn lê niha ne wisa ye û jin ne bêçare ye. Teybet li bakur û rojhilatê Sûri jin xwedî mafe û pir rêxistinên jina hene ku mafê jinê diparêzin. Divê jin vê derfetê bizanibin ji bo xwe û mafê xwe binirxînin.”
`Divê jin bi vîna xwe doza mafê xwe bike`
Arzo temo got, wek Rêxistina Sara ji bo ku em karibin pêşî li vê xwekuştinê bigrin em bi gelek pêngavên hişyariya jinan radibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêngavên ku em pê ve radibin tev li ser maf û zagonên parastina jinê ne. Ev zagon jinê ji her tiştê xirab diparêze û mafê wê bi dest dixe. Wek rêxistin jî em şopandina rewşa jinan dikin û çi jina ku mafê wê hatibe xwarin yan jî rastî tundiyê tê kirin, em parastina wê dikin û li gorî zagonê doza mafê dikin. Ji bilî wê jî emê pêngavên xwe yên hişyariya jinan dewam bikin. Da ku di dema pêş de, jin mafê xwe nas bike û bi vîna xwe doza mafê xwe bike.”
Arzo destnîşan kir ku herî zêde xwekuştin li bajarên ereban çêdibe û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Jimara xwekuştinê li herêmên pêkhateyên ereb zêdetir e. Çimkî li wir hê zihniyeta zilam ya desthilatdar pir li ser jinan tê meşandin. Li herêma Cizîrê rewş baştire, lewra zagon û hişmendiyeke nû hatiye afirandin û her kes rastî û wateya jinê nas kiriye. Ji bo wê jî pêwîste li herêmên pêkhateyên ereb hişyarî û perwerdeyên derbarê mafê jinê de hê zêdetir bên dayîn. Lewra bi guhertina hişmendiyê wê xwekuştin kêm bibe û êdî her jin li şûna xwe bikuje, wê daxwaza mafê xwe bike. Çimkî xwekuştin ne çareserî ye.”
‘Jin tê kuştin lê wek xwekuştin tê nîşandan’
 Arzo Temo da zanin ku bûyerên wek xwekuştinê jinê tên diyarkirin piraniya wan ne rastin û got, gelek jin ji aliyê hin kesan ve tên kuştin, lê wek xwekuştin didin diyarkirin û bi reya giştîve jî wisa tê parvekirin. Gelek rewşên wisa derbas dibin. Lê piştî ku doza bûyerê tê vekirin û tê şopandin rastî derdikeve ku ne bûyereke xwekuştinê ye, bûyera kuştinê ye. Jin di dîrokê de û li her aliyê cihane de her tim rûbrû vê rewşê hatine û tên.
`Li şûna ku dawî li jiyana xwe bîne, pêwîste mafê xwe nas bike`
Arzo diyar kir ku ji destpêka vê salê ve 7 rewşên xwekuştina jinan li herêma Cizîrê çêbûne û wiha got: “Li gorî rewşên ku me şopandine heta niha 7 rewşên xwekuştinê û 21 rewşên hewldanên xwekuştinê hebûn. Herwiha got ji bo jinên ku hewl didin xwe bikujin, em nîqaş bi wan re dikin û mafê wê pê didin nasîn. Herwiha em riya tekoşina azadiya wê pê re didin nasin û parastina wê dikin. Ji bo wê jî pêwîste jina ku rastî tundî û zehmetiyên jiyanê bê, divê di serî de berê xwe bide sazî û rêxistinên jinan. Da ku mafê xwe nas bike û çareseriyeke rast bibîne. Herwiha li şûna ku dawî li jiyana xwe bîne, pêwîste mafê xwe nas bike.”
Berdefka Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şideta li ser jinan Arzo Temo di dawiyê de got, divê jin li hember zehmetiyên jiyanê û her cûreyên tundiyê li ber xwe bide û têkoşîna vina xwe ya azad bike. Herwiha ti caran careseriyê di xwekuştinê de nebîne û jiyanê hemêz bike. Ji ber ku jiyan bixwe tekoşine, hilbijartina mirinê rêya herî bêwate û jiyanê dur e.