Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta tirkî ya dagîrker ya ser gundê Ereb Hesen ku di encama wê de du zarok şehîd bûn, şermezar kir. Herwiha soza parastina aramî û ewleyiya bajarê Minbicê ji êrişan da.
Pêncşema borî dewleta tirkî ya dagîrker gundê Ereb Hesen yê li bakurê bajarê Minbicê topbaran kir û di encama wê de du zarok şehîd bûn.
Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Artêşa tirkî ya dagîrker sûcên xwe li dijî sivîlan didomîne, gundewarên ku sivîl di wan de dijîn dike hedef. Armanca wê ji vê yekê ew e ku tirsê di nava şêniyan de belav bike. Ji ber wê jî bê serûber û rojane gundewarên bakurê Minbicê yên li ser xeta Sacûr topbaran dike.
Di encama topbarana duh ber êvarî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ereb Hesen de du zarokên bi navê Mihemed Ebduletîf El-Henefî (13) û Ehmed Fûad El-Henefî (12) şehîd bûn.
Em di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de parastina sivîlên Minbicê ji hemû xeterî, binpêkirinên û hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ber bi bajar ve biçin, girtiye ser milê. Em sersaxiyê ji malbata her du zarokan re dixwazin.
Em soz didin ku em ê parastina Minbicê û gundewarên wê bikin. Em ê şopdarê rêya şehîdan bin. Parastina xak û gel bikin û li hember her kesê ku dixwaze destkeftiyên gel û şoreşa me têk bibe, bisekinin.”
ANHA