Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Helebê kursên hînbûna xwendin û nivîsê

19/06/2022
in Uncategorized
A A
Li Helebê kursên hînbûna xwendin û nivîsê
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ber adetan û hin sedemên din yên bi aloziya Sûriyê re derketine weke zewicandina zarokan, koçberî û rewşa aborî ya xirab, gelek kes ji mafê xwendin û nivîsê bêpar man. Ji ber wê Abîr û hevalên wê û bi dehan jinên din berê xwe didin Navenda Çandê ya Helebê da ku fêrî xwendin û nivîs; bibin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Abîr Sewa (30) behsa xewna xwe ya fêrbûna xwendin û nivîsandinê dike, ji ber ku ew ê bi vê rêya zanîn û çandê nas bike.

Abîr û bi dehan hevalên xwe re diçin navenda çalakiyan a Malbenda Çandê ya Helebê ku li ser rêya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e da ku sûdê ji perwerdeyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê yên bi zimanên kurdî û erebî wergirin.

Abîr der barê mijarê de anî ziman ku wê ji zaroktî ve dixwest xwendina xwe dewam bike, lê ji ber ku di temenê biçûk de ew dane zewicandin, nekarî xewna xwe dewam bike. Niha bi hezkirin û coşeke mezin li xwendinê vedigere.

Abîr diyar kir ku xwendin çeka mirovên biaqil e, lewma divê hemû jinên wekî wê ji mafê xwendinê bê par mane, li xwendinê vegerin ji ber ku mafekî rewa ye.

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid diyar kir ku armanca sereke ji vekirina dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê sivikkirina barên şer ê li welat e, her wiha da ku hin têgehên di civatê de şaş hatine fêmkirin, werin zelalkirin û sererastkirin.

Leyla destnîşan kir ku herî zêde zarokên ji ber koçberî û rewşa aborî ji mafên xwendinê bê par mane, sûdê ji vê însiyatîfê werdigirin, her wiha jinên di nava dab û nêrîtên şaş de xwendina xwe dewam nekirine.

Leyla Xalid da zanîn ku di halê hazir de bi dehan kes sûdê ji vê însiyatîfa beriya çend rojan hate destpêkirin, werdigirin. Amadekariya pêşwazîkirina hejmareke din jî tê kirin, ji ber ku gelek nav hatine tomarkirin.

Leyla Xalid diyar kir ku ji karên vê malbendê ye ku asta fikrî bi pêş bixe û li hemberî nezanînê bisekine, vê yekê jî bi rêya vekirina perwerdeyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê derbas dike.

Leyla da zanîn ku wan xwest karker jî xwe fêr bikin, ji ber ku ew hêza dînamîk a civakê ne, lê ji ber ku piraniya wan malbatên xwe xwedî dikin, tenê rojek ji wan re hate veqetandin.

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê di dawiyê de got wane bi zimanên kurdî û erebî têne dayîn.

ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.