No Result
View All Result
Darîn Silê/Qamişlo
Bi pêmana salvegera şehadeta Şehîd Zîlan endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûden da zanîn ku çalakiya Şehîd Zîlan riya azadiyê ji tevayiya gelên bindest bi taybetî ji jinan re diyar kir. Herwiha got, yê ku bixwaze kesayeta zîlan di xwe de ava bike, pêwîst e di serî de fîkir û ramanê xwe pêş bixe.
jinên Kurd ji bo destnîşankirina qedera xwe, xwe gihandine asta pêwîst ya xwebirêxistinkirinê. Herwih Ji bo parastina çand û nasnameya xwe bi hezaran jinan, bi ruhekî fedayî têkoşîna azadiyê kirine û li ser xeta rûmetê şehîd bûne.

Azadî tim di hundirê jinê de veşartî ye
Yek ji wan jinên leheng şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye, ku bi lehengiya xwe bû sembola jiyana azad. Niha jî bi hezaran jinên Kurd û yên cîhanê bi navê wê bang dikin û bi ruhê wê yê berxwedêr li hemberî zihniyeta baviksalarî û desthilatdar disekinin. Şehîd Zîlana li hemberî zihniyeta dewleta desthilatdar sekinî, ji ber wê jî ruhê wê yê berxwedêr li tevahî gerdûnê belav bûye. Bi wî ruhê berxwedêr yê Zîlanan tevahî Jinên bindest berê xwe didin riya Azadiyê û Heqîqetê, da ku bibin şopdarên Sembola Berxwedanê.
Şehîd Zîlan sala 1972`yan li bakurê Kurdistanê li gundê Almalî yê bajarê Meletî ji dayîk bûye. Zîlan beşa zanista derûnî ya zanîngeha Înonû qedandiye. Piştî wê tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Demeke kurt di nava tevgerê de xebatê dike û 30yê Hezîrana 1996`an li dijî êrişên dewleta tirkî yên hovane yên li ser gelê Kurd û hedefkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Dêrsimê çalakiyeke fedayî pêk tîne. Di vê çalakiyê de dewleta tirkî windayiyên pir mezin dide. Herwiha li hemberî taktik û hêza jina Kurd ya têkoşer matmayî dimîne û dikeve nava şoqê.
Şehîd Zîlan xwedawenda jiyana azad e. Di roja me ya îro de bi hezaran jinan berê xwe daye wê riya ronahiya xwedawenda jiyana azad Zîlan. Da ku ew jî bibin şopdarên wê riya azadiyê ya ku Zîlan ji bo wê canê xwe fedayî gelê bindest û Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan kir. Yek ji wan jinên şopdarên xeta zîlan, Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem e, ku ji weltên derve hatiye li bakur û rojhilatê Sûriyê, li ser şopa Zîlanan têkoşînê dike û parastina riya azadiyê ya ku Zîlan afirandî dike. Şervîn derbarê çalakiya Şehîd Zîlan û fedekariya wê ya mezin, herwiha wateya çalakiya zîlan de ji me re axivî û nêrîna xwe anî ziman.
`Şehîd Zîlan jiyaneke birûmet ji tevayiya gelên bindest re afirand`
Şervîn Nûdem bi pêmana salvegera şhadeta Zîlan, tevayiya jinên berxwedêr û şoreşger bîr anî û wiha got: “Çalakiya Şehîd Zîlan tê wateya berxwedanke mezin li dijî komploya navnetewî û tevayiya kiryarên hovane yên li ser gelê Kurd. Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî jiyaneke birûmet ji bo tevayiya gelên bindest, bi taybetî ji bo jinan afirand. Niha jî em ruhê çalakiya Şehîd Zîlan di gelek jinan de dibînin. Ji bo wê jî wek jin dema em fikrê xwe pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin em dikarin çalakiyên herî bibandor bikin. Em ji hevala Zîlan jî fêr bûne ku, em dikarin tevayiya êrişên ku ser jiyan û hebûna me tên kirin bêbandor bikin. Ji bo ku em wek Zîlan xwedîdîrokeke bi nirx û bandor bin, pêwîst e em fikrê xwe pêş bixin. Lewra hêza me ya fîzîkî û teknîkî tenê têrê nake. Ya esasî ew e ku fîkir û ramanê me pêşketî be.”
`Em hêz û moralê xwe ji kesayeta Zîlan digirin`
Şervîn da zanîn ku sekna Zîlan ji bo her jinê xwedîwateyeke pir mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zîlan tevayiya zincîrên koledariyê û lewazbûna ku dixwestin di jinê de biçînin şkandin. Herwiha dema ku em nameyên şehîd Zîlan dixwînin em dibînin ku, wê azadiya jinê û Kurdistanê wek dozeke girêdayî hev digirt dest. Heman demê jî hêz û moralê di nameyên Şehîd Zîlan de, bûye pêşengiya gerîla, gel û tevayiya jinan. Çimkî di kesayeta wê û di nameyên wê de fikir û ramanê Rêber Apo tê dîtin. Ji bo wê jî wek jin em hêz û moralê xwe ji kesayeta wê digirin û dibêjin, ya bixwaze kesayeteke wek Zîlan di xwe de ava bike di serî de bila nameyên wê bixwîne.”
`Çalakiya Zîlan bû bingehê avakirina artêşa jinê`
Şervîn diyar kir ku Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî hêz û îradeya jinê da xuyakirin û wiha pê de çû: “Çalakiya Zîlan wek çalakiyeke jiyanê tê pênasekirin. Heriwha bûye nasname û bixwebaweriya rêxistinbûna tevayiya jinan. Zîlan bi çalakiya xwe derbeke mezin li dewleta tirkî ya dagîrker xist û zihniyet û hişmendiya ku li hemberî jinê dihat meşandin lewaz kir. Ji bo wê jî em dikarin bêjin, ku çalakiya wê bû bingehê avakirina artêşa jinê.”
`Nameya Zîlan ruhê berxwedanê diyar dike`
Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem di dawiyê de got, çalakiya Zîlan pêngaveke mezin di dîroka azadiya jinê de ye û ev li axaftina xwe zêde kir: “Nameya Zîlan gihiştiye tevayiya jinên cîhanê. Ev name bûye çavkaniya parastin û avakirina jiyaneke azad. Jinên ji welatên cuda dema nameya wê dixwînin ruhê berxwedanê hus dikin. Di roja me ya îro de jî gelek jin mîrasa wê diparêzin û têkoşînê xurttir dikin. Pêwîst e em peyama Şehîd Zîlan baştir nas fêm bikin û bighînin tevayiya jinan. Bi taybetî jinên ku hêviya xwe ya jiyanê winda kirine û yên di malê û zindanan de dîl girtî ne.”
Post Views: 40
No Result
View All Result