Xalid Etê/Qamişlo
Bedran Çiya teqez kir ku, êrişeke nû ya dewleta tirkî wê çeteyên DAIŞ’ê zindî bike û got, divê ti kes nebêje armanc herêmek tenê ye, armanca Tirkiyê xaka Sûrî gişti ye. Ji bo şkandina vê projeyê jî, Rêveberiya Xweser û tevayiya sazî û gelên herêmê bi tevayiya derfetan wê tekoşineke mezin bikin û wê xaka xwe ji dagîrkirinê biparêzin.
Têkildarî gefên dawî yên dewleta tirkî yên ser bakur-rojhilatê Sûriyê, rojnameya me bi Cîgirê Serokê Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin wiha ye:
Dewleta Tirkan ya dagîrker bi salan e, bênavber siyaseta êriş û qirkirinê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne, armanca van êriş û polîtîkayan çi ye?
Di dîrokê de, Tirkiye li ser bingehê dijberiya vîna gelan hatiye avakirin. Lewra dewleta Osmanî 400 salî li ser parçekirina gelan û têkbirina vîna wan domand. Bi krîza Sûriye jî Tirkiyê destwerdana wê kir. Ev krîz di berjewendiya siyaset û ajandeyên xwe de bi kar anî. Hin Sûrî himbêz kirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û bi wan bazirganiya siyasî û leşkerî kir. Îro Tirkiye ji bo rêgirtina li çareserî û lihevhatina Sûriyê bi awayekî veşartî siyaseta xwe dike. Bi taybetî hewl dide ezmûna demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji holê rake. Ev ezmûna ku bi beşdariya tevayiya gelan hatiye avakirin, Tirkiye bi ti awayî naxwaze di navbera van gelan de yekitî û peyman hebe. Ji ber tirsa xwe û siyaseta wan ya şovenîst û sîstema wan ya navendî, hewldanên wê yên ji bo domandina dagşrkeriyê li herêmê û sûdgirtina ji şert û rewşa siyasî ya cîhanê, dixwaze projeya Mîsaqa Millî jinûve vegerîne. Li ser vî bingehî dagîrkerî û siyaseta guhertina demografîk pêş dixe. Niha jî heta asteke mezin hewl dide, li ser hebûna herêmê û gelên me bazirganiyê bike.
Helbet projeyên Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê sînordar namînin. Ev proje, ji Sûriyê û Iraqê jî wêdetir, cîhanî ye. Weke hûn dizanin raya giştî ya cîhanî ya fermî û ne fermî dijberiya vê projeya Tirkiyê dike. Bêguman, ji bo têkbirina aramiya bakur û rojhilatê Sûriyê dewleta tirkî ya faşîst dixwaze çeteyên DAIŞ’ê zîndî bike û tola van çeteyan ji gelê herêmê hilde. Ev jî nîşaneke zelal e ku êdî gelek welatên cîhanê ji Tirkiyê û siyaseta wê ne razî bin. Lewra DAIŞ ji bo gelê cîhanê giştî xeter e.
Bajarê Tel Rifat û Minbicê dibin armanca gefên wê, bi dîtina we ev bajar tenê hedef in?
Divê em baş zanibin ku Tirkiye tinê herêmekê an jî bajarekî diyar naxwaze, dixwaze tevayiya herêmê dagîr bike. Niha giraniyê dide Til Rifrt û Minbicê. Jixwe ji hin mercan sûdê digire û dixwaze dagîrkeriya xwe berfireh bike û erdnîngariyeke firehtir bide çeteyan. Dixwaze bi vî awayî qadê veguherîne karteke mezin ya zextê û ji bo polîtîkayên xwe yên li herêmê. Lê divê em baş bizanin ku dagîkirina her bajarekî ji aliyê Tirkiyê ve tê wateya amanckirina tevayiya Sûriyê. Bi giştî divê em piştrast bin ku Tirkiye li ser hinek sînoran ranaweste.
Hûn helwesta Amerîka, Rûsya û hikûmeta Şamê ya li hemberî van gefan çawa dinirxînin? Gelek bazarên siyasî hene? Eger êrîşeke nû ya Tirkiyê çêbe wê Sûriye ber bi kû ve biçe?
Vê carê rewşa siyasî û têgihiştinên Navneteweyî ne di berjewendiya Tirkiyê de ne û Tirkiye di nava krîzên mezin de ye. Lê di dawiyê de ev dewlet, li Sûriyê xwedî berjewendî û ajandeyên taybet in. Tirkiye bi tevayiya derfetên xwe hewl dide hin peymanan pêk bîne. Divê tevayiya dewletên bibandor ji peyamnên bi Tirkiyê re dûr bikevin û rê nedin ku êrişeke nû pêk bîne. Lewra ku tişteke wisa bibe wê felaketan bi ser Sûriyê de bîne. Helwesta Şamê Helwesteke erênî ye. Lê divê ev helwest li ser bingehekî lihevkirina di navbera gelên herêmê de û misogerkirina mafên wan pêş bikeve.
Di vê heyamê de Rêveberiya Xweser di warê siyasî û dîplomatîk de çawa tev digere?
Bêguman, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û tevayiya saziyên wê ji aliyê dîplomasî û siyasî ve, di hişyariyeke giştî de ne. Dixwazin tevayiya sazî û welatên pêwendîdar bixin nava wêneya rewşê. Herwiha bi awayekî berfireh xeterên dagîrkeriya Tirkiyê û encamên neynî yên êriş û siyaseta Tirkiyê yên li ser vê herêmê pêk tîne, ji cîhanê re reva bikin. Gelek aliyên fermî dibêjin ku êrişa Tirkiyê wê xeterên mezin li ser yekîtiya erdê Sûriyê bike. Herwisa wê bandorê li nasnameya xelkê van deveran bike û wê DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Bi giştî girîngiya vê mijarê ji aliyê civaka navneteweyî ve heye.
Di civîna siyasî ya di navbera MSD’ê û Rêveberiya Xweser de helwesta berxwedanê hebû, li ser vî bingehî peyama we ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çi ye?
Bêguman Tevayiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê wê li dijî van projeyên Tirkiyê li ber xwe bidin û emê jî di Rêveberiya Xweser de, nûneriya vîna van gelan bikin. Emê tevayiya derfetên xwe ji bo şkandina vê êrîşê bi kar bînin û li hemberî hewldanên dagîkirina herêmê wê berxwedaneke mezin hebe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û tevayiya saziyên bakur û rojhilatê Sûriyê her tim wê mafê xweparastinê bi kar bînin. Herwiha wê avakirina civakeke azad û azadkirina herêmên dagîkirî wê xebat û armanca me ya sereke be. Ji bo xurtkirina pirojeya Biratiya Gelan û nêzîkatî li ser bingehê felsefeya Neteweya Demokratîk wê têkoşîn bidome. Wê garantîkirina avakirina paşrojeke demokratîk ya rast li herêmê, rizgarkirina tevayiya herêmên dagîrkirî û rêgirtina li pêşxistina pirojeya parçekirina Sûriyê, bingehê têkoşîna me be.
Herwiha di vê qonaxê de divê em bi hev re li dijî Tirkiyê û projeyên wê bisekinin. Encamên pêşrojyên wiha, wê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê tenê nemîne, armanca wê tevahiya Sûriyê ye. Ji ber vê yekê divê tevyiya hêzên siyasî, demokrat û niştimanperwer li Sûriyê ku dixwazin aramiyê li Sûriyê bi dest bixin û dadmendî û demokrasiyê pêk bînin, ji bo ragihandina helwestên xwe ji bo parastina yekîtiya Sûriyê ya niştimanî û cografî bixebitin.