Rojnameya Ronahî

Insiyatîfa ‘Jin Kurdistanê li Hemberî Dagîrkeriyê Diparêzin’ banga helwesteke hevpar kir

Darîn Silê/Qamişlo
Endama insiyatîfa jinan ya Parastina Kurdistan Delal Xelîl li dijî dagîrkeriyê got, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û pêşîgirtina li êrîşên nû, pêwistî bi helwesteke hevbeş ya jinan di asta çar berçên Kurdistanê de heye. Herwiha da zanîn ku dema jin hêza xwe dikin yek di tevayiya mijaran de bi ser dikevin.
Ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina êrîşên nû, herwiha parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê 15`ê hezîranê insiyatîfeke jinan hat destpêkirin. Insiyatîf bi dirûşma `Jin Kurdistanê li Hemberî Dagirkeriyê Diparêzin` û li ser bingeha pêkanîna erka neteweyî ya parastina hebûn û misogerkirina azadiya gelê Kudistanê hat destpêkirin. Di insiyatîfê de 72 jinên Kurdistanê, ji wan 48 jinên Rojava û 24 yên her çar perçên Kurdistanê hene. Jinên ku tevlî insiyatîfê bûyîn her 15 rojan civîna xwe li dar dixin û nîqaşa gelek mijaran dikin.
`Armanc parastina xaka Kurdistanê ye`
Derbarê armanca insiyatîfa jinan ya parastina her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagîrkeriyê û mijarên ku tê de tên nîqaşkirin, endama insiyatîfê Delal Xelîl li ser armanca pêngava ku pê ve rabûne wiha got: “Di dema dawî de li seranser Kurdistanê êrîşê dewleta Tirk zêde û dijwartir bû. Herwiha bi armanca qirkirina gelê kurd bi taybet û gelê heremê bi giştî dijmin plan û projeyên xwe pêk tîne. Divê em vê xeteriyê baş bibînin û bi pêkhateyê heremê re parvebikin, li sere vî esasî pêdivî bi helwesta jin ya serbixwe û ji dervî berjewendiyên partiyan li himberî siyaseta qirkirin û dagirkeriyê hebû. Ji bo wê em jî bi vê  pêngavê rabûn, da ku em rola jinê di avakirina tevayiya saziyan û di gihandina civakeke exlaqî û siyasî de, herwiha parastina Kurdistanê li hember her cûreyên destdirêjî û binpêkirina mafê gelê kurd de teqez bikin.”
`Divê li dijî dagîrkeriyê helwesteke jinan ya serbixwe hebe`
Delal da zanîn ku armanca wan ya sereke ew e ku Kurdisataneke azad li ser xakeke azad ava bikin. Da ku gel jî bi rehetî li ser vê xakê bijî. Herwiha got, Ji bo parastina Kurdistanê li dijî qirkirinê û dagirkeriyê, divê helwesteke jinan ya çalak û serbixwe hebe. Herwiha ev helwest bi armanca zelalkirin û bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagîrkirina Kurdistanê be. Ji bo wê jî pêwîste wek jin em ji bo yekitiya gelê herêmê bixebitin û êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser Kurdên derveyî Kurdistanê eşkere bikin, da ku zextek li raya giştî were kirin.
`Emê dawî li dagîrkerî û êrişên Tirkiyê bînin`
Delal Xelîl got, weke Însiyatîfa Jinan ji niha şûn ve emê ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xebat û çalakiyên hevbeş pêşbixin; bi armanca xurtkirina helwesta jinê, emê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê yên hovane bînin. Diruşmeya me ‘Jin Kurdistan li Hemberî Dagirkeriyê Diparêzin’ e. Bi vê armancê emê damezrandina Însiyatîfa xwe bi raya giştî re parve bikin. Herwiha emê bang li jinan bikin ku tevlî me bibin, ji bo ku em bikarin sekin û helwesteke bi bandor û encamgir li dijî tevayiya êrîşên dagirker pêşbixin û Kurdistanê biparêzin.
Çalakî û mijarên ku di insiyatîfê tên nîqaşkirin
Delal behsa çalakî û mijarên ku di insiyatîfê tên nîqaşkirin kir û wiha got: “Ji bo gihandina zanyariyên rast li ser dîroka kurdan, bi taybet jinên kurd, dê her 15 rojan carekê li ser bernameya Zoom bi kesayetiyên jin yên dewletên derve re nîqaş werin kirin. Herwiha wê belgefîlmên li ser rola jinan di qada têkoşînê de, weke têkoşîna jinê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê were pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina fîlman li ser Şingalê û jinên dîlgitî bi rêya belgefîlman û berçavgirtina pirsgirêka jinan bi giştî, herwiha çewisandina olî, netewî û civakî kuştina jinan bi hiceta şeref û namûsê. Danûstandinên derbarê diyaloga Kurd-Kurdî û danîna plansaziyek ji bo şopandina tevayiya xebatên jinan.”
Rola jinê di parastina xaka Kurdistanê de
Endama insiyatîfa jinan ya Parastina Kurdistan li Hember Dagîrkeriyê Delal Xelîl di dawiya axaftina xwe de got, dema ku jin hêza xwe bi kar tîne dikare di her warî de bi ser bikeve û wiha pê da çû: “Em dizanin ku pêwîstiya me bi yekîtî û helwesteke hevpar ya jinan li çar herêmên Kurdistanê û derveyî wê heye. Ji ber ku yekîtiya jinan di parastina Kurdistanê û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk de roleke stratejîk dilîze. Weke jin em pirsgirêka Kurdistanê weke pirsgirêka heqîqet û jiyanê dibînin. Ji bo wê jî em weke jinên azadîxwaz, em ê rêya lehengên xwe yên ku navê jinan di nava rûpelên Dîrokê de xêz kirine, bişopînin. Herwiha emê bi rêya vê insiyatîvê nameya xwe bighînin tevayiya cîhanê.”