Darîn Silê/Qamişlo
Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şaha Xelîl diyar kir ku hedefgirtina îrade û hebûna jina azad, hedefgirtina şoreşa Rojava ye. Herwiha got, tevî êrîşên mezin û sîstematîk, jinan ji bo bidestxistina azadiya xwe, têkbirina dagîrkeriyê û zihniyeta baviksalarî gavên mezin diavêjin.
Di dîrokê de ya civak ava kirî jin e, bi destê jinê komînalî û rêxistina civakê hat avakirin. Lê tevî wê jî, bi hezarê salan e li ser jinê zor û şidet heye û mafê wê tê binpêkirin. Êriş û cureyên hovîtiyê yên li ser jinan, bi armanca binxistina civakê tên kirin. Çimkî civaka jin tê de azad be, ew civak jî azad e.
Di kesayeta jinan de sîstema desthilatiya mêr tê meşandin û her tim ji bo berjewendiyên xwe jinê dikin amanc. Dewletên dagîrker dixwazin, di her aliyê jiyanê de jinan bikin amanca sereke û wan bifetisînin, ji bo wê jî di her êrişê de despêkê berê xwe dide jinê. Herwiha bi kuştin û revandina jinan, dixwazin civakê bişkînin û tirsê bixin nava gel. Lê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, li dijî her cureyê tundî, inkar û qirkirinên ku ji aliyê rejimên desthilatdar ve tê meşandin, jin li ber xwe didin û têkoşînê dikin. Heriwha ji bo azadiya hemû jinên cîhanê jî têdikoşin.
Têkildarî êriş û hovîtiya ku li ser jinan tê meşandin, herwiha têkoşîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişan, Berdevka Kongreya Star ya Kantona Qamişlo Şeha Xelîl nêrînên xwe anîn ziman.
`Dixwazin bi hedefgirtina jinê destkeftiyên şoreşê winda bikin`
Şeha Xelîl da zanîn ku di Şoreşa Rojava de rola herî sereke ya jinê ye û axaftina xwe wiha domand: “Jina Rojava bûye pêşenga şoreşê û mînaka tevayiya cîhanê. Di her alî de jin bûye pêşeng, aliyê siyasî, civakî, rêxistinî û fikrî. Her kes dibîne jinên YPJ`ê hem di milê leşkerî hem jî di aliyê fikrî de bûn mînak li ser asta cîhanî. Ji bo wê jî her tim êriş li ser jinê tên meşandin. Çimkî bi keda jinê û hêza wê şoreşek hat avakirin û heta niha jî parastina wê tê kirin û rojbiroj pêşketinên mezin tên dîtin. Dijmin jî vê yekê ji xwe re xeter dibîne û êrişî vê kedê dike; dixwaze destpêkê jinan têk bibe. Lewra eger îradeya jinan bê şkandin wê destkeftiyên şoreşê jî winda bibin. Dixwazin Bi hedefgirtina jinê destkeftiyên şoreşê winda bikin. Lê li dijî vê Rêbertî dibêje; ‘Eger tu bixwazî gelekî azad bikî, divê destpêkê jin di wê civakê de azad bibe. Ji bo wê jî eger jin azad nebe em nikarin gelekî azad bighînin.”
`Her ku jin serî hildide êriş li serê tên kirin`
Şeha got, li kêleka berxwedan û têkoşîna li Rojava, êrişên giran li jinan tê kirin û şerê taybet jî tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijmin baş dizane, eger dest dayne ser jinê wê şoreşê têk bibe. Her ku jin serî hildide û li hemberî dijmin têkoşînê dike, êriş li ser wê tên kirin. Mînaka vê yekê jî hedefgirtina siyasetmedara Partiya Paşrojê Hefrîn Xelef û bi sedan jinên mîna wê bûn. Ji ber ku van jinan ji bo azadiya jinê û paşroja wê, herwiha ji bo serkeftina şoreşê dixebitîn hatin hedefgirtin. Ev êriş û hovîtî heta niha jî didomin. Bi taybetî di dema dawî de li herêmên rizgarkirî êrişên ser jinan û desthilatdarî zêde dibe. Herwiha çeteyên ku ji wir hatinbûn derxistin, dixwazin careke din xwe li van herêman birêxistin bikin. Ji bo wê jî pêwîst e jin xwe baş birêxistin bike, da ku karibe lidijî êriş û zihniyata heyî derkeve û nehêle ti kes bandorê li fikrê wê bike.”
‘Tevyiya şoreşên ku li cîhanê hatine hilweşandin tev ji ber nerêxistinkirina jinê bûn’
Şeha Xelîl bal kişand ser şerê taybet û wiha pê da çû: “Dema em dibêjin Şerê Taybet tê wateya ku her tişt di nav de tê meşandin. Di şerê taybet de ji her alî ve êriş li ser me jinan tê kirin. Ji bo wê jî eger em jin ne hişyar bin û di milê zihnî de ne pêşketî bin emê wek tevgera jin winda bibin û emê şoreşa Rojava jî bi xwe re winda bikin. Tevyiya şoreşê ku li cîhanê hatine hilweşandin tev ji ber nerêxistinkirina jinê bûn. Ji bo vê jî pêwîst e tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê helwest û nêrînên me yek bin. Gerek jin ji êrişên ku li ser wan tên kirin hişyar bin û pêşî li hedefgitina jinê bigirin. Herwiha destkeftiyên şoreşê biparêzin.”
Berdevka Kongreya Star ya Kantona Qamişlo Şeha Xelîl di dawiya axaftina xwe de got, wek jin kar û xebat ji bo me ne bes e, divê em di milê zihnî de xwe baş ava bikin da ku em karibin xwe azad bibînin û şoreşê jî bi xwe re xurd bikin.