Rojnameya Ronahî

`Emê çanda dermanên xwezayî belav bikin û biparêzin`

Darîn Silê/Qamişlo

Rêvebera Navenda Nînhorsax ya dermanên xwezayî Şêrîn Welat got, armanca me ji vekirina vê navendê vegerandina çanda dermanên xwezayî ya windabûyî û parastina wê ye. Herwiha da civak jî li gorî madeyên xwezayî parastina tenduristiya xwe bike.

Dermankirina xwezayî pir girîng e û mirov sûdeke baş jê digire. Çimkî bi giyayên xwezayî her nexweşî tê dermankirin. Di dema berê de dermankirina xwezayî pir pêşketî bû, herwiha mirovan ji bilî wê ti dermanên din bi kar nedianîn. Lê niha ev çand winda û lawaz bûye. Tevî wê jî hin jin heta niha dermanên xwezayî bi destê xwe çêdikin û ji bi kar tînin.

Li Qamişlo bi destê komeke jinan 28`ê Hizêrana derbasbûyî Navenda Nînhorsax ya Dermankirina Xwezayî û Piştgiriya Derûnî hat vekirin. Li navendê 7 kes kar dikin. Herwiha gelek beşên dermankirinê hene; dermankirina bi giyayan, ya fîzîkî bi zeyt û giya, werzişa yoga, dermankirina piskolojîk û dermankirina bi bernameyên xwarinê yên ji bo qelewbûn û lawazbûnê bi awayên xwezayî.

Derbarê vekirina navendê û armanca wê de, herwiha girîngiya dermankirina xwezayî de, rêvebera navenda Nînhorsax Şêrîn Welat ji me re axivî û nêrîna xwe anî ziman.

Rêvebera Navenda Nînhorsax Şêrîn Welat da zanîn ku du sal in haziriya navenda dermankirina xwezayî dikin û axaftina xwe wiha domand: “Karê me li vir tev bi dermanên xwezayî ye. Vekirina navendê dereng ket, çimkî derfetên me kêm bûn, herwiha alav û pisporên ku li vir kar bikin ne amade bûn. Navend ji 9`ê sibehê heta 2`yê nîvro wê vekirî be. Piştî nîvro jî eger rewşek hebe emê çareser bikin. Jixwe dermankirin jî bi bihayekî pir kêm e. Herwiha got, berî ku em navendê vekin me hin lêkolînên li ser dermanên xwezayî kirin, herwiha me xwe gihand hin kesên pispor yên ku vî karî baş nas dikin, da ku em bi hev re kar bikin û xizmeta civaka xwe bikin.”

`Armanc belavkirina çanda dermanên xwezayî ye`

Şêrîn got, aramanca me ji vê navendê ew e ku em çanda dermanên xwezayî vegerînin û di nava gel de belav bikin. Çimkî ev çand winda bûbû. Hin kes hene heta niha van dermanan bi kar tînin, lê ew jî xwe nadin xuyakirin. Ji bo wê jî me xwest em vê xebatê bi rêxistin bikin û di aliyê zanistî de gavekê biavêjin.

`Emê hewl bidin xebata xwe berfireh bikin`

Şêrîn diyar kir ku ji bilî dermankirinê wê perwedeyên derbarê dermanên xwezayî de bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Emê her carê çend kesan perwerde bikin da ku em vê xebatê berfireh bikin. Herwiha emê hewl bidin ku navenda Nînhorsax li bajarên din jî vekin.”

Şêrîn Welat da zanîn ku alava çêkirina zeytê li navenda wan heye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Emê tevayiya cûreyên zeytê li navendê çêkin, em zeytê ji ti cihan naynin, emê bi xwe amade bikin. Herwiha giyayê ku ji me re pêwîst be emê biçînin û ji bo dermanan bi kar bînin.”

Rêvebera Navenda Nînhorsax Şêrîn Welat di dawiya axaftina xwe de got, em bi hêvî ne jinên ku ji vê karî fêm dikin û dixwazin vî karî bikin xwe azad bikin û werin navenda me da ku em bi hev re vî karî pêş bixin.