Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkan tê wateya hevkariya wê’

29/06/2022
in Uncategorized
A A
’Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkan tê wateya hevkariya wê’
Share on FacebookShare on Twitter
Jinên bajarê Qamişlo êrişên deweleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û bang li  rêxistinên navneteweyî kirin ku li hemberî van sûcan bêdeng nemînin   
Bi armanca qirkirina gelên herêmê û têkbirina projeya biratiya gelan, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de dagîrker û çeteyên wê sûcên li dijî mirovayiyê dikin. Tevî ku Amerîka û Rûsya li hermê  gerantor in jî, êrişên dagîrkeran bênavber dewam dikin. Di encamê de gelek welatî jiyana xwe ji dest didin, bi dehan malên wan wêran dibin û aramiya herêmê xerab dibe.
Jinên bajarê Qamişlo êrişên dagîrkeriya tirkî ya şermezar kirin û wek sûcên li dijî mirovayiyê bi nav kirin. Herwiha bang li rêxistinên navneteweyeyî kirin ku li hemberî qirkirinê bêdeng nemînin û diyar kirin ku bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta tirkî ya dagîrker re.
Jina bi nave Nafiya Elî êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, herwiha diyar kir ku armanca dagîrkeran qirkirina gelê herêmê ye û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagîrker hovîtiya xwe ya li dijî gelên herêmê dewam dike. Armanca wê qirkirina gelên resen yên herêmê ye. Tevî ku êrişên wê zagonên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan binpê dikin, saziyên pêwendîdar yên Neteweyên Yekbûyî li hemberî kiryarên dagîrkeriyê tev jî xwe bêdeng dikin.”
Nafiya Elî bang li gelên herêmê kir ku yekîtiya xwe bihêztir bikin da planên dagîrkeran bêbandor bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e her kes li hemberî planên dagîrkeriya tirkî hişyar be. Em bawer dikin ku wê projeya biratiya gelan bikare dagîrkeran têk bibe. Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike.”
Jina ciwan ya bi nave Ahîn Xelîl jî êrişên dagîrkeriya tirkî wek dewama planên parçekirina xaka Sûriyê bi nav  kir û wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker bi armanca firehkirina projeya xwe ya dagîrkirinê asta êrişên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike. Bi van êrişan dixwaze careke din derfetê bide Çeteyên DAIŞ’ê ku li ser xaka Sûriyê bihêz bibin, vê xakê parçe bikin û komkujiyan pêk bînin”
Jina ciwan ya bi navê Sêvîn Elî êrişên dewleta tirkî ya li ser gelên herêmê wek qirkirina mirovayiyê bi nav kir û da zanîn ku ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li çiyayên Kurdistanê êrişên xwe li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirin û wiha got: “Rojên dawî, dewleta tirkî êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine. Ji ber têkçûna wan li Herêmên Prastinê yên Medya, bi awayekî hovane êrişî bakur û rojhilatî Sûriyê dikin. Siyaseta dagîrkeran li tevayiya qadan têk diçe”
Sêvîn Elî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna civakê û axaftina xwe wiha qedand: `Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di qonaxeke xeter re derbas dibin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelên herêmê bi xwerêxistinkirinê heye. Herwiha ji her kesî tê xwestin ku li dora rêveberiya xwe bibin xelek û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin.`
Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.