No Result
View All Result
Şehîd Nofa Reşo (Yadê Nofa) yek ji wan dayîkan e ku nimûneya wan di dîrokê de kêm derbas dibe. Dayîka Nofa ku tevî malbata xwe li Lubnan, Şam, Heleb û rojavayê Kurdistanê bûbû jêdera belavkirina fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê, di salên 1980-1990`î de 4 zarokên xwe fedayî axa pîroz kirin û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi heskirin, wefedarî û fedekarî têkoşîn kir.
Navenda Nûçeyan
Di dîroka gelan de, kêm caran dayikan xuliqkarî, moral, hez û pêkanîna karekî bi wate û bi nirx kirine xizmeta doza welatên xwe. Yek ji deverên ku nimûneyên dayikên berxwedêr lê tên peydakirin jî, Kurdistan e.
Ji ber zilm, talan û qirkirina ku li hemberî gelê Kurd tê kirin, herî zêde dayikên Kurd bi hîs û hêza xwe dibin xwediyên para mezin a avakirina şoreşgeran, dayîna hêzê û bandorkirina li civakan û perwerdekirina nifşên nû li ser hezkirina welat.
Yadê Nofa yek ji nimûneyên dayikên Kurdistanê ye ku bi fedakariya xwe bûbû jêdera belavkirina dengê tevgera azadiyê li Lubnan, Şam, Heleb û Rojavayê Kurdistanê. Her wiha di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kedeke mezin da û 4 lawên xwe di salên 1980-1990`î de fedayî axa pîroz kirin.
Yadê Nofa kî ye?
Nofa Îsmaîl Reşo bi nasnav “Yadê Nofa” di sala 1940`î de li Lubnanê tê dinê, piştre tevî dayik û bavê xwe vedigere gundê pêşiyên xwe gundê Hecî Nasir ê girêdayî navçeya Amûdê ya Qamişlo. Piştî zewacê careke din diçe Lubnanê li wir 9 zarokên wê çêdibin; 3 keç û 6 kur.
Di salên 1970`î de Yadê Nofa tevî malbata xwe dîsa berê xwe dide Rojavayê welat û li bajarê Qamişlo bi cih dibe, lê kurê wê yê mezin ji bo kar li Lubnanê dimîne.
Nsdlotoms Rêber Ocalan
Rojekê ji rojên 1979`an, dema Yadê Nofa sardana kurê xwe yê li Lubnanê dike, bi rêya mirovê xwe Rêber Abdullah Ocalan dibîne, ew dem jî dema avakirina Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz bû.
Keça Yadê Nofa, Semîra Hemdîn li ser hevdîtina dayika xwe bi rêber Ocalan re dibêje ku beriya dîtina rêber Ocalan dayika wê heyrana Kurdistanê bû û wiha pê de çû: “Piştî dîtina rêber Ocalan dayika min digot serok Apo dikare hebûna welat misoger bike. Wekî mirovekê bibêje ez li kesayeteke wiha digeriyam ku rê ji min re nîşan bide. Bi wê re xwesteka dayika min a têkoşîna ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê çêdibe.”
Yadê Nofa di dirêjahiya kar û xebatên xwe yên di nava tevgera azadiyê de, gelek caran rêber Abdullah Ocalan dibîne, di navbera wan de hevaltiyeke giranbuha çêdibe. Piştî hevdîtinên bi rêber Ocalan re ji zarokên xwe re her behsa heybetmendî û kesayeta rêber Ocalan dikir. Keça wê Semîra got: “Diya min digot ne bi destê rêber Ocalan be, em welat nabînin. Rêvebertî bi zanebûnekê ev partî ava kiriye.”
Bi naskirina rêber Ocalan, mîna ku Yadê Nofa di jiyana xwe de li tiştekî digeriya û dît. Ji ber vê yekê kesayet, malbat û mala xwe li ser fikr û ramanên rêber Ocalan bi rêxistin kir. Yadê Nofa ne tenê di oxira welat de zarokên xwe şehîd dane, her wiha nêzî 8 zarokên şehîdan xwedî kirine.
Hezkirina Yadê Nofa tenê ji neteweya Kurd re sînordar nema, beşeke ji hezkirinê di nava jiyanê de diyarî pêkhate û olên din jî kir. Jêdera vê hezkirinê fikrê rêber Ocalan e, ku li Lubnanê tevgera azadiyê bi hejmareke malbatên Xiristiyan da nasandin.
Ji malbata yadê nofa 4 pakrewan
Ji ber têkoşîna Yadê Nofa ya di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, zarokên wê jî li gorî pêwîstiya welat bûn şoreşgerên xwedî li fikrê rêber Ocalan derdikevin. Ji malbata Yadê Nofa 4 cangorî hene.
Şehîdê yekemîn, kurê wê Semîr Hemdîn (Ehmed) e, ku li Akademiya Şehîd li Lubnanê di sala 1985`an de şehîd dibe. Piştî şehadeta kurê yekemîn, kurê wê yê din jî Mistefa Hemdîn (Xeyrî) jî tev li nava refê gerîla dibe, ew jî di sala 1988`an li çiyayê Kurdistanê şehîd dibe.
Piştî ku du kurên yadê Nofa tev li karwanê şehîdan dibin, kurekî wê yê din jî Îsam Hemdîn (Selman) çeka her du birayên xwe radike û tev li gerîla dibe. Selman di sala 1990`î de li çiyayên Kurdistanê şehîd dibe.
Kurê herî biçûk û delaliyê malbatê jî yê bi navê Enwer Hemdîn (Orhan) doza gelê Kurd û şehadeta her 3 birayên xwe ji bîra xwe nabe, ew jî dide dû şopa wan û tev li rêfên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. Keça Yadê Nofa wê demê bi bîr tîne û wiha vedibêje: “Wê demê rêber Ocalan ji Orhan re got, em naxwazin tu biçî, li cem yadê bimîne, ji ber ku 3 birayên te şehîd bûne. Orhan ji rêbertî re got ‘welatê me ye, ji mafê me ye em tev li parastina wê bibin’.” Orhan jî di sala 1994`an de derbasî nava refên şehîdên salên 1990`î de dibe.
Hewldanên girtina wê jî nedighştin serî
Bi şehadeta her 4 kurên Yadê Nofa asta têkoşîn û berxwedana wê bilindtir dibe, ji ber têkoşîna wê ew gelek caran rastî hewldanên girtinê ji aliyê leşkerên rêjîma Baasê ve hatiye. Lê Yadê Nofa bi zîrekiya xwe, xwe bi destê wan nedixist. Di merasîma kurên wê de gel ji seranserî Rojavayê Kurdistanê berê xwe dide mala Yadê Nofa, ew jî dihêle ku Yadê Nofa bibe hedefa rêjîma Baasê, lê dîsa jî bi vîna xwe, xwe radestî wan nedikir.
Yadê Nofa bi nêrîneke ku dê rizgarkirin û azadkirina Kurdistanê ji çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê bike, şoreşgerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê mîna parçeyekî canê xwe didîtin.
‘Belavbûna fikrê rêber ocalan, planên wan têk birin’
Her kersê/a ji rêber Ocalan hez dike, di dema dîlgirtina rêber Ocalan de bi hêrs dibe û şînê digerîne, lê ji ber nêzîkatiya di navbera Yadê Nofa û rêber Ocalan de, birîna Yadê Nofa kûrtir bû û digihêje wê astê ku nexweş dibe û dikeve nava livînan.
Keça wê Semîra Hemdîn têkildarî vê yekê got: “Dayika min digot `Bila nebêjin bi girtina serok Apo, em ê dûrî karê xwe bikevin, fikrê serok belav bûye, hemû planên wan jî rê li pêşî bigirin `. Rêber Apo jî bi pêxemberekî dida pênasekirin.”
Piştî dîlgirtina rêber Ocalan Yadê Nofa karê xwe dewam dike, beriya Şoreşa Rojava bi çend salan ew dikeve xwarê û di lingê xwe de birîndar dibe û nikare wekî berê kar û xebat bimeşîne.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re kêfxweşiyeke mezin dikeve dilê wê, tevî zehmetiya bi meşa li ser gopalan re jî, ew sardana saziyên şoreşê dike. Yek ji wan jî ya ragihandinê bû ku nêzî mala wê bû. Bi dîtina saziyan bêhna wê derdiket û li xweşiya wê dihat. Semîra, keça Yadê Nofa li ser vê yekê ev tişt got: “Dayika min digot `Şoreşa Rojava derfeteke binirx e, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemû pêkhateyan e`.”
Nofa Îsmaîl Reşo (Yadê Nofa) sala 2015`an di 71 saliya xwe de, ji ber krîza dil li bajarê Qamişlo koça dawî dike. Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo roja şemiyê (25`ê Hezîranê) meytê Nofa Îsmaîl Reşo ji Goristana Hilêliyê ya Qamişlo bi merasimekê bir Goristana Şehîd Delîl Saroxan.
ANHA
Post Views: 46
No Result
View All Result