No Result
View All Result
Nûrî Mehmûd hişyarî da ku gefên dewleta Tirkan yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, DAIŞ`ê vedijîne û got, ya balkêş, di her gefa dewleta Tirkan de tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe. Nûrî Mehmûd teqez kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên dagîrkirî û çolistana Sûriyê derbasî herêmê dibin.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, têkiliyên di navbera gefên dewleta Tirk û tevgera çeteyên DAIŞ’ê de ji ajansa me re nirxand.
Nûrî Mehmûd diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li gor AKP’ê ya ku Erdogan serokatiya wê dike tev digere û got: ” Her ku dewleta Tirk gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe zêde dikin, ev tê wateya ku her du alî heman hişmendî ne lê navên wan cuda.”
Nûrî Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirka dagirker ku xwe weke endama NATO’yê dibîne, peyman û qanûnên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navên cuda de li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de tev digerin.
Stargehên çeteyên DAIŞ’ê
Berdevkê YPG’ê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser herêmên ku DAIŞ’ê xwe lê bi rêxistin dike û got: “Çeteyên DAIŞ’ê herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de weke stargeh dibînin, di heman demê de li herêma di navbera Dêrezorê, Tedmur û Siweydayê tev digerin”.
Mehmûd destnîşan kir ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de serçeteyên DAIŞ’ê weke Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Ibrahîm El-Qureşî hatin kuştin û gelek serçete hatin girtin û wiha domand: “Li herêmên dagirkirî ji bo çeteyên DAIŞ’ê stratejî tê danîn, çete tên perwerdekirin û plan tên amadekirin, êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê jî mînaka wê yekê ye”.
Di 8’ê vê mehê de Yekîneyên taybet ên QSD’ê serçeteyekî DAIŞ’ê ku berpirsê biçekirin û tevlîkirina çeteyan bû li Reqayê girt. Her wiha di 12’ê vê mehê de jî QSD’ê şaneyeke peredayînê ya DAIŞ’ê li bajaroka Holê girtin
Di 27’ê Cotmeha 2019’an de lîderê çeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî di operasyoneke hevbeş a QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî li Idlibê hatibû kuştin.
Piştî wê di 3’ê Sibata 2022’an de li gundê Etmê yê li nêzî sînorê Tirkiyê serçete DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El-Qureşî hatibû kuştin.
‘Biryargeha wan li Dîlok, Riha û Enqere ye’
DAIŞ û fermandarên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî tên birêxistinkirin û ji wir derbarê herêmên me dibin. Biryargeha fermandariya wan Dîlok, Riha û Enqereyê ne. Sedema derketina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên me her du aliyên navborî ne ku me behsa wan kir. Heman demê Erdogan fermandarên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî dihewîne. Dema dawî de me dît çawa xwepêşandan li herêmên dagirkirî li dijî desthilata Tirk derketin, daxwaza şêniyên Xûta ew bû ku vegerin warê xwe.”
‘DAIŞ bi dawî nebûye’
Nûrî Mehmûd diyar kir ku DAIŞ bi dawî nebûyeû tevgera wê berdewam e û ev tişt anî ziman:” 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê di nava girtîgehên me de hene, li kampa Holê jî bi hezaran malbatên DAIŞ’ê hene. Zarokên wan li ber çavê ragihandina cîhanê û civaka navneteweyî li ser heman hişmendiyê mezin dibin. Em dikarin bêjin ku me ew di aliyê erdîngarî de tune kirine, lê hîna me zihniyet û rêxistina wan neqedandine. DAIŞ hîna çalakiyên xwe didomîne. Îhtîmal heye ku şandeyên li herêmên me derekevin, wekî bûyera li girtîgeha Sînaayê ku bi serkêşiya Tirkiyê plana êrişeke dijwar danîbû.”
Di 20’ê Çileya 2022’an de şaneyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kirin û hewil dan ku 5 hezar çeteyên di girtîgehê de birevînin, lê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 26’ê heman mehê de dawî li hewildana çeteyan anîn.
‘Ji bo dawî li daiş’ê bê divê herêmên dagirkirî bên paqijkirin’
Nûrî Mehmûd teqez kir ku ji bo dawî li çeteyên DAIŞ’ê bê pêwîste herêmên dagirkirî û herêmên di navbera Dêrazor, Tedmur û Siweydayê bên paqijkirin û kar li ser dadgehkirina çeteyan û ji nû ve perwerdekirina zarokên wan bê kirin.
‘Gefên dewleta tirk şerê li dijî daiş’ê asteng dike’
Der barê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî de berdevkê YPG’ê wiha axivî: “Bê guman hêzên me şerê şaneyên DAIŞ’ê dikin, lê gefên Tirkiyê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng kirin. Gefên tên kirin moral didin çeteyên DAIŞ’ê da ku çalakiyên xwe zêde bikin. Lê têkoşîna me dewam e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî herêmê ji Dêrazor, Reqa û Minbicê hevkariya hêzên me dikin û di navbera gel û hêzên me de hemahengiyeke xurt heye. Lê gefên dawî yên Tirkiyê dihêle ku şerê me yê li dijî şaneyên DAIŞ’ê bibe asta duyem, ji ber dagirkerî ji DAIŞ’ê xetertir e. Bi vî rengî hêzên me amadekaryiên bersivandina van gefan dikin.”
‘Divê cîhan hevkariya dewleta tirk a bi daiş’ê re nas bike’
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd rexne li civata navneteweyî kir ku bi li hember DAIŞ’ê bi erkên xwe ranabin û wiha pê de çû: “Divê cîhan bi giştî hevkariya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de nas bike û tedbîran bigirin. 2 eniyên metirsîdar hene, ya destpêkê dewleta Tirk e ew jî eşkere ye, lê civata navneteweyî bi erkên xwe yên dîrokî li hember terorê ranabin, ya din jî herêmên di navbera Dêrezorê, Tedmur, Siweyda û Derayê de ne ku li wir hêzên rûsî, îranî û hikûmeta Şamê hene, çawa ew tevgera DAIŞ li wan herêman qebûl dikin, divê welatên herêmê van metirsiyan bibînin, DAIŞ ji wan herêman derbasî herêmên me dibin û ji herêmên dagirkirî desteka lojîsîk û teknîkî werdigire.”
Nûrî Mehmûd di dewama axaftina xwe de ev hişyarî da: “Em cîhanê ji metrisiya DAIŞ’ê hişyar dikin û divê dawî li fikir û erdnîgeriya DAIŞ’ê bê kirin. Em derfetên li herêmê hene ji bo çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan bi kar tînin, dewlet bi erkên xwe ranabin, ev barê me giran dike, li kampa Holê zarok li ser îdeolojiya DAIŞ’ê mezin dibin, jin jî parastina wê îdeolojiyê dikin, gelek serçete û emîrên DAIŞ’ê di girtîgehan de hene, ji bo dadgehkirina wan çeteyan me gelek hewildan kirin, ew çete ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên terorî kirine, lê belê li Asya, Ewropa, Amerîka û tevahî cîhanê kriyarên terorî kirine, divê civaka navneteweyî bi erkên xwe rabe”.
‘Dadgehên li Rojava bi tenê têr nakin’
Nûrî Mehmûd bal kişand ser girîngiya dadgehkirina çeteyan û got: “Dadgehên li Rojava têr nakin, divê dadgehên navneteweyî bên avakirin, ji ber ku dosya DAIŞ’ê ne tenê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, divê lêpirsîn li Tirkiyê û Ewropayê jî bên vekirin ji ber ku têkliyan wan welatan bi DAIŞ û şaneyên wê re hene. Çeteyên DAIŞ’ê nebûna dadgehên navneteweyî derfet digire û tevgera xwe zêde dike û ev yek bêaramî çêdike.”
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di dawiyê de bang li tevahî cîhanê kir ku metirsiya DAIŞ’ê bibînin û wan dadgeh bikin û ev tişt anî ziman: “Divê cîhan nas bike ku gefên Tirkiyê yên li ser herêmên me çalakiyên DAIŞ’ê zêde dikin û dihêlin ku hîna bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ji bo dadgehkirina çeteyan divê cîhan tev bigere, divê dawî li hişmendiya tundrewî bê kirin, her dewletek li gor berjewendiyên xwe tev digere û peymanên navneteweyî bin pê dikin. Divê her deweleke berpirsyartiyên xwe li hemberî gelê xwe bîne û ji bo parastina herêmên xwe biryarên dîrokî bigire.”
ANHA
Post Views: 79
No Result
View All Result