Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dewleta tirkî ya faşîst wê di vî şerî de bifetise’

19/06/2022
in Uncategorized
A A
‘Dewleta tirkî ya faşîst wê di vî şerî de bifetise’
Share on FacebookShare on Twitter

 Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişên dagîrkeriya tirkî şermezar kirin û gotin, dewleta tirkî di krîzekê mezin de ye û derveyî şer ti riyên wê yên xwexilaskirinê nemane. Lê wê di vî şerî de bifetise.

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê planên qirêj didin pêş. Li ser vê mijarê Rêvebera Desteya Jinan ya Olî ya Konfransa Islamî ya Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê Emîra Izo û Endama Hêzên Parastina Cewherî Wedha Hisê ji me re axivîn.

‘Derveyî şer riyeke din li pêşiya wan nemaye’

Emîra diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirinê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixwaze xwe li bakurê Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vî bingehî dide meşandin. Tirkiye dewleteke netewperest û faşîst li ser asta Rojhilata Navî tê nasîn. Her dem hewl dide vegere Mîsaqê Milî, ango hewl dide bakurê Sûriyê û Iraqê dagîr bike. Rayedarên Tirk li dû xewn û xeyalên vê dagîrkirinê ne û bi şev û roj planan saz dikin. Li ser vî esasî Tirkiye dixwaze ji krîzên Rojhilata Navî sûdê bigre û dagîrkirina xwe li herêmê fireh bike.”

Emîra da zanîn ku siyaseta dewleta tirkî ya faşîst ji her kesî re eşkere bûye û wiha dewamî da axftina xwe: “Siyasta dewleta tirkî zelal e û Projeya Biratiya Gelan ya  demokratîk û aştîxwaz, ya li ser bingehê  wekheviyê  ava bûyî qet qebûl nake. Tirkiye zelal dibêje, hebûna statûyeke demokratîk ji me re xeter e. Ji ber wê, gef û êrişên dagîrkeriya tirkî li ser herêmê wê her tim di rojevê de bin. Dewletên faşîst her ku di hundirê xwe de lawaz dibin êrişên leşkerî pêk tînin.”

‘Ti hêzên dewletî gel naparêzin’

Emîra bal kişand ser krîzên hundirê Tirkiyê û wiha axivî: “Dagîrkeriya tirkî di krîzeke aborî, siyasî, doplomasî û civakî de derbas dibe. Dewleta tirkî tengav bûye. Hikumeta AKPê dixwaze krîzên di hundirê Tirkiyê de derbasî welatên derdorê bike. Mînakên li ber çav, deswerdana wê di krîzên tevayiya welatên herêmê de ye. Derveyî şer rêbazeke din li cem nemaye.”

Rêvebera Desteya Jinan ya Olî ya Konfransa Islamî ya Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê Emîra Izo ji gelên herêmê xwest ku rêxistinbûna xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e Em hêza civakê esas bigrin û li sere bingehê çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên dewletî wê gel neparêzin. Çavên dewletên faşîst li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Niha ji bo berxwedana li hemberî êrişan amadekaaraî di asteke bilind de ye.”

‘Siyaseta dagîrkeran li her qadê têk diçe û wê têk biçe’

Endama Hêzên Parastina Cewherî Wedha Hisên jî êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastina Gel (Medya) şermezar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li çiyayên Kurdistanê êrişên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Ji ber têkçûna wê li Herêmên Prastina Gel (MEDYA ), bi awayekî hovane êrişî bakur û rojhilatî Sûriyê dike. Siyaseta dagîrkeran li her qadê têk diçe”

‘Sembola Jina Azad YJA Star e’

Wedha diyar kir ku dagîrkeriya tirkî jina azad li seranserê Kurdistanê dike amanca êrişên xwe û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî li hemberî hêza jinê bêçare maye. Hêza jinê her ku diçe mezintir dibe û dibe bingehê guhertina civakê. Eger civak were guhertin û ber bi azadiyê ve biçe, wê dagîrker nikaribin desthilatdariya xwe bidomînin. Li hemberî êrişên dagîrkeriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û li qadên gerîlayan berxwedeneke mezin heye. Sembola jina azad YJA Star temenekî wê yê dirêj yê têkoşîn û berxwedanê heye û isbat kir ku jin li her qadê dikare têkoşînê bike. Ji ber wê berxedana wê bêhempa ye. Me jî hêza xwe ji vî bingehî, ji vê felsefeyê girtiye.”

Endama Hêzên Parastina Cewherî Wedha Hisên ji gelên herêmê, bi taybetî ji jinan xwest ku têkoşîna xwe bihêz bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji her kesî tê xwestin ku li dora hêzên berxwedanê bibin xelek û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. Herwiha pêwîst e jin di vê pêvajoya hesas de erkê xwe pêk bînin û bibin pêşengên têkoşînê.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.