Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Jînda Asmen diyar kir ku Belgefîlma şehîd Nûjiyan têkoşîna jinên têkoşer tîne ziman û got, bi çavê Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û nexweşiyên hatîn serê civaka Êzîdî tîne ziman. Herwiha ev belgefîlîm semboloa jinên şoreşger e.
Belgefîlîma şehîd Nûjiyan li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan ku 3’yê Adara 2017’an bi êrîşa “pêşmergeyên Roj” bi giranî birîndar bû û piştî 19 rojan li nexweşxaneya bajarê Hesekê şehîd bû, 22’yê Hezîranê li Qamişlo hat pêşandan.
Nûjiyan Erhan ji bo ku ji birîna civaka Êzidî re bibe derman, li Şingalê gelek têkoşiya û hovîtiya DAIŞ’ê ya anî serê gelê Kurd û civaka Êzîdî, bi çav, pênûs, lênûs û kameraya xwe belge kir û nîşanî cîhanê da. Îro careke din hevriyên Nûjiyan Erhan, wê didin jiyandin ku belgefîlma bi navê Nûjiyan amade kirine û gel careke din bi çavê Nûjiyan êşa civaka Êzîdî dît. Di belgefîlmê de meşa birûmet ya Nûjiyan Erhan ji Riha’yê, heta çiyayên azad, Mexmûr, Şingal û rojavayê Kurdistanê hat pêşberî temaşavanan. Belgefilm cara yekê 28’ê Gulanê li bajarokê Xanesor yê Şingalê hat pêşandan. 29’ê Gulanê li navenda Şingalê, 17’ê Hezîranê li bajarê Hesekê û herî dawî 22’yê Hezîranê li Qamişlo hat pêşandan. Ji bo ku em zêdetir naverok û armanca belgefilma Nûjiyan Erhan binasin, derhênera belgefilmê, Jînda Asmen ji me re axivî.
’Belgefilma Nûjiyan êrîşên qirkirina gelê Kurd, têkoşina gerîla û ya jinên şoreşger pênase dike’
Jînda Asmen diyar kir ku armanca çêkirina belgefilma şehîd Nûjiyan, ew e ku jiyana jineke şoreşger û têkoşîna wê ya azadiyê bînin ziman û wiha got: “Armanca me ya çêkirina belgefilma şehîd Nûjiyan Erhan, derxistina rastiya têkoşîna azadiya wê û şehîdbûna wê bû. Her şoreşger bi armancekê dikeve ser riya azadiyê û li ser wê armancê dimeşe. Şoreşger ti caran nasekine. Lewra ketine riya azadiya ne hêsan e. Jiyana her şoreşgerî bi pirjiyanê re hatiye honan ku navê Nûjiyan bi xwe jî jiyana nû ye. Di vê rê de her şoreşger bi şêwazekê xwe tîne ziman. Nûjiyan jî xwedîarmanc bû ku li ser wê armancê meşiya. Nûjiyan ji Rihayê dest bi meşa xwe kir. Heta çiyayên azad hat, paşê meşa xwe derbasî Şingalê kir. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de xebata ragihandinê dikir. Hevala Nûjiyan xwest rastiyên heyîn di cih û dema wan de bîne ziman û bikevin nava rûpelên dîrokê. Me bi belgefilma Nûjiyan, jiyana şoreşgerên jin anî ziman. Ev erkê me ye hevaltiyê ye, têkoşîna her hevalê me yê şehîd li ser me erkê herî mezin e ku em bixin nava rûpelên dîrokê.”
’Ji bo çêkirina belgefîlîma Şehîd Nûjiyan sê jinan derfet afirandin’
Jînda da zanîn ku sala 2018’an dest bi nivîsa senaryoya belgefilm kirine û wiha dirêjî da axftina xwe: “Sala 2018’an min dest bi senaryoyê kir, sala 2019’an me dest bi çêkirina wê kir û sala 2021ê qediya. Me dixwest di salvegera şehîdbûna Nûjiyan Erhan de dest bi çêkirina belgefilmê bikin. Lê ji ber derketina şer û asêbûna sînoran me negihand.”
Jînda da zanîn ku di dema çêkirina belgefilmê de hevalên derdorê wê hemû jê re bûna alikar û axiftina xwe wiha domand: “Dema me biryara çêkirina belgefîlma Nûjiyan da, me destpêkê ekîbek ava kir. Ekîba me ji sê jinan pêk dihat. Ez, Ferîde Zade û Zinarîn Zinar. Bi vê projeyê me xwest em careke din têkoşîna Nûjiyan Erhan zîndî bikin û careke din wê himbêz bikin. Tevî ku me bi sê jinan dest pê kir , cihê me lê dikşand her kes dibû alîkar. Tevî ku ekîb ji sê kesan pêk dihat , pir kesan di belgefilmê de cihê xwe girt. Me xwest li cihê Nûjiyan tê re derbas bûyî bikşînin. Me piraniya dîmenan li Şingal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê kişandin.”
Asmen derheqê kêmderfetî û zehmetiyên di karê xwe de jî wiha axivî: “Min dixwest belgefilmê berfirehtir bikim, lê ji ber kêmbûna teknîkê û ekîba belgefilmê derfet nebûn. Tişta di destê me de kamîre, statîf û çend procêktên piçûk bûn. Di destê me de sîstema deng, ronahî û mûzîkê tinebû. Lê kamîreya me, fikra me û armanca me hebûn ku em hevala Nûjiyan bînin ziman ”
’Nûjiyan Erhan bû sembola jinên têkoşer’
Jînda da xuyakirin ku şehîd Nûjiyan li Şingalê şopeke mezin hişt û wiha domand: “Bîranînên hevala Nûjiyan li ser axa Şingalê gavbigav hene. Dema derbasî Şinagalê bû şer dewam dikir, birîna Şingal teze bû. Wê di nava zor û zehmetiyan de ji wan re jiyanek nû ava kir û deriyên nû ji wan re vekirin. Bi dehan jinên ciwan ji bo karê ragihandinê perwerde kirin. Têkiliyên Nûjiyan bi gel re jidil bûn , xwest bi wan re bijî û rastiya wan bîne ziman. Dema mirov biçe Şingalê wê bibîne ku her kes behsa şehîd Nûjiyan dike. Nûjiyan nav û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê li dû xwe hişt. Îro jinên ciwan li Şingalê li ser şopa Nûjiyan dimeşin û wê her şopdarên wê bin.”
’Nûjiyan sembola rastiyê bû’
Jînda bal kişand ser hedefkirina rojnemevanên li ser şopa heqîqetê û wiha got: “Nûjiyan sembola heqîqetê bû û ji bo heqîqetê canê xwe feda kir, bi heqîqeta xwe sekna xwe û têkoşîna xwe, bû jiyaneke nû. Ji bo rojnemevanan jî bû ronahiya heqîqetê. Rojnamevanên li dû şopa heqîqetê her tim dibin armanca dijminên gelan. Lewra rastiyê tînin zima. Lêbelê sîstemên desthilat û dagîrker naxwazin rastiya wan ya li hemberî gel derkeve holê.”
Derhênera `Belgefilma Nûjiyan Erhan` Jînda Asmen diyar kir ku Belgefilmê pir bandor li gel kir û axaftina xwe wiha qedand: “Belgefilmê pir bala gel kişand û li ser gel pir bandora xwe çê kir. Dema hevala Nûjiyan careke din dîtin, min dixwest rûyên gelê Şingalê bibînim ka çi hest kirine. Dema gel û Şehîd Nûjiyan careke din hev himbêz kirin, min dixwest wêneyên hestên di wê kêliyê de bibînim. Lê mixabin ji ber dorpêça li ser Şingalê derfeta min çênebû ku dema li Şingalê hatî pêşandan, li wir amade bim.”