Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Îmralî bû roniya qehremanan

22/06/2022
in Uncategorized
A A
Berxwedana Îmralî bû roniya qehremanan
Share on FacebookShare on Twitter

Miheme Xanim /Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin; berxwedana Rêber Apo ya li Îmralî, ji bo gel bû hêviya herî mezin ya serkeftinê, herwiha bi vê berxwedana xwe pir qehreman û berxwedêr gihandin.

Hêzên kapîtalîst û desthilatdar yên komploger, bi plangeriyeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, dîl girtin. Ev komplo di şexsê Rêber APO de, li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navî bi peyman û hewldana planên nû yên qirêj dewam dike. Hêzên kapîtalîst, bi armanca tinekirina nirxên civaka azad, wekhevî  û jiholêrakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pê şxistin. Rêber APO bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina civaka azad rastiya komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber ku li hemberî  berxwedan û tekoşîna mezin ya Rêber APO bin ketine, bihêrs in û îro Rêber APO di nava tecrîdeke  giran de digirin. Jinên bajarê Qamişlo tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û bang kirin ku gelên azadixwaz tev li hember vê tecrîdê xwedîhelwêst bin û li rêberê azadiyê xwedî derkevin.

’Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser azadiyê ye’

Dayîka bi navê Sîham Mihemed ku hevjîna şehîd e û dayîka şoreşgerekî ye, tecrîda li ser Rêber APO şermerzar kir û wiha got: “Rêber Apo, rêber û hêviya tevayiya neteweyên bidest e. Tecrîda li ser Rêber APO, mirov dikare bêje tecrîda li ser azadiya mirovayiyê ye. Lewra di sedsala 21’ê de fikrê li dijî sîstema desthilatdar ya kapîtalîst, fikrê Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk e. Ji bo wê dewletên hegemon, Rêber APO dîl girtin û radestî dewleta tirkî ya faşîst kirin. Lê dîsa jî nikarîn pêşî li belavbûna pergala wî bigirin. Ji bo wê wek tohilanîn, dest bi tecrîda girankirî kirin.”

’Gelên azadîxwaz li dora felsefeya Rêber Apo kom dibin’

Dayîka Sîham da xuyakirin ku felsefeya Rêber Apo rojbiroj dibe modêla jiyaneke azad û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo pergala xwe ya Neteweya Demokratîk bi pirtûkên xwe bi gel da nasîn. Gel û kesên demokrat û azadîxwaz encam jê girtin. Rêber Apo gelê Kurd ji mirinê vegerand, Kurdên azad afirand û ji bo gelê Kurdistanê jiyaneke azad afirand.”

Dayîka Sîham Mihemed ji gelên azadîxwaz xwest ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertiyê, divê em bikarin fikir û felsefeya wî di tevayiya jiyana xwe û di sîstema xwe de pêk bînin. Ji bo ku em Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxin, divê 24 saetan em di nava kar û xebatê de bin. Herwiha em bangî tevayiya gelên azadîxwaz dikin ku li rêberê azadiyê xwedî derkevin.”

 ’Divê em li xwediyê felsefeya çareseriyê xwedî derkevin’

Jina bi navê Xaliya Ebduqadir jî, tecrîda li ser Rêber Apo wek tecrîda li ser jiyana azad pênase kir û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagîrker ji hevdîtina bi Rêbertiyê re ditirse. Eger hevdîtin were kirin wê perspaktîfên Rêbertiyê hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo tevayiya gelên azadîxwaz derkevin pêş û wê her kes van perspektîfan ji xwe re bike çavkanî. Civaka azadîxwaz û demokratîk tev serkeftina xwe di fikira Rêber Apo de dibînin û ev ji bo faşîzma desthilatdaran metirsiyan ava çêdike.”

Xaliya diyar kir ku bi berxwedanê wê faşîst negihîjin armanca xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Ne dewleta tirkî ya dagîrker tenê ji fikirê Rêbertiyê ditirse, dewletên hegomon jî tev ditirsin. Ji ber wê destekê didin dewleta tirkî. Armanca wan fikrê azad ji holê rakin, lê Rêber APO bi  gelên azadîxwaz re ev plan bêbandor kir. Berxwedana Rêber Apo li Îmralî li hemberî faşîzmê dimeşîne ji bo gel bûye hêviya serkeftinê. Ji bo wê her kesê xwedî wijdan û li dijî roxandina civakîbûnê derdikive, divê li Rêber Apo xwedî derkeve.”

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.