Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şingalê hat avakirin

Kongreya Yekê ya Jinên Ciwan ya Şingalê pêk hat. Kongr bi avakirina Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şingalê bi dawî bû.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Jinên ciwan ên Şengalê, di salvegera 26’emîn a şehadeta Zîlanê de kongreya xwe ya 1’emîn bi tevlêbûna 150 delegeyên ji Şengalê û mêvanên ji Kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi dirûşma “Di Xeta Zîlan û Bêrîvanan de Rêxistinbûnê Ava Bike, Dagirkerî û Xiyanetê Têk Bibe, Azadiya Şengal Misoger Bike” li dar xist.

Di kongrê de rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin. Her wiha peyamên pîrozkirina kongreyê hatin xwendin.

Di kongreyê de bernameya esasê birêxistinbûyînê hat diyarkirin.

Li gorî vê, di birêxistinbûyîna di bin banê YJCŞ’ê de ev biryar derbasdar bûn:

-Birêxistinbûyîna civakî exlaqî û polîtîk, bi rêya fikira azad bi rê ve dibe.

YJCŞ, pergala xwe bi komun, meclîs, akademî, kooperatîk û bi feraseta parastina cewherî ava dike. Li Şengalê bi saziyên xwediyê vê ferasetê re hevkariyê dike.

YJŞ’ê wek hêzên parastinê dibîne û xwe ji bipêşdeçûna wê berpirs dibîne.

Her jina ciwan bi fikira xwe ya azad û demokratîk tev li YJCŞ’ê dibe.

Dikeve hewila çareserkirina pirsgirêkên jinan.

Birêxistinbûyîna xwe bi komîteyên perwerde, parastina cewherî, çapemenî, aborî, çand û huner, werziş û tenduristiyê dike.

Di hemû saziyên pergala Rêvebiriya Xweser a Demokratîk a Şengalê hebûna jinên ciwan.

Rêxistina jinên ciwan, bi fam û feraset û birêxistinbûyî de bi tevgera jinan re bi piştevaniyê tev digere.

Temenê jinên wê tev li YJCŞ’ê bibin ji 14 heta bi 30’î ye.

Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) di rûniştina dawîn a kongreyê meclisa bi 13 kesan hilbijart. Hat diyarkirin ku meclisa hat hilbijartin, wê bi civîna yekemîn a piştî kongreyê koordînasyona xwe ya bi sê kesan hilbijêre.

Di kongreyê de berxwedana gerîla û Îmraliyê hat silavkirin û kongre bi dirûşmên ‘’Jin jiyan azadî’’, ‘’Bijî gerîla’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û bi govendê qediya.

ANHA