Rojnameya Ronahî

Eyup Barzanî: PDK’ê hemû tişt xistiye bin kontrolê tirkan

Navenda Nûçeyan
Eyub Barzanî got, di têkiliya navbera dewleta Tİrk û rêveberiya Başûr de, bi taybetî jî di têkiliya bi rêveberiya PDK’ê re kontrol di destê Tirkan de ye. Rêveberiya PDK’ê ne di wê astê de ye ku li hemberî Tirkan biryarekê bide.
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Eyup Barzanî di Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Fehîm Işik û anî ziman ku krîzên ji ber rêveberiya Başûrê Kurdistanê rû dane di nava civakê de bûne sedema nearamî û aciziyeke mezin. Barzanî rewşa heyî ya li Başûrê Kurdsitanê bi vî rengî vegot: “Mûçe hînê nayên dayin. Mûçeyan ya dereng didin yan jî kêm didin. Pirsgirêka mûçeyan a karkeran pirsgirêkeke cidî ye.”
Hêz û bandora artêşa tirk li başûr zêde diiiiibe
Eyup Barzanî destnîşan kir ku yek ji sedemên bêaramî û aciziya civakê zêdebûna hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir, “Vaye hûn dibînin, operasyonên leşkerên Tirk zêde dibin. Bi pêş ve diçin. Bombeyan li gundan, çiya û gelek deveran dibarîne; bombardûman zêde dibe. Dewleta Tirk li gelek deveran nekarîbû bi pêş ve biçe, lê niha bi pêş ve diçe. Hebûn û bandora leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê zêde dibe.”
Siyasetmedar Barzanî bal kişand ser rewşa Edhem Barzanî ku dixwest bi wesîleya Cejna Qurbanê ji Rojhilatê Kurdistanê vegere Başûr, lê belê destûr jê re nehate dayin û destnîşan kir ku beşek ji xelkê ku li hemberî vê krîzê aciz e û niha li Behdînan  girtî ne.
Barzanî got wiha domand:  ” Ez dikarim bêjim ku temamiya rexneyên Edhem dikirin,  rast bûn. Rexne li nelirêtiyê kir, hatin û operasyona leşkerên Tirk a li Başûr rexne kir. Hemû Kurdê xwedî rûmet û şerefê ji vê rewşê nerazî ye. Yanî dagîrker wê bêne welatê we û hûn ê jî piştgiriyê bidin wan!  Ji ber vê yekê Edhem helwesteke tund nîşan da.”
‘PDK bi sistema Axa gel rêve dibe û keseyetên rexnekir dişkênin’
Siyasetmedar Barzanî işaret bi aciziya rêveberiya Başûr a ji rexneyan kir û got, “Ji xwe re nekirine adet ku li rexneyên gel guhdarî bikin. Di vir de rastiyek heye. Qanûnên Dîwanxaneyê derbas dibin. Li Dîwanxaneyê axa biryara li ser her tiştî bi xwe dide. Mafê kesî nîne ku ji axa re bibêje ‘Axa bisekine, ev şaş e’. Bi ti awayî ev mafê gel nîne. Li vir dema ku yek li ber neheqiyê radibe hingî li nava rêveberiyê nayê qebûlkirin. Lewma me dît ku astengî danîn pêşiya Edhem. Rêbazên mîna dûrxistina mirovan û birîna mûçeyan ji bo şikandina kesayetiya mirovan e.”
‘ PDK teslimê dewleta tirk bûne û Tirk bûne serwerên başûrê Kurdistanê’
Eyup Barzanî li ser têkiliya navbera PDK’ê û dewleta Tirk jî ev tespît kir: “Di têkiliya navbera dewleta Tİrk û rêveberiya Başûr de, bi taybetî jî di têkiliya bi rêveberiya PDK’ê re kontrol di destê Tirkan de ye. Rêveberiya PDK’ê ne di wê astê de ye ku li hemberî Tirkan biryarekê bide. Ez nabêjim bila biçe dijminatiyê li wê dewletê bike, yan jî têkiliyê bibire. Nexêr. Lê belê ne hewce ye ku biçe teslîm bibe. Yanî di navbera têkiliya bi dewletekê û teslîmbûna li dewletekê de gelek cudahî hene. Di vir de teslîmiyet heye. Teslîm bûye. Tirk çi bibêje ji bin fermana wan dernakeve. Ev jî rewşeke gelekî metirsîdar e. Eşkere ye. Mesela em kontrola balafirgehên li Başûr binirxînin. Balafirgeha Silêmaniyeyê heye, ya Hewlêrê heye. Têkildarî çûn û hatina li van herdu balafirgehan kontroleke cidî ya Tirkiyeyê heye. Her wiha li ser lihevkirinên têkildarî petrolê kontroleke xwe heye. Yanî li ser derxistina petrolê, bikaranîna wê, firotina wê, bi kurtasî li ser têkiliyên der barê petrolê û gazê de kontroleke xurt a Tirkan heye. Her wiha biryarên li ser diyarkirina buhayê wê, biryarên li ser şandina ji kê re, di bin kontrola Tirkan de têne dayin. Leşker diçin tên, balafir diçin tên, sîxur diçin tên. Her tiştî dikin. Veguheriye xakeke bêxwedî. Dewleteke welê ye; mînak destûra bingehîn a Tirkiyeyê gelek caran hate guhertin, lê belê ji sala 1923’an û vir ve li gel guhertinan hemûyan jî di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ti carî çand, ziman û dîroka Kurdan nehatiye destnîşankirin. Ji bo Kurdan ti gavek nehate avêtin. Dijminatiya li Kurdan ji wê rojê ve her tim dewam kir. Mejiyê şovenîst ê dewleta Tirk ê li ser Kurdan ne li Bakur, ne li Rojava ne jî li Başûr qet neguheriye û Vî mejî niha îradeya  Başûr bi dest xistiye.”
Çareserî bi Diyaloga Navxweyî ye
Eyup Barzanî da zanîn ku nakokiyên nava partiyên Kurdistanî bi diyalogeke navxweyî dikarin bêne çareserkirin, lê belê eger di bin bandora dewleteke dagirker de be nikare biryareke serbixwe bide.
Barzanî destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê ti eleqeya xwe bi PKK’ê re nîne û got, Eger rêveberiya herêmê bi taybetî PDK’ê helwest nîşan bida û ji bo aramiya herêmê diyalog bi PKK’ê re danîbûya, wê encamek bi dest bixista. Weke min got, di vir de pirsgirêk ew e ku rêveberî di dayina biryarên siyasî de azad nîne. Lewma tifaqek nikare bê avakirin. Hincetan ji vê re diafirînin. Dewleta Tirk vê îdîa dike, ew jî gotinên dewleta Tirk dubare dikin’. Barzanî got, “Lê belê her tim çareyek heye ku Kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bike. Eger aqlekî baş bikeve dewrê, eger bi rengekî hemdem bifikire û bêguman eger azad be.
Hêjayî gotinê ye ku Şêx Eyub Barzani kurê Şêx Babo Barzani ye. Yani pismamê Mesud Barzani ye. Her wiha Şêx Eyub Barzani demek dirêje li Ewropa jiyan dike. Şêx Eyub gelek caran rêbazê Mesud Barzani û desthiladariya wi rexne kiriye. Her wiha li hember rewşa gelê başur û nelirêtiya di nav desthilatdariya PDK de xwedî helwest e.