No Result
View All Result
Navenda nûçeyan
Rojane bi sedan ton darên daristanên bakur û başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên birîn
Rojane bi sedan ton darên ku ji daristanên navçeyên Şirnexê yên Cudî û Besta û di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de bi serkêşiya Artêşa Tirkiye ya dagîrker ji aliyê kompanyayên taybet ve tên birîn, bi barhilgiran ji daristanan tên veguhastin û bo parêzgehên din tên firotin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rojane herî kêm 10-15 barhilgirên daran ji daristanên bakurê Kurdistanê û beşeke zêde ya wan jî ji daristanên başûrê Kurdistanê bi vî awayî tên veguhastin, ku her yek ji wan dikare heta 10-15 ton daran hilgire.
Serokê Komisyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay jî diyar kir ku têkildarî mijarê di warê yasayî de çendîn caran gilî tomar kirine lê ti encam bi dest nexistine. Tay got, “Mixabin ev serê 2 salan e, çiyayên Kurdistanê bi taybetî Çiyayê Cûdî heta çiyayên Başûrê Kurdistanê dar û daristanên me tên jêkirin û talankirin.”
Bi birîna daristanan ne tenê xwezaya herêmê zererê dibîne, ziyaneke zêde digihe hemû ajel û canewerên di nava daristanê de û beşeke zêde ya wan ji nav diçin. Serokê Komîsyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê banga piştgiriyê li her kesî dike ku rê li ber zêdetir talanirina xwezay herêmê bê girtin.
Post Views: 51
No Result
View All Result