Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kampa Waşokanî Akademiya Şehîd Zevîn Sozdar hat vekirin

03/07/2022
in Uncategorized
A A
Li Kampa Waşokanî Akademiya Şehîd Zevîn Sozdar hat vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Akademiya Civaka Demokratîk ya kantona Hesekê bi navê Akademiya Şehîd Zevîn Sozdar navenda xwe li Kampa Waşokanî vekir.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Hesekê, bi merasîmekê navenda xwe li kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li taxa Telayî ya bajarê Hesekê vekir. Navenda akademiyê bi navê Şehîd Zevîn Sozdar hate vekirin. Malbata Zevîn Sozdar a 2014`an di encama bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li ser herêma Serêkaniyê şehîd bû, her wiha bi dehan koçberên li kampê û endamn saziyên sivîl, komîteyên perwerdeyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji rêveberên Akademiya Şehîd Rûken a kantona Hesekê Ebdulxenî Oso bal kişand ser girîngiya perwerdeyê, pêşxitina civakê di warê zanist, çandî û civakî de û destnîşan kir ku armanc ji akademiyan belavkirina zanebûn, fikir û çandê di nava civakan de ye.

Her wiha diyar kir ku Akademiya Şehîd Zevîn Sozdar dê roleke sereke di dayîna fikir û felsefeyê ji koçberên kampê re pêk bîne da ku xwe li gorî jiyana civakî pêş bixin.

Ebdulxenî Oso di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de dijmin hemû nirxên civakê ji ziman û çandê dike hedef. Ji ber wê jî divê em parastina çanda xwe ya civakê bikin ku em xwe bispêrin çanda neteweya demokratîk. Em bang li beşdaran dikin ku tev li perwerdeyan bibin da ku xwe pêş bixin û civakeke azad û demokratîk ava bikin.”

Di dawiyê de deriyê akademiyê ji aliyê dayika şehîd Zevîn Sozdar, Zerga Hesen û bavê wê Cemîl Mihemed Wehîd Xelîl ve hate vekirin.

Dewreya yekemîn a perwerdeyê wê îro bi navê Cabir El-Elî dê îro dest pê bike. Cabir El-Elî 21’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bû.

Di dewreya perwerdeyê de dê waneyên fikrî der barê girîngiya perwerdeyê, welat û welatparêzî, şerê taybet û hwd werin dayîn.

ANHA

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.