Rojnameya Ronahî

Ev çar sal in JINTV bi îrade û hêza jinan weşanê dike

Di nava medyaya başûrê Kurdistanê de, JIN TV bûye deng û rengê jinan û hêza jinan derdixe holê û têkoşîna jinan ya bi hezarê salan û reng û rûyê jinan radixe ber çavan.

 

Medya û dengên ragihandinê gelek in, hinek ji wan ziyanê digihîjînin meseleya jinan, hinek jî bi kêfxweşî kar ji bo jinan dikin, li hemberî vê yekê hinek wisa difikirin ku xebatê ji bo meseleya jinan dikin lê belê bi aqilê mêrsalarî kar dikin. Bi giştî di medyayê de jin weke amûreke bikaranînê û ji bo bala bîner bikşînin tên dîtin û karên din hemû yên mêran e. Mînak tu carî jinan li ser kamera, montaj, amadekirina nûçeyan kar nekiriye.

Çar sal di ser avakirina kenala JIN TV re derbas bûn, armanca damezrandina Kanala JIN TV karkirin, derxistina hêza jinan û çareserkirina pirsgirêka wan e. Di nava medyayên cîhanî û bi taybatî Başûrê Kurdistanê de hebûn û damezrandina kanala JIN TV pêwîst e. Eve jî wisa kiriye ku JIN TV bi rûyê jinan û bi fikrên azadiya jinan hatiye avakirin ji bo ku careke din hemû rengên jinan bide nava civakê.

JIN TV di 8’ê Adara sala 2018’an di roja cîhanî ya jinan de dest bi weşanê kir, di 30’ê Hezîrana 2018’an de bi awayek fermî dest bi weşanê kir. Bernameyên JIN TV bi zimanê Kurdî, zaravayên Soranî, Kirmancî, Hewremî, Zazakî û hwd. Erebî, Îngilîzî, Tirkî, weşanê dike.

“JIN TV ji mijaran zêdetir, li çareseriya pirsgirêka jinan digere”

Rêvebera kanala JIN TV ya Başûrê Kurdistanê Evîn Nesrîn der barê armanca JIN TV û cudahiya wê ji kenalên din de diyar kir ku her medyayek armanca wê heye, bêguman armanca JIN TV jî hemû ew mijarên ku têkiliyên wan bi jinan re heye, serkeftin û pirsgirêkên jinan digre dest û wiha got: “Pirsgirêka jinan di nava kanala JIN TV de tenê weke mijarek û rojevek asayî lê nayê dîtin, dema her pirs û pirsgirêkek cuda hebe, di hemû aliyan de kar dike û li riyên çareseriyê digere. Li Başûrê Kurdistanê gelek medya hene û aqilê desthilatdar û mêrsalarî kar dikin, ji ber wê JIN TV bûye bingehek. Ji ber ku JIN TV tenê kar ji bi pirsgirêka jinan nake, li ser pirsgirêkên civakî û zarok, tendirustî kar dike û hewl dide pirgirêkan çareser bike. Nûçeyên JIN TV weşana bernameyan ji yên televîzyonên dinê cuda ne, JIN TV nîşan dike ku jin çiqas bi hêz in û dikarin kar bikin.”

Evîn Nesrîn der barê planên xwe yên sala pêncem de wiha got: “Her sal JIN TV xwe nû dike, ji hemûyan girîngtir ew e ku JIN TV armanca xwe dizane. Em hewl didin bi heman hêz û îradeya xwe karê xwe berdewam bikin, di hemû bername û dosyayan de em kar ji bo armancên xwe dikin û em hewl didin ku heta niha me xwe negihandiye xema kîjan jinan e ku em ji pirsgirêkên wê re bibin çareserî.”

“Ragihandin li Başûrê Kurdistanê di bin destê desthilatdariyê de ye”

Pêşkêşvana JIN TV Lavîn Mehmûd diyar kir ku ragihandin Başûrê Kurdistanê hene nikarin tunditujiya ku li hemberî jinan tê kirin raxin ber çavan û jê re çareserî bibînin, ji ber desthilatdar wan ragihandinan birêve dibin û mêr weke rêveber tê de kar dikin û wiha got: “Di ragihandinên Başûr de ji dosya û wêneyên herî biçûk bigre heta bernameyên herî mezin qet balê nakşînin ser pirsgirêka jinan, di ragihandinên Başûr de derfet ji bo tewanbaran derxistiye ku li hemberî tunditijiya li hemberî jinan bi kar aniye parastina xwe bike, ev ji wisa kiriye ku ragihandin dixwazin pirsgirêka jinan wekî din nîşan bidin û aqilê mêrsalî wisa serdest bûye ku ji ber wê medyayek taybet ji bo jinan weke kanala JIN TV  girîngiyek xwe heye.”

“Dezaghên din ên ragihandinê jinan weke amûr bi kar tînin, JINTV bersiveke ji bo wê”

Endama beşa teknîkê ya JIN TV Sozyar Elî der barê nîşandana jinan di TV’yan de wiha got: “Sedema vê yekê wisa li jinan kirine ku jin nikarin karek din bikin û tenê weke amûrek balkişandina bîneran tên bikaranîn. Ger mijarên medyayê ne rast bin bi riya jinan dixwazin bala bîneran bikşînin. Her wiha bawer nakin ku jin wê bikarin karê teknîkê bikin û kamera û kompîtorê bi kar bînin lê belê ezmûna JIN TV  îsbat kiriye ku jin dikarin ji derveyî karên pêşkêşvaniyê, karên din di nava ragihadinê de bikin û bûye bersivek ji bo hemû kesên ku dibêjin jin nikarin hemû karan bikin. Her wiha JIN TV çar sal in kar dike û wê nêrînê şikandiye.”

JINHA