Rojnameya Ronahî

UNICEF: Li Afrîka diyardeya zewicandina zarokan û sinetkirina jinan zêde bûye

Neteweyên Yekbûyî ya Alîkariya Zarokan (UNICEF) teqez kir ku ziwabûna herî dijwar ya di nava çil salên dawî de derketî malbatan ber bi pirsgirêkeke mezin ve dikişîne.

 

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku Keçên temana 12 salî de bi rêjeyek mezin li Kevana Afrîkayê bi darê zorê tên zewicandin û sinetkirin, ku sedema vî tiştî krîza hişkesalî ye.

Analîzên UNICEF’ê destnîşan kir ku li herêmên Etiyopyayê yên ku herî zêde ji hişkesaliyê bandor bûne rêjeya zewaca zarokan du qat zêde bûye. Û bal kişand ku di nav sê mehan de hejmara zarokên ku dev ji xwendinê berdidin li hemû deverên Etiyopya, Kenya û Somalî zêde dibe, ku ev yek dihêle ku gelek keçên ciwan ji ber zewaca zû û sinetkirina jinan bêzar bibin.

Şêwirmendê Herêmî yê UNICEFê ji bo Parastina Zarokan li Rojhilat û Başûrê Afrîkayê Andy Brooks got: “Zewaca keçên biçûk û sinetkirina jinan zarokatiyê dikuje, winda dike û dibe sedem ku keç ji dev xwendinê derdin û heta dawi jiyana xwe kevin dibin tundiya malê û xizaniyê de.”

Andy Brooks wiha axivî: “Hejmarên ku li cem me ne mezinahiya pirsgirêkê nîşan nake, beşên mezin ên Kevana Afrîkayê ne xwediyê tesîsên pispor in ku bûyer werin ragihandin. Ev krîzek zarokan e û em bi lez hewcedarê fonên zêdetir in ku li Etiyopya, Kenya û Somalî berz bikin ku ne tenê ji bo rizgarkirina jiyana di demek kurt de, ji bo parastina wan di demek dirêj de ye.”

Andy Brooks  bal kişand ku rêjeyên bi darê zorê zarokên di 12 saliya xwe de bi mêrên pênc qat ji wan mezintir re bizewicin, ev tişt xemgîniyê li Kevana Afrîkayê zêde dike.

UNICEF diyar kir ku li seranserê Kevana Afrîkayê, ziwabûn, bandora guherîna avhewayê, kêmbûna çavkaniyên avê û mirina ajalan tê jiyîn û bal kişand ku ji ber encamên şer û pevçûnên li Ukraynayê, ku bû sedema zêdebûna nirxê xwarin û sotemeniyê rewş her ku diçe xirabtir dibe.

Li gorî UNICEF, ji ber li herêmê kêmxwariniya giran ku ji bo jiyanê metirsîdar e, zêdetirî 1.8 mîlyon zarok hewcedariya bi dermankirinê lezgîn hene. Li gorî Tora Hişyariya Destpêkê ya Birçîbûnê jî tê bawer kirin ku li Somalî 213,000 kes di xetereya birçîbûnê de ne.

UNICEF ji bo bersivê bide hewcedariyên parastinê yên zêde yên jin û zarokên xizan li seranserê Kevana Afrîkayê, karûbarên xwe yên pêşîlêgirtinê berfireh dike. Di nav vê yekê de bernameyên civakê yên ji bo kêmkirina metirsiyên tundûtûjiyê, îstismarkirin, destdirêjî, zewaca zarokan û pêşkêşkirina karûbaran ji bo alîkariya jin û zarokan ji tundûtûjiyê xilas bibin cih digre.

UNICEF’ê banga mezinkirina lezgîn a xizmetên parastina zarokan kir û Têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî, di nav de bi navgîniya karûbarên rawestayî û tîmên gerok ku xwe bigihînin kesên herî xeternak, lê dîsa jî banga bersivdayina UNICEF’ê ya li Kevana Afrîkayê tenê sêyemek tê fînanse kirin.

JINHA