Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi stiranên li ser sembolên berxwedanê girêdana bi xakê ve rave dikin

19/06/2022
in Uncategorized
A A
Bi stiranên li ser sembolên berxwedanê girêdana bi xakê ve rave dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendên Kurd ji herêmên li eniyên şer yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hunerê bersiva gef û êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker didin, bi stiranên xwe şehîdên ji bo ewlekariya herêmê canê xwe feda kirîn, bîr tînin. Ev girêdana wan ya bi axê ve nîşan dide.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Dewleta Tirkan ya dagîrker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide gelan tune û qir bike, lê dîsa jî vîna van gelan û hevgirêdana wan bi çandê ve rê li pêşiya qirkirinê digire.

Hunermendên Kurd ên navçeya Til Temir a kantona Hesekê li eniyên şer ên bi dewleta Tirk re, bi stranên xwe bersiva êrişan didin, mîras û çanda herêmê diparêzin û li ser mayîna li herêmê û nekoçberiyê teqez dikin.

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê tevî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker jî kar û xebata xwe dewam dikin. Li ser vê beriya çend rojan bi navê “Şehîdên Til Temir” albomeke nû derxist. Di vê albomê de behsa berdêlên şehîdên navçeyê di oxira parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan de dane, hatiye kirin.

Endamê rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê Emar Ehmed têkildarî mijarê wiha axivî: “Ruxmî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji 2019`an ve, lê dîsa jî kar û xebata navendê û hunermendên navçeyê dewam dike.”

Der barê elboma nû de Ehmed wiha axivî: “Me li Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê albomeke nû ku ji du stranan pêk tê, derxist. Yek behsa berxwedana şehîd Sosin Bîrhat û Rênas Roj û hevalên wan dike û ya din jî îşaretê bi berxwedana her sê xwişkên şehîd ên ji navçeyê dike.”

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Navçeyê Amir Elî axivî û got: “Me xwest bi rêbazê xwe li hember van gef û êrişên dewleta Tirk bisekinin, lewma derxistina elboma nû bi wateya bersivdayînê bû. Bersiva me ku behsa berxwedana şehîdên herêmê li hember wan êrişan, ji êrişên wan bi hêztir e.”

Elî anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide çanda wan jî qir bike û herêmê bê ewle bihêle, da ku wan bide koçber kirin û wiha dewam kir: “Lê bi berdewamkirina kar û xebata xwe û bibîranîna şehîd û stranên xwe em isbat dikin ku em li vir in û li ser xaka xwe ne, ger çeka wan diparêze, çeka me berxwedan, çand û stranên me ye.”

Elî îşaret pê kir ku ew bi rêya Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê çanda herêmê biparêzin û wiha dewam kir: “Dijmin çiqasî êrişî me bike jî em ê xebata xwe dewam bikin, em jî xwedî bersiv û bi rêbazên cuda ne. Ji wan bi rêya çanda xwe ji ber ku her stran û helbesteke li ser şehîdên me, isbata mayîndekirin û hevgirêdana me ya bi xakê û şopandina rêya şehîdên me dike.”

Elî di dawiyê de da zanîn ku hunermendên navendê amadekariya straneke nû dikin.

ANHA

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.