Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî gefên dagîrkeran tevlêbûna jinên Çerkes, Tirkmen û Kurd

29/06/2022
in Uncategorized
A A
Piştî gefên dagîrkeran tevlêbûna jinên Çerkes, Tirkmen û Kurd
Share on FacebookShare on Twitter
Her ku dewleta Tirkan ya dagirker û çeteyên wê gefan dixwin, bi ruhê seferberiyê ciwan berê xwe didin meclisên leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyê.
Şervanên bi navê Tesnîm Yaqûb, Agirî Kobanê û Hîem Emîn Mûsa ku ji pêkhateyên Çerkes, Tirmen û Kurd in, di pêvajoya gefxwarina dagirkeran de ji bo parastina xaka xwe tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûne. Piştî perwerdeyê niha amade ne ku welatê xwe ji dagirkeran biparêzin.
Tesnîm Yaqûb ku şervaneke Çerkes e, sala borî piştî dewleta Tirk dîsa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Tesnîm Yaqûb tîne ser ziman ku di nav meclisên leşkerî de hejmara jinên Çerkes kêm e ku ew jî bi israra xwe tev li bûye.
Bandorê li birayên xwe jî dike û ew jî tev lê dibin
Piştî ku şervan Tesnîm Yaqûb, tev lê dibe, 2 birayên wê bi navê Kendal Çerkes, Hesen Yaqûb jî tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin.
Tesnîm Yaqûb dibêje bi tevlêbûna wê re gelek guhertin di jiyana wê de çêbûye û behsa meclisê dike: “Di nava vê meclisa leşkerî de min hemû pêkhate dîtin. Hemû reng di meclisê de hene. Ev cudabûna rengan hev temam dikin. Dema gel jî vê dibîne, ew jî hevgirtî dibe ku zarokên wan di nava vê meclisê de ne. Hevgirtina gel li Minbicê hêzêke xurt ava kiriye. Ji tunebûnê hebûn hat avakirin.”
Bi banga seferberiyê re tev lê bû
Hîem Emîn Mûsa ku ji pêkhateya Tirkmen e, piştî gefên dagirkeran yên îsal tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye. Hîem Mûsa dibêje ji bo azadiyê jinan mîsoger bike û li dijî gefan bi sekneke xurt bisekine, tev lê bûye û van lê zêde dike: “Şervanan bandor li min kir ku ji bo azadî û parastina welatê me şer dikin.
`Bi qasî navê xwe agir bi dijmin bixim`
Agirî Kobanê ku ji Kobanê ye û berê di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt, niha jî wekî hevalên xwe tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye. Agirî Kobanê tîne ser ziman ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker piştî ku seferberî hat ragihandin, tev li meclisa leşkerî bûye û dibejê: “Ger ez welatê xwe neparêzim dê kî biparêze? Min navê xwe kir Agirî ku bi qasî navê xwe agir bi dijmin bixim. Heya dilopek xwîn bi me re hebe em ê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û nahêlin derbasî axa me bibin. Dagirker dixwazin Minbicê dagir bike ku ji Minbicê êrişî her cihî bike. Lê em nahêlin ev pêk were. Xewnên wan dê tenê di xewnan de bimîne.”
Agirî Kobanê bang li ciwanan kir ku tev li hêzên xwe bibin û li dijî dagirkeran bi yekdestî rabin û got: “Ji bo ku dîsa pêvajoya DAIŞ’ê dubare nebe divê her kes banga seferberiyê pêk bîne.”
ANHA
Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.