Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Casmî Saz: Dewleta Tirkan bi hunerê jî êrişê Kurdan dike 

19/06/2022
in Uncategorized
A A
Casmî Saz: Dewleta Tirkan bi hunerê jî êrişê Kurdan dike 
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermend Casmî Saz ji ber vexwendina hunermendekî faşîst yê Tirk ji bo Dihokê, rexne li berpirsên Herêma Kurdistanê kirin û got, dewleta Tirkan êrişê huner, çand, wêje û rewşenbiriya Kurdan dike.

Şeva 7’ê Hezîranê li Zanîngeha Emerîka ya Dihokê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî malûvaniya wê dikir, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şahiya mezûniyeta xwendekaran pêk hat. Ji bo şahiyê li ser vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî stranbêjî Tirk ê faşîst ê bi navê Mistefa Cecelî jî amade bû.

Di derbarê mijarê de Hunermend Casmî Saz got: “Bi salane dewleta Tirk êrişên nerewa dike ser gelê Kurd. Bi taybetî êrişê ser Qendîl û Rojavayê Kurdistanê dike. Di heman demê de jî êrişê ser huner, çand, wêje û rewşenbiriya gelê me dike. Vê yekê jî bi rêya weşandina rêze filman dike. Di rêze filmên xwe de sivgahî bi navê Kurdan dikin.”

Casmî Saz da zanîn li Tirkiyeyê dema hunermendek Kurd sitranek dibêje bi hezaran kes êrişê ser dikin, yan jî tên girtin, lê berpirsên hikûmeta Herêmê jî pêşwaziyê li hunermendên Tirk dikin.

Di dewamê de Hunermend Casmî Saz da zanîn di salên borî de berpirsên Herêmê Îbrahîm Tatlises anîn li Herêma Kurdistanê avahî li ser navê wî qeyd kirin û li nava Kurdistanê di gerandin, niha jî hunermendek din ê Tirk anîne nava zanîngehê û dixwazin bi vê rêyê hunera gelê Kurd winda bikin.

Tê gotin ku di beramberî hatina hunermendê Tirk ji bo şahiya zanîngehê de 120 hezar dolar hatiye dayîn. Ji bo piştrastkirina vê yekê sê rojin pirs ji Zanîngeha Amerîkî a li Dihokê tê kirin, lê bersiva vê pirsê nade.

ROJNEWS

 

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.