Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di berhemên hunerî yên Japon de Kurd

22/06/2022
in Uncategorized
A A
Di berhemên hunerî yên Japon de Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Gulana borîî li Tokyo li sînemayeke piçûk, temaşevanan belgefilmeke li ser mûzîka ji rêûresmê ya Kurdan temaşe kir û paşê ne bi ecêban li çepikan da jê re.  

Gulana bihurî li Tokyoyê li sînemayeke piçûk, temaşevanan belgefilmeke li ser muzîka ji rêûresmê ya Kurdan temaşe kir û paşê ne bi ecêban li çepikan da jê re.

Gelek ji wan jî paşê daketin ser dike, cem muzîkvanekî Kurd ê vexwendî û li ber muzîka wî reqisîn. Ev çalakî tenê yek ji wan bû ku di çarçoveya berhemên hunerî yên li Japonyayê li ser Kurdan hatine çêkirin.

Esas li Japonyayê qederê 2 hezar Kurdî tenê hene. Ew heta niha tenê bi zilm û zora siyasî û bi helwêsta hikûmetên Japon a beramberî wan dibûn rojev. Lê niha ev awirê hanê diguhere û ber bi hilberîna hunerî ve jî diçe.

Ev belge filma li jor me behsa wê kir, “Voices from the Homeland (Dengên ji welat)” bû. Film par bi derhêneriya Natsuki Nakajima hatiye çêkirin û Xelata Mezin di kategoriya kurtefilman de di Festîvala Belgefilma a Tokyoyê de wergirtiye.

Natsuki Nakajima ya 27 salî, çûye Bakurê Kurdistanê da ku dîmenan ji bo belgefilma xwe bigire. Nakajima bi xwe jî bestekar e û dengbêjiyê gelek tesîr lê kiriye. Ew bi dengbêjan re behsa zilma dewleta Tirk a li Kurdan jî dike.

Film û romanek

Filmeke metraj dirêj jî Gulana bihurî li seranserê Japonyayê kete vîzyonê: “My Small Land (Welatkê min ê piçûk)”. Film behsa jiyana keçeke Kurd a diçe dibistana amedeyî li wilayeta Saitama ya li bakurê Tokyoyê dike.

Rayedarên Japon, piştî ku doza bavê wî ya penaberiyê red dikin wî dixin nezaretê. Ew bi xwe hewl dide jiyana xwe dewam bike. Di karekî danekî rojê de ew kurekî Japon nas dike û film behsa serpêhatiya wan dike.

Dêrhênera filmê Emma Kawawada ya 30 salî ye. Ew dibêje, di navbera qebûlnekirina wê weke Japonî (bavê wî Ingilîz e) û qebûlnekirina Kurdan weke milet ji ber ku bê dewlet in, hin paralel hene û wê xwestiye wan nîşan bide. Lê wê tenê berê xwe nedaye zehmetiyên Kurdan ên li Japonayayê, wê çanda wan a dewlemend jî pirralî nîşan daye, nexasim jî dawetên wan û xwarinên wan. Jixwe, weşanxaneya Kodansha Ltd. romaneke xwe disipêre çîroka vê filmê weşand. Emma Kawawada bi xwe ew nivîsandiye.

Xwarinên Kurdî

Li Kawaguchi ya li wilayeta Saitamayê ku nifûsa herî mezin a Kurdan lê heye, Naomi Nakajima ya 64 salî dest pê kiriye dersên çêkirina xwarinên Kurdan dide. ji bo dersê jî kitêbeke çêkirina xwarinên Kurdan jî hatiye weşandin. Navê kitêbê “Sifra Kurdî” ye. Japon ji ber bikaranîna goştî pez, tirş û ava bacana û gelek baharatên tûj, xwarinên Kurdî balkêş dibînin.

Ozgur Polîtîka

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.