Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Foza Yûsiv: Wê bi şerê gelê şoreşgerî ev pêvajo bi ser bikeve

22/06/2022
in Uncategorized
A A
Foza Yûsiv: Wê bi şerê gelê şoreşgerî ev pêvajo bi ser bikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Endama Meclisa Rêvber ya PYD’ê Foza Yûsiv teqez kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk li gorî her qonaxê xwe nû dike û got, ji bo parastina hebûna gelan, lidarxistina kongreyê di vê qonaxa hesas de ji bo gelê herêmê û PYD’ê pir girîng e. Herwiha peyama kongreyê ya herî girîng ew bû ku wê bi Şerê Gelê Şoreşgerî ev pêvajo bi ser bikeve.”

Bi dirûşma “Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin”, li gorî rêziknameya partiyê ku her du salan kongre bê lidarxistin, 19 Hezîranê 9’emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar, 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kurdistan û Ewropayê tevli kongreyê bûne. Têkldarî vê mijarê Endama Meclisa Rêvber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif ji ajansa JINHA re axivî .

“Salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne”

Foza Yûsif da zanîn ku salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne û wiha domand: “ji bo ku hebûna gelan were parastin di vê qonaxa hesas de kongreya 9‘mîn hat lidarxistin. Salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne, ji ber ku hemû peymanên di sedsaliya derbasbûyî de çêbûn di van salan de careke din wê xwe nû bikin. Lewma wekî gelê Kurd û hemû gelên herêmê pêwîst e bi amadekerî, plan û bi stratîjiyek xurt em derbasî pêvajoyê bibin. Ji bo wê kongreya PYD’ê di warê parastin, civakî, Rêveberiya Xweser, ji bo pirsgirkên civakê û ji bo azadiya Rêber Apo bi her awayî wê xwe bigihîjîne biryarên gelekî girîng ku em di salên pêşiya xwe de bi têkoşîn, berxwedan û seferberiyek mezin pêşwazî bikin.”

“PYD’ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk bingeh digre”

Foza Yûsif bibîr xist ku Partiya Yekitiya Demokratîk di şoreşa Rojava de pêşengiyek mezin kir û wiha dewamî da axaftina xwe: “Gelê Kurd hêzek mezin ava kir di herêma Rojhilata Navîn de û bûye hêzeke ku dikare di nexşeya siyasî de cih bigre û bi bandor bike. Rola partiyên siyasî gelek girîng e ji bo pêşvebirin û pêşengiya vê pêvajoyê. PYD’ê heta niha pêşengî û rolek pir mezin û girîng di Şoreşa Rojava de lîst. PYD’ê berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistan girtiye ser xwe û bi erkên xwe yên neteweyî li hemberî her sê aliyên Kurdistanê dirabe û di warê herêmî û cîhanî de bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk, ekelojî û azadiya jinan bandorek mezin li ser tevahî cîhanê dike.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.