Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Êzîdî digel êrişan li ser şopa Bêrîvanê xwe perwerde dikin

19/06/2022
in Uncategorized
A A
Jinên Êzîdî digel êrişan li ser şopa Bêrîvanê xwe perwerde dikin

JINHAGENCY

Share on FacebookShare on Twitter

Li Şingalê Akademiya Şehîd Binevş Agal ya girêdayî Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) ji bo jinan dest bi dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Fereşîn kir.

Digel êrîşên dijwar yên bi çek û şerê taybet li ser sîstema xwerêvebirinê ya Şingalê, welatiyên Şingalê, bi taybetî jinên Êzîdî di xebata avakirina xwe û civaka xwe de paşve gav navêtine. Jinên Êzîdî ji bo parastin û avakirina xwe kedeke mezin didin. Jin ji bo pêşxistina berxwedanê, girîngî didin xweavakirinê jî. Jinên Şengalê perwerdeyê weke pêngava yekem a xweavakirinê digrin dest. Jinên Êzidî piştî fermana 74’an ji bo tola xwe ji zîhniyeta DAIŞ’ê bigrin, di her milî de xwe perwerde dikin. Yek ji wan milan jî perwerdeya fikrî ye.

Piştî fermanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi dehan dewreyên perwerdeyê vekir. Akademiya Şehîd Binevş ji bo jinên Êzidî bu mala perwerdeyê û hema hema her mehê dewreyeke perwerdeyê vedike. Dewreya perwerdeyê ya vê mehê bi navê Şehîd Faraşîn bi beşdarbûna 7 jinan dest pê kir.

Jinen ku beşdarî perwede bûn dibêjin ku ew kêfxweş in îro dikarin xwe perwerde bikin, bi saya perwerdeyê fêr dibin û fêr dikin.

“Bi saya fikrên Rêber Apo pergala li Şangalê ava bû”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî girîngiya perwerdeyê ji bo jinên Êzidî û hestên xwe anî ziman û wiha got: “Em li ser gelek beşan perwerde dibînin. Perwerde me li ser jin û malbat, li ser rastiya serokatî, şerê taybet û gelek mijarên din. Em çiqas xwe perwede bikin jî kêm e. Em bi her tiştê xwe deyndarê Serok Apo ne. Em çiqas xwe perwerde bikin ewqas pêşketin û xurtbûn di civaka me de wê çêbibe. Di rastiya serokatî û jiyana serokatî de, ji zaroktiya wî heya roja me ya îro tekoşîn heye. Hewldana wî ji bo me gelek watedar bû. Her wiha derketina serokatiyê gelekî gurhertin di civaka me de çêkir. Di civaka me ya Êzidî de herî zêde jî jin ji fikrên Rêber Apo bi bandor bûn. Em li ser fikrên Serok Apo têdikoşin. Sîstema ku di Şengalê de ava bûye li ser fikr û keda wî ava bûye.”

Bi perwerdeyê hêza xwe afirandin

JINHAGENCY

Endama Meclisa TAJÊ ya gundê Digurê Cîlan Jiyan jî nêrînên xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Her tiştekî ku ji bo mirov heqîqetê îfade bike, ew ji bo me dibe perwerde. Ev 5 roj in em di perwerdeyê de ne. Em 7 kes in û ji bo me hem jiyan hem jî perwerde gelek baş derbas dibe. Berê em gelek tiştan nizanibûn. Em jin gelek bê zanebûn hatibun hiştin. Em di malê de  zindankirî bûn. Îro em ji dewletê bigre heya her cure zordestiyê li ber xwe didin. Civaka me ji dewletan ditirsiya lê niha her dem em xwe perwerde dikin tirsa xwe derbas dikin. Ev cesaret  bi saya fikrên Serok Apo çêbû. Em bawer dikin ku wê rojek serok Apo were û ev roj wê bibe azadiya Êzidiyan. Em bi fikrên serokê xwe bi hêz bûn.”

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku Şehîd Feraşîn Şenglî îsal di 19’ê meha Nîsanê de, di êrîşa artêşa Iraqê ya li ser asayîşa Êzidîxanê de şehîd bû.

JINHA

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.