Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Eniyeke din ya berxwedana li hemberî dagîrkeran; Hunera şoreşgerî

26/06/2022
in Uncategorized
A A
Eniyeke din ya berxwedana li hemberî dagîrkeran; Hunera şoreşgerî
Share on FacebookShare on Twitter

Li Kurdistanê huner eniyeke bingehî ya berxwedana li dijî dagîrkeriyê. Hunermendan li Rojava ji destpêka êrişên dagîrkeirya Tirkan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ve hewl dan bi awaz û stiiranên xwe bibin dengê vê berxwedanê û bigihînin dilê kurdan.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Dîroka berxwedanê ya gerîleyên li çiyayên Kurdistanê a li hember êrişên dagirkeriya Tirk bi navê şerê hebûn û nebûnê ji bo kurdan tê naskirin. Li ser vê bingehê, hemû hunermend û rewşenbîrên li Kurdistanê hewl didin bi rêbaza xwe ya taybet bibin beşek ji vê berxwedanê.

Her tim huner, bi dengê berxwedan û şoreşê hat naskirin. Hunermendên li Rojava, hewl dan bi rêya awaz û stranên xwe dengê berxwedana çiyayên Kurdistanê ragihînin cîhanê.

Ji destpêka êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê ve hunermendên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek stranên têkildarî berxwedanê mîna Hey Zapê, Berxwedana Avaşînê, Ev êrişa xedar, Lêxin lêxin, Herêsa apoçî ye, û gelek stranên din ku armanc dike giyanê şoreşgerî geş bike û têkoşîna li hember êrişan mezin bike.

‘Me stiranên xwe bi vîneke ji berxwedana gerîla girtî, amade kirin’

Der barê mijarê de hunermend Sumeye Mihemed got, hemû kîlpên di vê dawiyê de ji aliyê hunermendên Rojava -Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine hazirkirin, vîn û giyanê xwe ji berxwedana gerîla wergirtine û got: “Bi rêya stran û awazên xwe me hewl da berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê rave bikin.”

Sumeye Mihemed desntîşan kir ku wan di 17`ê Gulanê de li Hunergeha Welat strana Hey Zapê tombar kir û wiha domand: “Stran, behsa hestên hunermend û gelên Rojava li hember berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê dike. Bi rakirina pêlavên gerîla, bang li gerîla û Zapê dikin, bi vê yekê girêdana xwe bi berxwedanê ve nîşan didin.”

Hunermend Sumeye Mihemed anî ziman ku ew amade ne stranên din têkildarî berxwedana gerîla derxin û got: “Gotin nikarin berxwedana dîrokî ya gerîla biwesfînin. Em çiqas stran û kilîpan derxin, em ê dîsa deyndarên wan bimînin.”

Gerîla û huner hev temam dikin

Hunermend Baran Dilbuhar jî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya heyî ji bo kurdan û gelên Kurdistanê û got: “Hindek maye têkoşîna rêber Abdullah Ocalan derbasî 50 salan bibe. Lê hîna dewleta Tirk a dagirker êrişî gerîla dike, operasyonên qirkirina siyasî, fikrî û bedenî li dijî kurdan pêk tîne. Berxwedan derbasî serdema xwe ya nû dibe yanî Kurd hemberî pêvajoyeke çarenûsî û hesas in.”

Dilbuhar îşaret bi têkiliya di navbera huner û berxwedana gerîla de kir û wiha pê de çû: “Rêbazeke taybet a meşandina têkoşînê ya her yekê heye. Lê her du hev dû temam dikin. Gerîla bi taktîkên xwe rê li pêşiya hunerê vedikin. Huner jî di aliyê manewî û siyasî de piştgiriya wan dike.”

Baran Dilbuhar rola hunermendan di vê pêvajoyê de silav kir bi taybet li gel êrişên hovane li dijî gerîla û berxwedana dîrokî ya gerîla li hember duyemîn mezintirîn hêzên NATO`yê.

Jiyan bi giyanê berxwedana gerîla

Baran Dilbuhar teqez kir ku şerê gerîla li hember êrişên dagirkeriya Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê, şerekî nîştimanî yê ji bo hemû gelan, partiyan, rewşenbîran û hunermendan e, ji ber wê bang li hemûyan kir ku bi hesasiyeteke ji vê bêtir nêzî mijarê bibin, bi rêbaza xwe ya taybet bibin beşek ji vê berxwedanê û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin.

Baran Dilbuhar di nav nirxandinên xwe de gotineke rêber Ocalan a têkildarî gerîla bi bîr xist û got: “Rêbertî dibêje; Gerîla hunermendê gelê xwe ne û divê em wan ji xwe re esas bigirin. Ez jî dibêjin divê hunermend bi giyanê berxwedana gerîla bijî û bibin beşek ji pêkanîna serkeftinê.”

Şerê serkeftin û hebûnê

Der barê rola hunerê di berxwedana li çiyayên Kurdistanê de Baran Dilbuhar got: “Hunermend deng û giyanê gelê xwe ye. Divê erkê ragihandina dengê wî ji hemû qadan re pêk bîne. Helbestvan bi helbestên xwe, muzîkjen bi awazên xwe, lîstikvan bi lîstikên xwe û wênexêz û bi rîşa xwe erkên xwe bînin cih. Dewleta Tirk vî şerî bi şerê hebûn û nebûnê ji bo kurdan bi nav dike. Lê em wê bi şerê serkeftin û hebûnê bi nav dikin.”

Ragihandina giyanê berxwedana zapê ji Rojava re

Her wiha Baran Dilbuhar balkişand ser têkçûna plan û êrişên dagirkeriya Tirk li hember berxwedana gerîla û got: “Piştî ku derbên giran bi destê gerîla xwar, li Zapî têk çû, berê xwe da Rojava û gef lê xwar. Da ku vê mijarê di hilbijartinên bê li Tirkiyê de bi kar bîne.”

Ji ber wê Baran Dilbuhar ev bang kir: “Divê giyanê berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê derbasî Rojava bibe da ku li hember van êrişên kirêt were sekinandin.”

ANHA

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.