Rojnameya Ronahî

Eger Îran ne radîkal be wê li herêmê têk biçe

Fener….

Idrîs Henan

Piştî dagîrkirina Efrînê, dewleta Tirkan li pey lihevkirinek nû bi Rûsya û hêzên herêmî yên weke Îranê re ye ku li bakur rojavayê Helebê, bajarokê Til Rifet jî dagîr bike. Tabî nav Til Rifet e, lê cografyaya ku dagîrkerî qalê dike, tevahî herêma di navbera  Efrîna dagîrkirî û parêzgeha Helebê de ye. Ango tevayiya riya navneteweyî M5 û xeta bazirganiyê ya Dîlok–Heleb e. Bi gotineke din ya hê zelaltir; kontrolkirina xeta bazriganiyê ya Tirkiyê, Sûriyê û Urdinê ye. Ji ber vê jî, piştî dagîrkirina Efrînê Adara 2018’an, dewleta dagîrker derhal berê xwe da Sûçî û Astana û hewl da beramberî Til Rifet bajarokê Cisir El Şixûr yê 47 km li başûr rojavayê bajarê Idlibê û li rojhilatê qûntarên çiyayên Laziqiyê ye, radestî hêzên Şamê û Rûsyayê bike. Li gorî agahiyên wê demê, Rûsya ew pêşniyara Tirkiyê qebûl kiribû û di nava plangeriya bi Tirkiyê re tev digerî. Lê hêza gerantor ya sisiyan, Îran, ew yek red kir û bi hemû giraniya xwe li bakurê Sûriyê lihevkirineke nû ya Rûsya bi Tirkiyê re asteng kir. Li gorî sempatîzanên Şî’a li herêmê, piştî dagîrkirina Efrînê, Îranê xetên Sor li pêşberî berfirehbûna Tirkiyê li herêmê xêz kirine. Ji bo ku şaş neyê fêmkirin, xeta Îranê ne ji bo Kurdan e, lêbelê Îran naxwaze bikeve xefka itîfaqa Tîrmeha 2018’an a çar bajarokan ku her du bajarokên Kifreya û El Fû’a yên Şîî li gundewarên Idlibê li beramberî her du bajarokên Zebedanî û Medaye yên Şamê radestî çeteyên El Nusra kirin.

Îcar li bakurê Helebê li ser tixûbê Til Rifetê, di navbera Heleb û Efrînê de, bajarokê Nibul û Zehra yên Şîî hene. Her du bajarok li ser riya navneteweyî M5 ku digihe Ezaz û Efrînê ne. 15 km dûrî Til Rifet û 20 km dûrî Helebê ne. Şêniyên wê bi giranî milîsên Îranê û fermandarên çekdarên wê li bakurê Helebê ne. Ji bo pozisyona Îranê li bakurê Sûriyê, weke baregeheke bingehî ya nevendî ye. Kontrolkirina wan her du bajarokan li rex Til Rifetê, tê wateya kontrolkirina parêzgeha Helebê. Ev jî yek ji xalên bingehî yê projeya Tirkiyê ya Misaqa Millî ye ku tevahî xeta bakurê Sûriyê li kêleka bakurê Îraqê dagîr bike û ji Iskenderonê xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê. Wê çaxê hemû rêyên bazirganiya navneteweyî yên Rojhilata Navî û jêderên ava vexwarinê û çavkaniyên petrol û enerjiya li herêmê dixe bin kontrola xwe û projeya xwe ya Osmaniya nû zindî dike. Qraltiya Osmaniyeke nû ya çors wê ava bibe û wê qonaxek nû ya asîmîlekirin û qirkirina gelan dest pê bike. Jixwe çendîn projeyên dagirkeriya Tirk hebûne, li ser bingehê qirkirina resentiya herêmê pêkan bûne. Îro jî hewl dide van xeyalan ji nû ve zindî bike.

Îran van xeyalên Tirkiyê û Erdogan baş nas dike. Jixwe ew jî li herêmê xwedîproje ye. Deh sal in li Sûriyê bi hemû hêza xwe ya aborî û mirovî şer dike. Di heman demê de her du alî xwedî du projeyên dijber ên li herêmê ne. Di dîrokê de jî, her aliyek ji wan li ser hesabê aliyê din imperatoriya xwe ava kiriye. Lê her duyan jî li ser hesabê gelan memleketên xwe ava kirine. Ji lew re Îran zûbizû qebûl nake ji Helebê vekişe û rê bide Tirkiyê ku xeta bakurê Sûriyê heya sînorên Îraqê dagîr bike. Rewşeke bi vî rengî wê hêza Îranê, li rex siza û dorpêça navneteweyî, lawaz bike û wê kirîzên hundirê Îranê bi derbekê biteqîne ku gengaz e desthilatdariya heyî û lêvegera olî ji nav bibe.

Ji bo wê jî wê pozisyon û sekna Îranê li herêmê ji ya Rûsya girîngtir û radîkaltir be.