Mihemed Xanim/Qamişlo
Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmê şermezar kirin û gotin, wê birêxistinbûn û yekîtiya gelên herêmê, têkçûna dagîrkeran misoger bike
Êrişên dewleta tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê gef û êrişên dewleta tirkî şermezar kirin û dan zanîn ku yekîtiya gelên herêmê wê tevayiya êriş û planên ser herêmê têk bibe.
’Armanca dagîrkeriyê tinekirina destkeftiyan e’
Endama Desteya Jinê ya Saziya Malbatên şehîdan ya bajarê Hesekê Fatma Hisên êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmê şermezar kirin, herwiha diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker, destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser desthilatdariya xwe xeter dibîne û axaftina xwe wiha domand: “Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, gelên herêmê sîstemeke demokratîk ava kirin. Li gorî Projeya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kirin û bi awayekî serkeftî herêm bi rê ve birin. Projeya Neteweya Demokratîk bû bingehê rêxistinbûn û azadiya gelên herêmê. Dema dagîrkeriya tirkî dît ku ev projeya demokratîk pêş dikeve û wê çareseriyê bi xwe re bîne seranserî herêmê, li ser xwe xeter dît û bi her awayî êriş dike. Dagîrkerî dixwaze ji aloziya Sûriyê sûdê bigire û amancên xwe yên dagîrkiriyê pêk bîne. Diyardeya azadiyê li kû hebe, dewleta tirkî ya faşîst êrişî wir dike.”
Fatma Hisên bal kişand ser krîzên hundirê Tirkiyê û wiha axivî: “Dagîrkeriya tirkî di krîza aborî, siyasî, doplomasî û civakî re derbas dibe. Hikûmeta AKPê dixwaze krîzên di hundir de derbasî welatên derdorê bike. Ji ber wê bênavber êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”
’Yekîtiya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike’
Endama Desteya Jinê ya Saziya Malbatên şehîdan ya bajarê Hesekê Fatma Hisên da zanîn ku Projeya Neteweya Demokratîk kilîta tevaiya pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Ji ber wê divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. Hêza dijimin çiqas mezin be jî, wê li hemberî berxwedana gelan têk biçe”
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê jî da zanîn ku dewletên wekî Rûsya û Amerîka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amerîka qaşo li herêmê garantor in, lê xwe bêdeng dikin. Dîroka her du dewletan ji her kesî re diyar e. Ji bo berjewendiyên xwe, çi ji destên wan tê dikin. Ev her du hêz dijminên gelan in. Niha jî dixwazin gelên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bikin qurban. Lê wê negihin armanca xwe. Lewra bê Rêveberiya Xweser çareseriya kirîza Sûriyê ne pêkan e.”
’Armanca dagîrkeriyê çewisandina vîna azad e’
Dawê da xuyakirin ku armanca dagîrkeriya tirkî ji êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê, têkbirina Projeya Biratiya Gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Ev 12 sal in ku dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Ew sûcên dijmirovî dikin, jin û zarokan dikin amanc. Di dema dawî de, êrişên dagîrkeriyê yên bi balafirên bêmirov zêde bûne û rasterast welatiyan dike amanc. Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi van êrişan, îradeya gelan bişkîne. Dagîrkerî bi êrişên xwe yên ser welatiyan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê didomîne. Dewleta tirkî ji bo tevayiya gelên herêmê û Rojhilata Navî xetere. Dewleta tirkî ya qirker wê di hundirê xwe de têk biçe. Siyasetên wê yên dagîrkeriyê li tevayiya qadan têk çûn e, ji ber wê bi awayekî hovane êrişî Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”
’Ti hêzên Navneteweyî wê gel neparêzin’
Dawê bal kişand ser berxwedana gelên herêmê ya li hemberî êrişên dagîrkeriyê û wiha axivî: “Dagîrkeriya tirkî bi van êrişan, dixwaze îrade û baweriya gelan têk bibe. Lê nizane ku gelên herêmê tevayiya lîstik û xefkên dagîrkeran nas kirine. Gelên ku baweriya xwe bi fikir û felsefeya azad anîn, ti caran gavan paş ve navêjin û ji bilî azadiyê ti tiştî qebûl nakin. ”
Endamê Saziya Malbatên şehîda Mihemed dawê ji gelên herêmê xwest ku li hemberî kiriyarên dagîrkeriya tirkî bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha qedand: ” Pêwîst e em hêza civakê bikin bingeh û li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên navneteweyî wê gel neparêzin. Çawa bakur û rojhilatê Sûriyê bû sembola berxwedanê, wê berxwedan dewam bike û êriş têk biçin.”