Rojnameya Ronahî

Baxçeyê Dayîka Behiya cuda ye…Gulên xwe bi heskirinê xwedî dike

Xalid Etê/Qamişlo

Dayîka gul û kulîlkan got, dema me xaniyê xwe ava kir, min his kir ku ruh jê kêm e, ew ruh xweza, dar û kulîlik bûn. Min baxçeyê xwe yê gulan çêkir. Min heskirin da wan, wan jî wate da jiyana min.

Dayîka Behiya ya bizendûbend û kesayeta jina tijî hêz, hêvî û heskirin, herwisa bi zarşîrînî û gotinên xwe yên xweş, weke xwedawendeke ji rûpela dîroka jinê ya hatî dizin hatibe, xuya dike. Bi wan mîmikên têra xwe westiyayîn, bi wan destên têra xwe di nava xakê de xebitîn, li ber wê germa havînê, li ber siya dara berî 30 salî bixwe çandî, di nava bêhna rihan, çîmen û kulîlkan, girêdan û çîroka heskirina xwe ya xwezayê ji me re vedibêje.

Dayîk û xweza, dar û kulîlk…hevaltî

Behiya Sebrî (47) ji taxa Enteriyê ya rojhilatê bajarê Qamişlo ye. Mijûlbûna xwe ya bi xweza, şînkayî û kulîlkan ya nêzî 30 salî bi hevaltiyê bi nav kir û wiha axivî: “Xwedîkirina gul û kulîlkan ne bi avê tenê ye, berî her tiştî pêwîstiya wan bi heskirinê heye. Di nava van salan de min ev fêm ki. Jixwe hevaltiya min bi vê xwezayê re ji piçûkaniyê ve ye. Wê çaxê min giyayê Sebrê (Sebar) xwedî dikir. Heskirineke min ya bêhempa jê re çêbûbû. Lê bavê min her tim gazinc dikirin. Digot, ev çi derzî ne, te anîne mala me. Weke derziyan didtîtin, lê nêrîna min cuda bû. Bi rastî wê şînkayiyê dilê min xweş dikir û enrjiyeyeke erênî dida min.”

Xanî bêruh bû..xwezayê ruh dayê

Piştî hevaltiya yekê ya Dayîka Behiya bi giyayê sebrê re heskirina wê ya bi xweza û gul û kulîlkan re mezintir dibe. Pişt re guleke din ya bi navê sicade jî xwedî dike. Salên 90î dema ku dizewice û li gel hevjînê xwe xaniyê xwe ava dikin, dibêje kêmayiyeke vê malê heye ruh jê kêm e. Divê ji bo dar û kulîlkan ciyeke taybet hebe. Ji ber wê li gorî xwe û bi destê xwe hewşa malê bi dar û kulîlkan dixemilîne û nafûreyeke avê jî çêdike.

Bexçeyê bi 50 cureyên gulan û her çar demsalan..

Dayîka Behiya wan kêliyan tîne bîra xwe û bi van agahiyan wan rojan wiha tîne ziman: “Kesên derdora min digotin, ev çi ye tu dayîk î. Henekê xwe bi min dikirin, digotin, li şûna tu bi van gulan ve mijûl bibî, here karekî din bike. Lê min gotinên wan bêwate didîtin û min dest bi komkirina tov û cureyên kulîlkan kir. Min tov li hewşê, nêzîkî bîra avê û textan diçandin. Min bi rengekî bedew û li gorî taybetmendiyên wan li hewşê bi cî kirin. Niha li hewşa min nêzî 50 cureyên gulan yên her çar demsalan hene. Li cem min nêrgiz bi çar rengan, çîmen û sosin bi du renga, rihan, enber, qurnefîl, guhbizin û bi dehan cureyên sebara jî li cem hene. Wê jimara wan pirtir bûya, lê astengiya li pêşiya min derdikeve, ew e ku hin kulîlk pêwîstiya wan bi dermanan heye û bihayê wan jî giran e. Ez gulan nakirim, ez wan kom dikim. Ez tov tînim diçînim û pişt re wan bi gulên din diguherînim. Yan jî kesên ku ji çandina wan ne serwext in, ez tov ji wan digirim û bixwe wan xwedî dikim û parekê didim wan.

Li Baxçeyê Şehîdan, kulîlkên Dayîka Behiya

Dayîka Behiya bi heskirin û rûgeşî behsa gulên xwe dike, lê ya balkêş ew e ku li navê wan qertafa `min` zêde dike û axaftina xwe wiha didiomîne: “Jixwe min navên keçên xwe Şîlan, Zîlan û Ebîr li gulan kirine. Ez gulan jî ji bo xwe tenê xwedî nakim, ez wan li dost û heskiriyan jî belav dikim. Gulên min li Rojava belav bûne û heta Hesekê û Kobanê çûne. Lê ya ku ez erk dibînim, çandina gul û kulîlkan li goristana Şehîdan ya Delîl Saroxan e. Di çi rewşê de bim heta li ser piyan bim wê kulîlk li ser milê min bin û ezê ji çûna goristanê û çandina gulan qut nebim. Kesên ku berê henekê xwe bi min dikirin niha tê bedewiya wan dibînin û ji min dixwazin.

Huner û wêje bê gul û kulîlkan kêm e

Dayîka Behiya herwisa dibêje bê gul û kulîlkan wê kêmayiyeke mezin di vê jiyanê de hebe û wiha got: “Hozan, stiranbêj û helbestvan ji bo ku bedewiya yara xwe û heskirina xwe vebêjin, divê bedewiya wan bişibînin xweza û kulîlkan. Ji ber wê heta di stiranan de jî kulîlk û navên wan bala min dikişînin û di nava gotinên stiran û helbestan de jî ez li gulan digerim.”

Gul û xweza, giyanê mirov bedew dikin   

Dayîka Behiya herwisa bal kişand ser estetîk û bedewiya kulîlkan ya li nava hewşê û axaftina xwe wiha qedand: “Ez xwedîkirina wan di hundirê xaniyan de na pejirînim, ez vê rewşê ji wan re weke zindanê dibînim. Divê xweza neyê qeydkirin. Ji ber wê kulîlkên min tev li bin ezman in. Jixwe li ser guncawbûna rengê guldanik û gulan jî huner pêwîst e. Ku her du reng bi hev re guncaw bin, bedewiya wan pirtir dibe. Bi rastî jî eger mirov ji xweza û kulîlkan hes bike wê ew jî heskirinê ji bo me bibexşînin û jiyaneke biwate bidin me. Ji ber wê jî ez van gulan, weke diyariyan bi heskiriyên xwe dibexşînim. Lê kesê heskirinê di hundirê wî de nebînim, ne pêkan e bidême. Lewra bi qasî xwedîkirin û guhdarîkirinê, pêwîstiya gulan bi heskirinê heye.