Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cara yekê ezmûna xwendina serbest pêk hat

03/07/2022
in Uncategorized
A A
Cara yekê ezmûna xwendina serbest pêk hat
Share on FacebookShare on Twitter

Têkildarî nirxandina ezmûnên pergala serbest û giştî, herwiha rêjeya serketina xwendekaran, endamê Navenda Ezmûnan ya Herêma Cizîrê Ebdulezîz Berzencî peyivî.

Di sala xwendinê ya 2021-2022`ê de Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn pergala xwendina serbest ji bo xwendekarên refên 9 û 12`an ragihand û îsal di 19`ê Hezîranê de ezmûn bi dawî bûn. Ji bo xwendekarên refên 9 û 12`an ku bi rêk û pêk li dibistanan perwerde dibûn, li şûna lidarxistina ezmûnên wekhev, sîstema nirxandinê hat danîn.

Têkildarî nirxandina ezmûnên pergala serbest û giştî, her wiha rêjeya serketina xwendekaran, endamê Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Ebdulezîz Berzencî peyivî.

Berzencî got, tevî tecrûbeya yekemîn bû jî wan ezmûnên pergala serbest bi awayekî serketî kirine û got, “Ji bo xwendekarên ku di dibistanan de jî pergala nirxandinê bêhtir dikare rewşa wan a rast binirxîne, di nava wê nirxandinê de jî ezmûn hene.”

‘Divê di 3 branşan de bi ser kevin’

Ebdulezîz Berzencî da zanîn ku pileya xwendekarên pergala serbest ên refa 9`an ji 800`î gava xwendekar 320`an bi dest bixin, bi ser dikevin, refa 12`an jî ji 700`î de ku xwendekarên 280`î bi dest bixin, bi ser dikevin. Wî got, “Di heman demê de xwendekarên ku di 3 branşan de bi ser nekevin, bi bin dikevin. Yên ku di 2 branşan de bi ser nekevin, bi şert heke di wan her du branşan de ji pileyê çaryekekê bibin, bi ser dikevin.”

Li gorî Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê hejmara xwendekarên ku ezmûnên pergala serbest pêşkêş kirin, 359 bû, ji wan 330 yên refa 12`an bûn, 29 jî refa 9`an bûn. Xwendekarên giştî jî refa 9`an 4 hezar û 649 û refa 12`an jî 2 hezar û 53 bûn.

Li ser rêjeya serketinê ya her du pergalan Berzencî got, “Ji bo xwendekarên nirxandinê rêje ji sedî gihaştiye zêdeyî 85`an, yên pergala serbest jî gihaştiye 45`an.”

Berzencî got: “Di ezmûnên pergala serbest de 3 rewşên xapandinê derketin, ew kes jî ji sala xwe dûr ketin û ew ê nikaribin bikevin ezmûneke din jî. Dimîne heta sala bê.”

Li ser dema ragihandina encamên ezmûnên pergala serbest û ya giştî Ebdulezîz Berzencî got: “Encam amade ne, ew ê di demeke nêz de bên eşkerekirin.”

Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 13`ê Hezîranê de bi biryarnameyekê ezmûneke din (tekmîlî) ji bo xwendekarên refa 12`an a xwendina serbest ragihand. Ezmûnên wê jî dê di navbera 17-25`ê Tîrmehê de bin.

ANHA/QAMIŞLO

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.