Daîreya Kehrebeyê ya Dêrikê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi pêngava rakirina xetên kişandina kehrebeyê yên qaçax kir ku bandorê li xebata tor û stasyonên sereke dike.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Komîteyên venêrînê li navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs û Çilaxa bi erkdarkirina Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi rakirina xetên kişandina kehrebeyê yên qaçax kir. Tê payîn hemle heta rakirina tevahî xetên qaçax bidome.
Têkildarî rakirina xetên qaçax li Dêrikê, berpirsê beşa pîşeyî ya navenda kehrebeyê li Til Koçber Felah Wedhan ji ajansa me re axivî û wiha got: “Piştî hevserokatiya Nivîsgeha Enerjiyê gelek navendên kehrebeyê erkdar kirin ku xetên qaçax ên kehrebeyê rakirin, ji ber bandorê li toreyan dike, dihêle xerabbûn di stasyon û xeta sereke de zêde bibe û wê jî hişt saetên dayîna kehrebeyê kêm bibin, Daîreya Kehrebê ya Dêrikê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi xebata rakirina wan kir.”
Wedhan wiha domand: “Kesên kehrebe bi rêyên derqanûnî kişandiye, heke li gorî biryaran tev negeri, wê lêpirsîn lê were kirin.”
Li aliyekî din jî hevseroka Daîreya Kehrebeyê ya Dêrikê Sitê Ebdullah got: “5 koman dest bi rakirina muxaleftan kir. Ji ber zirar dihandin stasyonê û saetên kehrebeyê li ser bajêr kêm bû. Dê daîre heta bidawîkirina tevahî xetên hatin muxalefetkirin bixebite.”
Sitê Ebdullah wiha domand: “Ev muxalefet bandoreke neyînî li stasyon û torên li bajêr dike. Piştî rakirina wan jî dê saetên kehrebeyê li bajêr baş bibin. Ji ber xetên muxalefetan dikin hişt saetên dayîna kehrebeyê kêm bibin û xerabbûna toreyan zêde bibe.”
Sitê Ebdullah da zanîn ku komîte û werşe dê hemû xetên hatine muxalefetkirin rakin, kabloyên kehrebeyê desteser bikin û kesên muxalefet kiriyê piştî ku gelek caran hişyarî hatiye dayîn û pabendî wê nebûye, werin cezakirin. Ji lew re ew ê neçar bimînin ku tedbîrên guncaw ji bo parastina tore û stasyona sereke bigirin.
Sitê Ebdullah bang li şêniyên Dêrikê kir ku li gorî biryarên Daîreya Kehrebeyê tev bigerin.
ANHA