Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Tirbespiyê bi xwedîkirina kurmikan semada xwezayî tê afirandin

19/06/2022
in Uncategorized
A A
Li Tirbespiyê bi xwedîkirina kurmikan semada xwezayî tê afirandin
Share on FacebookShare on Twitter

Li gundekî navçeya Tirbespiyê kooperatîfek bi xwedîkirina cureyekî kurmikan, li şûna semada kîmyayî semada xwezayî hildiberîne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, jiyana komînal, ji girîngtirîn stûnên avakirina civakê û pêşxistina wê ye û li ser wê bingehê gelek projeyên komînal li herêmê bi rêya kooperatîfan hatin çêkirin.

Li gundê Hasûdê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê 5 kesan di nav de pisporekî çandiniyê heye, kooperatîfeke cuda ava kir. Armanca kooperatîfê, bes bikaranîna semada kîmyewî û bi rêya kurmikan hilberandina semada xwezayî ye.

Ew kooperatîf beriya salekê hatiye damezrandin, lê wan di peydakirina kurmikên taybet ên ji bo hilberandina semada xwezayî de zehmetî kişandin.

Piştî gelek hewldanan, wan karîbûn ji paytexta Sûriyê Şamê, 2 hezar û 500 kurmikan peyda bikin û dest bi projeya xwedîkirina kurmikan bikin.

Tevî derfetên kêm jî lê kooperatîf di zêdekirina kurmikan de bi ser ket û îro di destê wan de derdora 5 hezar kurmik hene. Li gorî çavdêrên projeyê ew ê bikarin heta kêmî salekê kurmikan bidin cotkarên herêmê.

Semada xwezayî wiha tê çêkirin; kurmik bermahiyên zibilê dixwin û semada xwezayî didin, ji wê semadê re dibêjin “Kembost”.

Ev kurmik di nava gemara çêlekan de di hundirê tûran de heta 15 rojan tên hiştin, di nava tûran de pelên daran û hin sebze û êmê sewalan tê tevlihevkirin, piştre ev bermahî li hawizên kurmikan tê reşandin û bi avê hejmara kurmikan tê zêdekirin.

Her hêkeke kurmikan ji 3 heta 7 kurmikan dide, ev proje ji bo çêkirina semada xwezayî xwe dispêre hin cureyên kurmikan ên spî û sor.

Endamê rêveber ê kooperatîfê û çavdêrê projeyê Xelîl Salih ji ajansa me re got: “Axa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bikaranîna semada kîmyewî kêm berhem dide, ji ber wê me ev kooperatîf ava kir û me kurmikên taybet ji bo semada xwezayî peyda kirin.”

Salih diyar kir ku wan di peydakirina kurmikan de zehmetî kişand, piştî ku bi destxistin jî 3 mehan xwe perwerde kirin û li gorî tecrubeyên navneteweyî dest bi projeya xwe kirin.

Xelîl Salih da zanîn ku ew plan dikin di kêmî salekê de van kurmikan li ser cotkaran belav bikin da ku ji semada kîmyewî xilas bibin.

ANAH

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.